2’emîn Kongreya Meclisa Jinên Sûriyeyê bi nîqaşan didome
2’emîn Kongreya Meclisa jinên Sûriyeyê bi nîqaşên li ser rewşa jin di aloziya Sûriyeyê de, piştî şoreşê destkeftiyên ku jin bi dest xistin û parastina van destkeftiyan didome.
Heleb- Kongreya 2'emîn a Meclisa jinên Sûriyeyê ku bi diruşmeya "Di Sûriyeke ne navendî û yekgirtî de, bi yekîtiya jinan em ê dawiyê li şer bînin û aşîtiyê ava bikin" di saetên sibehê de dest pê kiribû, didome.
Ji aliyê Meclisa Jinên Sûriyeyê ve sînevîzyonek derbarê kar û xebatên meclisê de hate temaşekirin. Bi rêya online kesayetên jin ên serbixwe ji Ewropa û dewletên cuda beşdarî kongreyê bûn û nêrînên xwe derbarê têkoşîna jinên Sûriyeyê de dan û kongreyê li hemû jinan pîroz kirin.
Piştre rapora siyasî ji aliyê Hevseroka Desteya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Mitlî ve hate xwendin û ji aliyê Hevseroka daiyra Têkiliyan a Derva ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed ve rewşa siyasî di nav de rewşa jin hate nirxandin û şirovekirin.
Piştî şirovekirina rewşa siyasî, ji aliyê beşdarvanan ve deriya nîqaş, nêrîn û pêşniyar pêş ketin.
Rewşa jin li Sûriyeyê
Lêkolîner Sena Sadiq derbarê rewşa jinan li Sûriyeyê û zehmetiyên ku di nava civakê de jin dijîn axivî û got: “Yê ku herî zêde di nava civakê de zehmetî, astengiyan dibîne jin ji ber di heman demê de ew dayîk e jî. Ji ber vê yekê barê jin girantir dibe, lewra divê em piştevanî bidin jinan û rola wê xurtir bikin di nava civakê de û baweriyê li gel wê ava bikin ku dikare bi îradeya xwe bijî. Tiştê ku dikeve ser milê jin ew ku civaka xwe biparêze û wê zana bike. Jina azad tenê dikarin vana erkan rake ser milên xwe.”
Dagirkeriya li ser Sûriyeyê û parastina çand
Endezyar Rebab Merza ku ji Parêzgeha Tertos a Sûriyê beşdar bûye, da xuyakirin ku her mirovek dikare azad bijî û wiha got: "Ji bo ku însan bi azadiya xwe bijî, divê destpêkê bi rihetî ziman û ola xwe bijî. Di nava dîrokê de û hey aniha gelek hêzên dagirker cihên xwe di Sûriyê de girtin û gelek pêkhate tên peydakirin, ji ber vê yekê Sûriye weke muzeyîka cîhanê tê pênasekirin, lê divê her netewek ku li ser axa Sûriyê cih girtiye bi taybet jin bi azadiya xwe bijî. Ji ber van hêzên dagirkirî jin yê herî zêde êş kişandiye û ji mafê xwe dûr ketiye. Di nava civakê de hatiye fetisandin û windakirin."
‘Armanca me avakirina civakek azad e’
Endezyar Nediye Tûmê jî ku ji Helebê beşdarî kongreyê bû di nêrîna xwe de tekez kir ku heya civaka azad bibe divê her du zayend azad bibin û ev tişt anî ziman: "Em vê kongreyê pîroz dikin, her wiha armanca me ku em civakek azad ava bikin. Lê heya ku em vê armancê pêk bînin divê yekem mêr bê azadkirin ji ber jin di bin desthilatdariya wî de dijî. Civakek azad bi azadbûna her du zayendan ava dibe. ev erk jî dikeve ser milên Meclisa Jin a Sûriyê dikare bi rêya perwerde civakê zana bike. Bi taybet azadî ji zaroktî dest pê dike divê zarok li ser bingehek rast bên mezinkirin."
‘Bi şoreşê re jin mafên xwe bidest xist’
Çalakvana Sûriyê Îman El Rifayî jî xuyakir ku azadiya jin divê misoger bibe û got: "Ev kongre bi kombûna hejamrek ji jin û ji hemû deverên Sûriyê heya ji dervayî welat bi xwe gavek serkeftî ye. Azadbûna jinê armanca me sereke ye û parastina wê diekve ser milên me. Beriya şoreşê jin di hemû warên jiyanî de hatibû tunekirin û windakirin. Lê bi derketina şoreşê jin îro di hemû waran de cih digire û xwedî li erka xwe derdikeve. Her wiha parastian mafê xwe yê jiyanî jî dike."
Paşê rapora rêxistinî ji aliyê Endama Ofîsa Têkliyan a Meclisa Jinên Sûriyê Gulistan Ebdikê ve hate xwendin.
Hêjayê gotinê ye ku hîna kongre wê bi xwendina sîstema hundirîn a meclisê û hilbijartinan bi dawî bibe.