1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi şahiyekê hat pîrozkirin
Li Kobanê bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê, bi tevlibûna sedan şêniyên kantona Firatê şahiyek hat li darxistin.
Kobanê- 1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê weke roja hevgirtin û têkoşîna hevbeş a gelan li hemberî DAIŞ`ê tê pênasekirin, li bajarê Kobanê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di sala 2014’an de berxwedana şervanên YPJ/ YPG li hember DAIŞ’ê ya ku 134 rojan berdewam kir mohra xwe li dîroka mirovahiyê da. Gelê cîhanê piştgirî da berxwedaniya Kobanê ,ev berxwedanî weke têkoşîna heybeş a mirovahiyê li hember DAIŞ’ê ket dîrokê û 1’ê Mijdarê jî wek roja Kobanê ya cîhanê hat ragihandin. Ji wê rojê û şûnve her sal ev roj bi çalakiyên cur be cur tê bibîranîn û pîrozkirin.
Rêveberiya xweser a kantona Firatê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re, azadî ji pirsgêrêka Kurd re çareserî” li qada Şehîd Egîd a Kobanê bi amadebûna hemû sazî û rêxistinên kantona Firatê, Kongra Star, xwendekar, gaziyên şer, Rêberberiya xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berxwedêrên enternasyonal û malbatên cangoriyan şahiyeke bi rêxistin kir.
Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin, paşê bi navê Kongra Star û yek ji şahidên berxwedana Kobanê Laleşîn Ebdulah axivî û got: “Di destpêkê de em berxwedêr û şehîdên Kobanê silav dikin. Îro em bi keda wan li vir jiyan û têkoşîn dikin. Bi hovîtiyeke gelekî mezin çeteyên DAIŞ’ê êrişî bajarê Kobanê kirin. Kobanê bi berxwedaniya xwe bala hemû cîhanê kişand ser xwe. Hemû kesên ku ji bo jiyaneke azad têkoşîn dikirin berê xwe dan Kobanê. Yek ji bangawaziya Rêber Apo hîşt ku Kobanê bibe cihê berxwedaniya gelan li hember dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê. Îro roja 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bûye roja têkoşîna hemû gelên azadîxwaz”.
‘Berxwedaniya Kobanê li cîhanê mînakek mezin a bawerî û têkoşînê’
Yek ji Endama YPJ’ê ya enternasyonal Jiyan Bengî jî axivî û wiha anî ziman: “Ez di serî de bi navê hemû hevalên enternasyonalîst hemû berxwedêran silav dikin û vê rojê pîroz dikin. Berxwedaniya Kobanê îro li cîhanê bûye mînakek mezin a bawerî û têkoşînê. Fikir û ramanên Rêber Apo hişt ku îro wek hemû pêkhate em bi hevre jiyan û têkoşîn bikin. Gelek hevalên me yên enternasyonalîst li ser banga Rêber Apo tevlî berxwedaniya Kobanê, berxwedaniya rûmetê bûn û canê xwe fedayî Kobanê û gelê wê kirin. Îro jî jinên azadîxwaz û berxwedêr pêşengiya şoreşê dikin. Pêwist dike ku hemû kesên li ber xwe dan têkoşîn kirin ji bîr nekin û şopdarê rêya wan bin. Em ê berxwedana xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mezin û bilindtir bikin.”
Piştî axaftinan hunermend Silava Bozî û Henîf Kobanê huner û awazên xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.