2 kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin weşartin

2 kesên ku di şewata bi şev li Şemrexê derket û di encama neşandina helîkopterê de li qadeke berfireh belav bû jiyana xwe ji dest dan li Kelekê hatin weşartin.

Navenda Nûçeyan-Duh bi şev şewata ku li gundên navçeya Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê dest pê kir, bi hezaran donim eraziyên zeviyan û deverên bi dar şewitîn. Gund heta nava gundan jî çû. Li gorî agahiyên ewil tê gotin herî kêm 5 kesan di şewatê de jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. 

Resûl Yilmaz û Şehmus Demîr ên ji gundê Kelekê ya bi ser Şemrexê ve ku di şewatê de canê xwe ji dest dan, li goristana gund hatin veşartin. 

Hevserokên Giştî yên DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, parlamenter û hevşaredarên DEM Partiyê û bi sedan welatî beşdarî merasîma cenazeyan bûn.