14 hezar û 500 Iraqî ji Kampa Holê vegeriyan welatê xwe

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku ji sala 2021'an ve zêdetirî 14 hezar kes bi 24 gruban ji Kampa Holê li bajarê Hesekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine veguhestin ji bo Iraqê.

Navenda Nûçeyan –  Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku ji sala 2021’an û vir ve zêdeyî 14 hezar û 500 kes ji Qampa Holê ya li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin, hatine vegerandin. Wezaretê ragihand ku ev veger di 24 komên cuda de hatine kirin. Li gorî daneyên ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê parve kir, herî dawî di 29'ê Adarê de operasyona vegerê pêk hat û 680 kes tevlî bûn.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî Elî Ebas got: "Hejmara malbatên ku ji Qampa Holê vegeriyane ji sala 2021'an ve gihîştiye 3,751 kesan, ku nêzîkî 14,513 kesan e."

"Pêvajoya vegera malbatan pêk tê piştî proseyeke çaksaziyê ku di navbera 4 û 6 mehan de berdewam dike, li gorî pêdiviyên taybet ên her rewşê," Elî Abbas got;

Qampa Holê ku li bajarê Hesekê yê bakur û rojhilatê Sûriyê ye, yek ji kampên herî mezin e, ku nêzîkî 40 hezar kes di nav de malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên ji Iraq, Sûriye û welatên din di nav de hene. Lihevkirinek di navbera Iraq û Neteweyên Yekbûyî de heye ku li gorî wê biryarê dide ku heta sala 2027'an welatiyên Iraqî li Qampa Holê vegerin.

Li aliyê din, her çend Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku ewlehiya qampê pêk tînin, gelek caran bang li civaka navdewletî kirin ku welatiyên xwe ji kampê vegerînin, lê ev bang bê bersiv mane.