130 malbatên Êzîdî vedigerin Şengalê
Hat ragihandin ku 130 malbatên Êzîdî ji kampa Êsiyan a Dihokê vedigerin Şengalê.

Navenda Nûçeyan- Li gorî agahiyan, li kampa Êsiyan a Dihokê 130 malbatên Şengalî xwe amade kirine û îro vedigerin Şengalê.
Hate ragihandin ku malbatên îro vedigerin warê xwe bi giranî ji gund û komelgehên başûrê çiyayê Şengalê ne.
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hemû derfetên xwe Şengaliyên li warê xwe vedigerin pêşwazî dike û ji bo bicihbûna wan dibe alîkar.
Li gorî daneyên dawî, ji sedî 75 ê Şengaliyên li kampên Dihokê diman vegeriyan cih û warê xwe.