2,6 milyonî zêdetir mirov derzagonî hatine dersînorkirin

Rêxistina Efûya Navneteweyî, diyar kir ku di demeke êrîşên Talîbanê zêde bûne de bi taybetî jin û zarokên keç, gelek welat penaper û koçberan, bi zorê dersînor dikin û wan neçarî vegera Efganistanê dikin.

Navenda Nûçeyan – Kesên ku wan bi zorê dişînin Efganistanê; ji aliyê talîbanê ve tên binçavkirin û rastî gelek binpêkirinan tên. Bi krîza mirovî ya ku kûr dibe re jî mirov ji xizmetên tendirustiyê û xurakê bêpar in.

Rêxistina Efûya Navneteweyî xwest şandina bi zorê ya penaberên Efganistanê bi dawî bibe. Li gorî daneyên dawî yên Neteweyên Yekbûyî, Îran û Pakîstanê îsal ji 2,6 milyonî zêdetir mirovan bi awayê derzagonî dersînor kirine; ji vana nêzî ji sedî 60 jin û zarok in. Her wiha ji Tirkiye û Tacikistanê jî bi hezaran kes hatin dersînorkirin.

Di rapora rêxistinê de tê diyarkirin ku di pêvajoyeke ku binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê Talîbanê ve zêde bûne de ev dane hatine qeydkirin. Van binpêkirinan bi taybetî li ser jin û zarokan bandorên xirab hiştine, li welat di demên dawî de bi bandora karesatên xwezayî re krîz mezintir bûye. Van mercên ku her diçe xirab dibin, dibin sedem ku kesên vegeriyane Efganistanê zirarên mezin bibînin.

Ji bo şandina penaberan gelek welat bi hev re ketine pêşbaziyê

Li gorî heman çavkaniyê, hinek welatên Ewropayê jî îsal hewl dane Efganên li welatên xwe bi zorê bişînin. Li gorî nûçeyan, bi armanca ku muameleyên paşveşandina bi zorê hêsantir bikin, welatên weke Almanya, Avusturya Yekîtiya Ewropayê, bi rêveberiya Talîbanê re hevdîtinan kirine.

Dîrektorê Herêma Asyaya Başûr ê Rêxistiya Efuya Navneteweyî Smrîtî Singh wiha got: “Tevî ku binpêkirinên Talîbanê hatine belgekirin jî; Îran, Pakîstan, Tirkiye, Tacikistan, Elmanya û Avusturya di nav de gelek welat, jin û zarok jî di nav de penaperan bi zorê dişînin Efganistanê.”

Rêxistina Efûya Navneteweyî da zanîn ku di navbera Tîrmeh û Mijdara 2025’an de 11 mûlakatên online kiriye. Heft ji van, bi kesên ku ji Îran û Efganistanê bi zorê hatine şandin re, çar jî bi kesên ku bi xetera dersînorkirinê re rûbirû ne re hatiye çêkirin. Yek ji wan jinan, bi tirsa ku ji aliyê Talîbanê ve were girtin, hewl daye bireve û careke din vegeriya welatê ku jê hatiye dersînorkirin.

Li gorî rapora rêxistinê, kesên ku vegeriyane Efganistanê, her dem bi tirs dijîn. Perwerdeya zarokên keç piştî ku dibin 12 salî tê qedexekirin, nahêlin jin derbikevin derve û bixebitin.

‘Divê ku dawî li şandina penaberan bînin’

Rêxistina Efûya Navneteweyî, têkildarî texmînên Neteweyên Yekbûyî, got ku ji nîvî zêdetir kesên hatine dersînorkirin jin û zarokên keç in. Rêjeya kesên ji Îranê hatine dersînorkirin jî; heta meha Hezîrana derbasbûyî ji sedî 30 bû. Smrîtî Sîngh, herî dawî wiha got: “Ez bang li hemû dewletan dikim ku dawî li şandina bi darê zorê ya penaberan bînin, li gorî rêgeza paşveneşandinê tevbigerin. Divê ku parêzvanên mafên mirovan, jin û zarokên keç, rayedarên berê, rojnameger û kesên din ên di bin xeterê de biparêzin.”