11’yemîn civîna komîsyonê: Endamên DEM Partiyê eywan terikandin
Endamên DEM Partiyê ji ber gotinên provokatîf ên Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleya Teblîxa Îslamî Mehmet Beşîr Şîmşek, eywan terikandin. Ozlem Kulahçi Tanaman di civînê de axivî û got: “Lêgerîna aştiyê ya Kurdan ne tenê bêdengbûna çekan e.”

Navenda Nûçeyan – Civîna 11’an a Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclîsa Tirkiyeyê hatiye avakirin, didome. Di civînê de li nûnerên komele û weqfan tê guhdarîkirin.
Di rûniştina ewil a civînê de Nûnera Komeleya Karmendên Jin a Rojhilat û Başûr rojhilat (DOGUNKAD) Ozlem Kulahçi Tanaman axivî. Ozlem Kulahçi Tanaman, diyar kir ku lêgerîna aştiyê ya gelê Kurd ne tenê bêdengbûna çekan e lê di heman demê de bicihanîna daxwazên hemwelatiya wekhev û mafên sereke ye.
‘Ev pêvajo li gorî daxwaza aştiyeke birûmet a gelê Kurd e’
Ozlem Kulahçi Tanaman, destnîşan kir ku pevçûn ne tenê siyasetê lê di heman demê de bandoreke giran li ser jiyana civakî, çand, perwerde û aboriyê jî kiriye û got: “Tiştên hatine jiyîn bandoreke mezin li ser her derdora civakî kir. Mixabin di vê pêvajoyê de herî zêde em jin bi bandor bûn. Tirkiye, salên dirêj e di bin siya pevçûnan de dijî. Lê belê bangên îro birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê ji bo bêdengkirina çekan dike, axaftinên birêz Devlet Bahçelî yên têkildarî xwişk-biratî û hevgirtina neteweyî de û li dijî vê gavên her du alî diavêjin, li welatê me anî ber serdemeke nû. Ev pêvajo, di heman demê de li gorî daxwaza aştiyeke birûmet a gelê Kurd e.”
‘Lêgerîna Kurdan ji bo hemwelatîbûna wekhev e’
Ozlem Kulahçi Tanaman, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Lêgerîna aştiya bi rûmet a Kurdan ne tenê daxwaza bêdengkirina çekan e, di heman demê de daxwaza wan a ji bo azadbûna nasnameya wan jî heye. Lêgerîna Kurdan, tê wateya misogerkirina hemwelatîbûniya wekhev û jiyana azad a bi ziman, çand û baweriya xwe. Aştiyeke bi rûmet, misogeriya herî pêbawer a bihêzkirina hevgirtina civakî ye. Rewşa bê pevçûnî ya piştî van bangan ava bûye, bi qasî di qada civakî, ewqas jî di qada aboriyê de bi xwe re encamên erênî anî. Ev komîsyona di bin sîwana meclîsê de hatiye avakirin jî îfadeya veguherîna vê pêvajoyê ya aştiyê ye. Ji bo meseleya esasî ew e ku ev pêvajo tenê bi bêpevçûnê bi sînor nemîne û veguhere aştiyeke mayinde, demokrasî û pêşketina aboriyê.”
Ozlem Kulahçi Tanaman, anî ziman ku divê gel, civak, bawerî û hwd. ên cuda weke gef neyên dîtin û got: “Xuyanîbûna jinan a di hilberandin, siyaset û mekanîzmayên biryardayînê de, misogeriya aştiyê ye. Misogeriya herî mezin a aştiyê, zemîna destûra bingehîn e. Divê gavên hatine avêtin bi qurbanî aloziyên siyasî yên pêş neyên kirin. Divê hemû aliyên civakî xwe di bin misogeriya destûra bingehîn de hîs bikin û wekhevî, maf û azadî bên misogerkirin.
Di civînê de provokasyona Komeleya Hîzbûllahê
Di hema demê de di komîsyonê de Cîgirê Serokê Giştî yê Komeleya Teblîxa Îslamî Mehmet Beşîr Şîmşek axivî. Ev komele ji hêla Enver Kiliçarslan ve hatiye avakirin ku ev kes Gonca Kurîş jî di nav de ji kuştina bi dehan kesan a bi rêbaza benê berazê hatiye darizandin. Dema Mehmet Beşîr Şîmşek diaxivî, hem MHP hem jî DEM Partiyê bertek nîşan da.
Mehmet Beşîr Şîmşek ku li ser navê komeleyê axivî, got: “Vê zîhniyeta Marksîst-Lenînîst gelê Kurd ji baweriya xwe qut kir. Gelo ev xizmetê ji kê re dike? Kevneşopiya gelê Kurd guherî. Sedema vê jî ew e ku li ser navê dewletê hinek saziyan piştgirî dan. Bi sedema ku zarokekî nîşaneya serkeftinê kiriye, tevî reîsê wê malê ew mal dane ber agir. Vê jî leşker dike.”
‘Dê çawa bi vî zimanî aştî were kirin?’
Fetî Yildiz ê MHP’î bertek nîşanî axaftinê da û got: “Me hûn ne ji bo li vê derê heqaretê li leşker, polîs û dewletê bikin vexwendine vê derê.”
Saruhan Oluç ê DEM Partiyî jî bi van gotinan bertek nîşan da û got: “Dê bi vî zimanî çawa aştî çêbibe? Me heta niha tehemûla gotinên we kir lê hûn xwe bi xwînê xwedî dikin. Şerm bikin, xwînrijno.”
‘We bi benê berazan mirov qetil kirin’
Piştre jî Cengîz Çîçek ê DEM Partiyî axivî û got: “We bi benê berazan mirov qetil kirin. Ên bûne bela serê Kurdan hûn in.”
Piştî nîqaşê, endamên komîsyonê yên DEM Partiyê eywan terikandin.
Nûman Kurtulmuş jî got: “Her kes serbest e nêrîna xwe bibêje lê em dema berê û niha tevlihev nekin. Weke rêgezek em li paş bihêlin. Bila di pêvajoyeke erênî de tiştên berê qewimîn dîsa neyên rojevê. Mohra xwe li geşedanên rê li ber duberekirinê vedikin nedin.”