19 kesên ji widabûna 50 koçberan berpirs hatin girtin
Piştî ku zêdeyî 50 kesan di keştiyek ya koçberan de ji Sengal berbi Grevan Kanarya ve diçû, winda bûn, 19 kes bi gumana cînayet û îşkenceyê hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Li Spanya 19 kesên bi sûcdariya cînayet û îşkenceyê ku bû sedemê windabûna 50 kesên di keştiya 300 kesî de hatin girtin.
Hate ragihandin ku polîsan, hinek rêwî bi ‘sêhrbaz’ sûcdar kiriye, di dema rêwîtiya keştiyê de piştî erzeya motorê, şertên xirab ên hewayê û pirsgirêkên wek xwarinê, hatine hedefgirtin.
Li gorî îfadeyên koçberên hatin rizgarkirin, êrîşkaran tundî li dehan kesan kirin, hinek jê avêtin deryayê, nexwestin ên bi qeza ketine rizger bikin. Ên ku şertên rêwitiyê rexne kirin jî hatin qetilkirin.
Rêwî avêtin deryayê
Keştiya dar di 24’ê Tebaxê de ji başûrê Gran Canaria, Şenegal, Gine, Malî, Gambiya, Sierra Leone û Gine-Bissau an 248 kes rizgar kiribû. Rayedar difikirin ku keştî bi nêzî 300 kesan ketiye rêwitiyê, beşek jê avêtine deryayê. 19 kesên hatin girtin, ji ber sûcên bê rêk û pêk koç organîze kirine, cînayet, êrîş û îşkenceyê, pêvajoya wan a darazê didome.
Spanya yek jî xeta herî pêş a bê rêk û pêk a koçberiya berbi Ewropa veye. Di sala 2024’an de hejmara koçberên ku gihane grevên Kanarya 47 hezar derbas kir û li pey hev rekora sala duyem şikand.