11 saziyên Kurdan ji bo Rojava bang li Kongreya DYE kir

Li Emrîkayê 11 saziyên Kurdan û endama Meclîsa Şaredariya Bllevue ya Eyaleta Washingtonê Narîn Biryar, li dijî êrîşên ser Rojava banga berpirsyariyê li Kongreya DYE’yê kir.

Navenda Nûçeyan- 11 saziyên Kurd ên ku li Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê xebat dimeşînin û Endama Meclîsa Şaredariya bajarê Bellevue ya eyaleta Washingtonê siyasetmedara Kurd Narîn Biryar ji bo Rojava bang li Kongreya DYE’yê kir ku berpirsyarî bigre.

‘Kurd bi qirkirinê re rûbirû ne’

Di daxuyaniya hevpar de hate diyarkirin ku êrîş dibin sedem ku Kurd û gelên din bi zorê ji cihê xwe bên kirin û bi binpêkirinên mafên mirovan û xeteriya komkujiyê re rûbirû dimînin. Hat destnîşankirin ku hêzên dewleta Sûriyeyê bi hezaran girtiyên DAIŞ’î berdane û hate ragihandin ku rêveberiya Şera agirbestê red dike, bi êrîşan hewl dide desthilatdariya xwe xurt bike, welêt bi karesateke mirovî û gefeke qirkirinê ya muhtemel re rûbirû ye.

‘DYE’yê mudaxeleyî êrîşan nekir’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku DYE’yê tevî tifaqa bi QSD’ê re ya li dijî DAIŞ’ê, mudaxaleyî êrîşan nekiriye û hate destnîşankirin ku rewşa li Rojava mîna dema sala 2014’an e.
Di daxuyaniyê de bang li endamên Kongreya DYE’yê hate kirin ku êrîşên hikûmeta Sûriyeyê li ber raya giştî şermezar bikin û ji bo rawestandina êrîşan zextê li rêveberiya DYE’yê bikin. Her wiha bang li tevgerên civakî yên li DYE’yê jî hate kirin ku piştevaniya bi gelên Rojava re mezin bike û zextê li ser Kongreyê bike.

Saziyên Kurdan û Narîn Biryar daxwaz kirin ku DYE demildest mudaxale bike û êrîşan rawestîne, milîsên bi piştgiriya Tirkiyeyê bên vekişandin, ji bo Sûriyeyeke federatîf a ku hemû mafên gelan mîsoger bike, bi QSD’ê re car din muzakere destpê bikin û çavdêrên navneteweyî tevlî hevdîtinên siberojê bên kirin.

Îmzevan:

*Komîteya Rewşa Lezgîn a Rojava (ECR)

*Komeleya Kurd a Washingtonê (KAWA)

*Navenda Civaka Kurd a Kalîforniyayê (CalKurd)

*Navenda Çandê ya Kurd a Illinoisê (KCCI)

*Komeleya Perwerdeyê ya Emerîkayê ya Kurd a Los Angelesê

*Komeleya Kurd a New Englandê (NEKA)

*Civata Kurd a Başûrê Kalîforniyayê (KCSC)

*Komeleya Kurd a Emerîka (AKA)

*Meclîsa Civakên Kurdistanê

*Koma Emerîka ya Kurd (KAG)

*JudiKA

*Narîn Biryar, rayedara hatî hilbijartin (Bajarê Bellevue, WA)