11 malbatên DAIŞ’ê radestî hikûmeta Awistralya hatin kirin
11 malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên ji Awistralyayê yên li Kampa Roj a li Dêrikê, radestî hikûmeta Awistralyayê hatin kirin.
Navenda Nûçeyan – 11 malbatên DAIŞ’î ku ji 34 kesin û di navde jin û zarok hene pêk dihat ku li Kampa Roj a li gundewarê bajarê Dirêk ê Rojavayê Kurdistanê dimînin, radestî hikûmeta Awistralyayê hatin kirin.
Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, malbat ji kesên ku welatiyên Awistralya pêktên. Hate zanîn ku kar û barên radestkirinê di çarçoveya koordînasyona navneteweyî û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate encamdan.
Kampa Roj di 24’ê Hezîrana 2015’an de ji bo malbatên DAIŞ’yan hate avakirin. Li kampê piranî ji welatên Ewropa di navde Iraq û Sûriye zêdeyî 2 hezar kes (820) malbat hene.