10 jinên li Stenbolê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
10 jinên piştî Roja Jinan a Cîhanê li Stenbolê hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/03/20240315-20240315-823x463cc-img-8283-jpeg64a0ee-image-jpg9fec3d-image.jpg)
Stenbol- Li Stenbolê di 12’ê Adarê de polîsan bi ser gelek malî de girtin û di operasyona pêk hat de navn de endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û jinên ji Atolya Jîneolojiyê jî nav de 10 jin hatibûn binçavkirin. Jinên hatibûn binçavkirin bi şerta kontrola edlî hatin berdan.