15’ê Sibatê: Roja gelek şiyar bûye

15 Sibatê, ne tenê komployeke, di heman demê de roja berxwedanê ye. Ev dîrok sembola ku Kurd ti caran binnakevin, wê ti komplo sernekeve û fikir neyên tinekirine.

LAVA KURDE

Armanca komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, anîna ba hev a berjewendiyên hêzên cûda, bêdengkirina Rêbertî bû.

Lê belê ev pilan îşaret bi dawiya komplogeran dikir, ji bo gelê Kurd deriyê destpêkek nû hate vekirin. Herçend pilan ji aliyên hêzên navneteweyî ve hatibe amadekirin, bi berxwedana gel vale hate derxistin. Ji Şamê heta Moskova, ji Atîna heta Nairobî, hesabên hemû hêzên ku dixwestin doza Kurd tine bikin bê encam ma.

Fikrên ji hucreyên girtîgehan derketî

Di kêliya ku bi temamî qezenc kirinê de, qonaxek nû ya berxwedanê destpê kir. Hewldidan ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd bikin, lê belê Rêbertî girtîgeh vegerand dibistanekê. Xwestin wî bêdeng bikin, lê Rêbertî bêdengî vegerand felsefeyê, xwestîn îradeya wî bişkînin, lê zilm vegerand hêzê. Dîwarên girtîgehê, berxwedana Rêbertî asteng nekir. Ji roja hatî girtin ve Rêbertî di nava tecrîd û zextek giran de bû, li cihê hilweşînê dest bi nivîsandin, nirxandina dîrokê û ji bo azadiyê projeyên nû hilberîne kir.

Di hundir de gavên dîrokî

Fikrên ku ji hucreya girtîgehek teng de derketî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şekil da vîzyona xwe; Felsefeya Neteweya Demokratîk, Projeya Rêveberiya Xweser, nêrîna azadiya jinê, rexneya netew-dewletê û têgîna civaka azad. Ev fikir dîwarên girtîgehê derbas kir û giha bajar, gund û dilê bi milyonan mirovan. Abdullah Ocalan li girtîgehê ji bo çareseriya aştî û demokratîk daxwazên girîng kir. Çareseriyek demokrastîk a berfireh a pêkanîna agirbestê, bi dawîkirina têkoşîna bi çek û destpêkirina pêvajoya siyasî xist meryetê. Ev gav wek hewldanek dîrokî ku ti Rêberên ku di heman şertan de ne avêtî kete qeydan. Lê belê tevî hewldanên Kurdan û bangên agirbestê, dewleta Tirk ji bo aştiyê gavek şênber ne avêtiye, li Sûriye û Iraqê operasyonên leşkerî domand.

Tevgera jinan gihand astek gerdûnî

Divê pêvajoyê de jinên Kurd, diyar kirin ku girtina Rêber Abdullah Ocalan ne tenê êrîşek li dijî kesekê ye, li dijî azadiyê jina ku berê bingehîn ê civakê ye. Jinên ku ji wê rojê ve ketine nave tevgerê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kir û têkoşîn bi rêxistin kir. Pêşenegî ji berxwedana Kobanê re kirin, Şengal bi çek kirin, di Rêveberiya Xweser de rola aktîf lîstin, saziyên xweser ava kirin û li seranserî dinyayê bûn sembol. Vizyona Rêber Ocalan ya azadiya jinê, êdî bi Kurdistanê re sînordar nebû, cih girtina jinan di her qadê de, ev tevger gihand asta gerdûnî. Ev tevgera ku wek rexneyek radîkal li dijî pergala mêrsalar, daxwaza rast a wekheviyê û banga azadiya beden û zîhnê şikil girt, ne tenê hêz, di heman demê de bû modelek a berxwedana bingehê hişmendiyê.  

Fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, îro di zanîngehan de tê fêrkirin, ji aliyê tevgerên jinên gerdûnî ve tê nîqaşkirin û ji Emerîkaya Latîn heta Ewropa, ji Rojhilata Navîn heta Asya îlhamê dide jinan. 15 Sibatê di heman demê de, wek roja berxwedan û hişyariyê tê bîranîn. Li girtîgehê jî fikrên Rêbertî azadbûna xwe domand, jin jî ji cihên qurbûn bûn pêşeng. Eve sembola ku Kurd ti caran binnakevin, wê ti komplo sernekeve û fikir neyên tinekirin e.