100 hezar kes ji el-Faşêrê koçber bûn!

Li bajarê El Faşêr ê rojavayê Sûdanê, piştî Hêzên Piştgiriya Lezgîn kontrol girtin destên xwe, zêdetirî 100 hezar kesan ji welat koç kirin. Neteweyên Yekbûyî, di mijara binpêkirinên li hemberî sivîlan û kûrbûna krîza mirovî li welat hişyarî da.

Navenda Nûçeyan – Li El Faşêrê krîza mirovî mezin dibe. Bi hezaran sivîl, ji ber bûyerên tundî û binpêkirinan ji bajar koç dikin, ji ber xelaya xwarin û avê, jiyana wan di xeterek mezin de ye.

Komserîya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), di daxuyaniya ku di 14’ê Mijdarê roja Înê da de, diyar kir ku li El Faşêr û herêmên derdorê wê, di nava du hefteyan de zêdetirî 100 hezar kes neçar mane koç bikin. Da zanîn ku piştî Hêzên Piştgiriya Lezgîn bajar xist destên xwe, li beramberî sivîlan binpêkirinên giran hatine jiyîn.

Gelek kes koç dikin

Berdevkê UNHCR’ê Yujîn Byun, destnîşan kir ku ev êrîş binpêkirina hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî û hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye. Yujîn Byun, îfade kir ku li El Faşêrê, sivîl rastî tundiya zayendî, talan û êrîşên din tên.

Yujîn Byun diyar kir ku hejmara rast dibe ku ji vê gelek zêdetir be, gelek kes hê di riyên koçberiyê de ne, beşek jê jî di nava bajar de asê mane û got: “Sivîlên ku ji El Faşêr reviyane piranî gihîştine bajarê Tavileh ê 50 kîlometre dûr e, ji wê derê, herêma Darfurê terikandine û hewl didin biçin herêmên dûrtir. Ev rêwîtiyên dirêj, ji ber kêmaniya xwarin û avê bi xeteran dagirtî ne.”

Yujîn Byun bang kir ku di şeran de hemû alî pêşekî bidin parastina sivîlan. Divê mafên mirovan û hiqûqa mirovî ya navneteweyî were pêkanîn.

‘Pêwistî bi alîkariya lezgîn heye’

Berdevkê NY’ê da zanîn ku êrîşên li dijî sivîlan di bingeha etnîkî de nayê qebûlkirin. Divê alîkariya mirovî bi lezgîn bigihîjînin El Faşêra di bin dorpêç de û wiha got: “Bi rojan e em nikarin alîkariyê bigihîjînin bajar. Kesên li bajar asê mane, nikarin xwe bigihîjînin alîkariyên jiyanî. Gelemperî li Sûdanê pêwistiya 30 milyon mirovan bi alîkariya lezgîn a mirovî heye, bi hezaran zarok kêmxwariniyê dijîn û vê rewşa mirovî ya welat xirabtir kiriye. Ji ber şer û astengkirina xwegihandina alîkariyê, alîkarî nagihîje yên pêwistî pê heye. Alîkarî hatiye sînordarkirin û pêwistî pir kêm ten bicihanîn.”

‘Li welatên cîran zêdetirî 4 milyon koçberên Sûdanê hene’

Berdevkê NY’ê diyar kir ku valahiya fînansmana navneteweyî gelek mezin e, ev jî zoriyên ku gel dikşîne giran kiriye û pêwistî bi mudaxeleya lezgîn heye, bang kir ku saziyên bexşkar li welatan zêde bibin.  Her wiha destnîşan kir ku li welatên cîranên Sûdanê, zêdeyî 4 milyon koçberên Sûdanî hene. Welatên weke Şad û Başûrê Sûdanê ku pirsgirêkên aborî, krîzên wan ên hundurîn hene qebûlkirina van koçberan didomînin.

Li Sûdanê ji Nîsana 2023’an ve, di pevçûnên ku di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de didomin de, bi deh hezaran kes mirine û nêzî 13 milyon kes koçber bûne, ev rewş dibe sedem ku krîza mirovî kûrtir bibe. Sivîl di xwegihandina xwarin, derman û xizmetên bingehîn de zoriyên mezin dikşînin.