2 hezar û 541 kesayet dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, bi daxuyaniyekî çapemeniyê encamên kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim’ ragihandin.

Qamişlo – Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, di 20’ê Tebaxa îsal de li Sûriyeyê dest bi kampanyaya “Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” kiribûn û kampanya di 10’ê Îlonê de bi dawî kiribûn. Encamnameya kampanyayê îro bi daxuyaniyekî çapemniyê hate eşkerekirin.

Daxuyanî bi beşdariya endamên Înîsiyatîfa Parêzerên Sûrî ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan, endamên Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM û endamên Înîsiyatîfa Sûrî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate dayîn. Daxuyanî bi Kurdî û Erebî ji hêla Jiyan Arkendî û Ahîn Heyder ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Li ser bingeha banga dîrokî ya ji bo Aştî û Civakeke Demokratîk, ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibatê de hatiye destpêkirin, ku bangeke samîmî ji bo xurtkirina nirxên demokrasî, aştî û jiyana hevbeş di navbera gelan de radigihîne, Foruma Ewrûpî ya Azadî û Aştiyê kampanyeke navneteweyî bi silogana "Ez dixwazim Abdullah Ocalan bibînim" kampanyayek da destpêkirin.

Di 20’ê Tebaxê de, Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, bi rêya destpêkirina kampanyeke berfireh di bin heman dirûşmeyê de, li herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek bajarên din ên Sûriyeyê, bersiva vê bangê dan.

‘Kampanya deng veda’

Vê kampaniyê dengvedaneke berfireh dît û gelek aliyên mîna çalakvanên mafên mirovan, akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr, serokên eşîran, melayên olî, bijîşk, endazyar, her wiha nûnerên komên etnîkî û olî yên cihêreng li Sûriyeyê, di nav de Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen, Êzidî, Tirkumen, Çerkez, her wiha mezhebên cuda yên Îslamî (Sunî, Elewî, Îsmaîlî û Durzî) jî tevlî bûn. Hejmarek ji kesayetên navdar ji Şam, Heleb, Laziqiyê, Tertûs, Hums, Deraa, Quneytra, Siwêda û Îdlibê jî tevlî bûn.

Bi boneya Roja Aştiyê ya Navneteweyî ya 2025’an, ku îsal bi silogana "Ji bo cîhaneke aştiyane tev bigerin" her 21’ê Îlonê tê pêşwazî kirin, em bi kêfxwşî ji raya giştî re radighînin ku  kampanya çalakiyên me di 10’ê Îlonê de bi beşdariya 2 hezar 541 kesan ji beşên cûda yên civakê bi dawî bû.

Encamên vê kampanyayê, tevî nameyek fermî, dê ji van saziyên navneteweyî yên têkildar re werin şandin: 

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî.

Komîteya Ewrûpî ya dijî Îşkenceyê (CPT).

Serokatiya Konseya Yekîtiya Ewrûpayê.

Konseya Mafên Mirovan – Neteweyên Yekbûyî.

Wezîrê Dadê yê Komara Tirkiyê.

Bi pêşkêşkirina vê daxuyaniyê, em piştrast dikin ku daxwaza me di serî de mafê azadî, aştî û dadê ye, bi giştî di çarçeveya mafên bingehîn ên mirovan de ye. Em hêvî dikin ku ev bangewazî li gorî prensîbên hiqûqa navneteweyî û peymanên Neteweyên Yekbûyî, ji aliyên peywendîdar ve bi baldarî û berpirsiyarî were dîtin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.