14’mîn Konferansa Meclîsa Îştar di roja duyemîn de didome

14’mîn Konferansa Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê bi nêrîn û nirxandinên jinan di roja duyemîn de didome.

Mexmûr – 14’mîn konferansa Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku bi dirûşma ‘Em Civaka Demokratîk û Komînal Ava dikin, bi Rêbertî re Azad Dijîn’ dest pê kiribû, bi nêrîn û nirxandinên rojeva siyasî di roja duyem de didome.

Konferansê duh bi axaftina vekirinê û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi rojevên raporên du salan ên Meclîsa Îştar û Meclîsa Jinên Ciwan bi dawî bû. Her wiha peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin û sînevîzyona der barê têkoşîna du salan a jinan jî hat temaşekirin. 

Konferans îro jî bi rojevên siyasî didome.