19’emîn Konferansa Navneteweyî di roja duyemîn de didome
Banga Rêber Apo mohra xwe li 19’emîn Konferansa Navneteweyî ya Yekîtiya Ewropa, Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdan a li Brukselê hat lidarxistin, xist. Di konferansê de hat diyarkirin ku ji bo aştî û demokrasiyê muzakere bişert e.

Navenda Nûçeyan – Konferansa Navneteweyî ya 19'emîn bi sernavê "Yekîtiya Ewropa, Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdan" li Parlamenta Ewropayê hat lidarxistin. Konferans ji aliyê Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewropayê (EUTCC) tê lidarxistin û wê du rojan bidome.
Serokê EUTCC’yê Kariane Westrheim axaftina vekirinê kir û spasiyên xwe ji kesên di xebatên lidarxistina konferansê de cih girtine re kir. Westrheim bi bîr xist ku “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ku 27’ê Sibatê kir, di Parlamentoya Ewropayê û Konseya Ewropayê de bi erênî hat pêşwazîkirin û wiha got: “Em hêvî dikin ku derfet were bikaranîn û em bigihîn Tirkiyeya demokratîk.”
Ji Partiya Sosyalîs a Ewropayê – Avûstûrya, Endama PE’yê û Koma Dostaniya Kurdan a Parlamentoya Ewropayê Andreas Schieder axivî, banga Rêber Apo bi bîr xist û got: “Tevgera Kurd di heman demê de têkoşîna azadî û demokrasiyê ye.”
‘Bêdengmayîn ji hevkariyê xirabtir e’
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Jody Williams jî got ku divê ji bo aşitiyê her du alî jî amade bin û bi bîr xist ku hîna jî helwesta dewleta Tirkiyeyê ya derbarê aşitî û çareseriyê de nayê zanîn. Williams got: “Dema ku me têkildarî daxwaza aşitiyê ya Kurdan îmze ji xwediyên xelata Nobelê xwest, min dît ku pirsgirêka Kurd ji bo gelek kesan nû ye. Di heman demê de dewleta Tirk li hemberî îmze û bangên me bêdeng ma û bersiva daxwazên me neda. Di vê qonaxê de bêdengî ji hevkariyê xiraptir e.”
‘Bi awayek demokratîj pêşxistina welat û herêmê girîng e’
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Şirîn Ebadî jî destnîşan kir ku ji pêvajoyekî krîtîk tê derbaskirin. Şirîn Ebadî derbarê banga Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de wiha got: “Ji bo ku dawî li van êşan were anîn, yek rabû û qala aşitiyê kir. Di heman demê de ew kes bi dehan sal in di bin tecrîdê de ye û ji ber fikrên xwe hatibû girtin. Tevî vê jî got ku dema aşitiyê hatiye. Dem hatiye ku ji girtîgehê derbikeve. Pêşniyarên Ocalan rasyonel in. Pir girîng e ku em bi awayekî demokratîk welat û herêmê pêş bixin.”
Piştî axaftina Şirîn Ebdadî rûniştina yekemîn bi dawî bû. Rûniştina duyemîn jî bi moderatoriya Rojnamevan Cahît Mervan dest pê kir. Mervan bi bîr xist ku ew qala rêya çareseriyê dikin û banga Rêber Apo bi rojan in li tevahiya cîhanê tê nîqaşkirin.
Îlham Ehmed: Divê derfetê ku Rêber Apo bikaribe rola xwe bilîze jê re bê dayîn
Di rûniştina duyemîn de mafê axaftinê ewilî Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed girt û qala pirsgirêkên ku zîhniyeta dewletperest di sedsala 21’an de diafirîne kir. Îlham Ehmed destnîşan kir ku pergala heyî zayendperest û xwedî serweriya mêr e û got ku ji bo çareseriya pirsgirêkan pêwîstî bi têkoşînê heye.
Îlham Ehmed anî ziman ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê divê Birêz Abdullah Ocalan rola xwe bilîze û divê ji bo bikaribe rola xwe bilîze derfet jê re bê dayîn.
Ji Partiya Çep a Spanyayê Pernando Barrena destnîşan kir ku pirsgirêkên li Welatê Baskî dişibin pirsgirêkên Kurdan. Barrena wiha got: “Cîhan tê guhertin, tevgerên neteweyî ya Kurdan kijan biryaran bidin jî wê di berjewendiya Kurdan de be. Em di welatê Baskê de tevahiya 60 salan rastî tundiyê hatin û beriya 15 salan tevgera BASK got ku divê berî ku bi Spanya û Fransayê re peyman were kirin, pêvajoya aşitiyê were destpêkirin. Li dijî vê bertek çêbûn lê vê hêza siyasî da me. Divê Kurd jî ji pêşeroja xwe netirsin. Wê têkoşîn û derfetên mezin çêbibin. Kurd ti car ne bi tenê ne. Divê Abdullah Ocalan jî di zûtirîn demê de were berdan.”
Sekreterê Giştî yê EUTCC’ê Prof. Micheal Gunter jî pergala nû ya cîhanê nirxand. Gunter got ku di navbera Trump û Erdogan de şibandin heye û got ku Trump wê di dawiyê de tişta ku Erdogan dixwaze bide.
Piştre ji Filipînê Parêzera Mafên Mirovan Czarina Golda s. Musni, biryara Dadgeha Gelan a Rojava bi kurtasî anî ser ziman.
‘Ji bo aştiyê muzakere şert e’
Ji Partiya Keskan a Îtalyayê û Endamê PE’yê Leoluca Orlando got ku ji bo aşitiyê muzakere şert e. Orlando cudahiyan wekî “dewlemendî” nirxand û wiha got: “Dewleta Tirk peyva Kurd qedexe kiribû. Ez Tirkiyeyê hez dikim lê girtina her kesên ku fikrên xwe tînîn ser ziman nayê qebûlkirin. Divê Yekîtiya Ewropayê çavê xwe veke.”
Ji Partiya Keskan a Slovenya û endamê PE’yê Vladimir Prebilic jî axivî û anî ziman ku pêkanînên qeyûm yên li Tirkiyeyê nayên qebûlkirin. Prebilic derbeya qeyûman weke “Destê dirêj yê Erdogan” bi nav kir û got: “Hilbijartî tên girtin û li cihê wan qeyûm tên tayînkirin. Lê ev qeyûm nehatine hilbijartin. Şaredarî tên xespkirin.” Prebilic girtina Ekrem Îmamoglû jî bi bîr xist û got, dibe dawî li rejîma Erdogan were.
Di rûniştina duyemîn de Rojnamevan Alî Dûran Topûz jî mafê axaftinê girt û got: “Li Tirkiyeyê aştî û demokrasî pêdiviyek mezin e. Têkoşîna ji bo aştî û demokrasiyê wekî nan û avê girîng û pêwîste. Di demek nêz de li Tirkiyeyê pêvajoek hat destpêkirin. Ev pêvajo ji bo me bû hêvî û ronahî. Maqamên hikûmeta Tirk qala xwişk-biratî û hiqûqê dikin, lê mixabin em gavek şênber nabînin. Ji ber vê yekê êdî hêviyên mirovan namene. Li seranserî welat bi sedan kesên li dijî girtina Îmamoglû bertekên xwe nîşan dan hatin girtin. Her kes li dijî rejîma otokratîk derdikeve. Nêzî 10 sal berê jî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêvajo hatibû destpêkirin, lê Erdogan dev ji vê pêvajoyê berda. Ji ber dixwest hilbijartinê bi dest bixe. Ji bo vê dev ji pêvajoyê berda û şer da destpêkirin û hilbijartin bi dest xist.”