1’ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin
Bi sedan ji şêniyên bajarê Kobanê li qada şehîd Egîd kombûn û bi şahiyeke girseyî roja 1’ê Mijdarê pîrozkirin.
					Kobanê – Roja 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştevaniya bi berxwedana Kobanê re ye ku di dema êrîşên çeteyên DAIŞ di 2014’an de ji 50 welatên cîhanê, gelên 90 bajaran rabûn ser piyan û piştevaniya Kobanê kirin.
Îroj bi vê boneyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), gaziyên şer, Kongra Star, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û bi sedan ji şêniyên bajarê Kobanê, bi şahiyeke girseyî ev roj pîrozkirin.
Pîrozbahiya ku li qada şehîd Egîd pêk hat, bi temamî bi posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ, QSD, Kongra Star, Rêveberiya Xweser û ya Sûriyê hatibû xemiland.
Şahiya ku bi deqeyek rêzgirtin despêkir, pişt re gelek axaftin û peyam hatin dayîn.
‘Vîn û hevgirtina gelan garantiya xweparastina ji hemû êrîşan e’
Cîgira Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl ku bi navê Rêveberiya Xweser spasiya gelên ku piştgiriya berxwedana Kobanê kirin kir, wiha got: “Berxwedana Kobanê efsanevî bû ku vîna şervanan a ji pola nîşan da. Ji bo vê jî em dikarin vê berxwedanê û bi taybet jî roja 1’ê Mijdarê weka roja parastina mirovahiyê ji terora DAIŞ’ê ragihînin û weke destkeftiyeke hevgirtina gel û jinan bigirin dest. Ev roj ji bo me teqez kir ku vîna gelan dikare li beramberî hemû cureyên êrîşan bibe bersiv û mertala parastinê.”
‘Berxwedana Kobanê dîroka gelê Kurd a sedsalekê nîşan da’
Li aliyekî din endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediye Yusif ku berxwedana Kobanê weke mîrateyeke berxwedana gelê Kurd a sedsalekê binav kir, wiha nirxand: “Berxwedana ku li ser axa Kobanê berz bû, li dijî paşverûtî, hovîtî û desthilatdariyê bersiveke bihêz bû. Ji bo vê jî rihê ku di berxwedana Kobanê de xwe da der nûnertiya rastî û dîroka gelê Kurd yê ku ev sedsaleke di qirkirin û tunekirinê re derbas dibe. Kobanê; bû dengê berxwedaniya gelê Kurd û Rojavayê Kurdistanê ku hemû cîhan rakir ser piyan û ew jî tevlî nava vê berxwedanê bûn.”
‘DAIŞ li kolanên Kobanê tune bû’
Di heman demê de endama Kordînesyona Kongra Star Xunav Xelîl jî peyama rêxistina xwe bi van gotinan anî ziman: “Çeteyên DAIŞ ku ji bo hemû mirovahiyê bibû metirsiyeke mezin û tu hêzê jî nikaribû li hemberî wê rawestin, li van kolanên ku em niha şahiyê lê digerînin têk çû û binket. Ji bo vê jî divê em mîrateya wê biparêzin û di avakirina Sûriyeke demokratîk de bikarbînin.”
Piştî axaftinan, ji aliyê Komîna Hunera Bedew pêşengeke wêneyan hat pêşandan ku 100 tablo ji aliyên şêwekarên kantona Cizîrê û Firatê ve hatibûn xêzkirin. Tablo di naveroka xwe de sembolên berxwedana Kobanê û hurguliyên wê nîşan dan.
Şêwekarên ku tablo xêzkirbû, ji aliyê komîteya amedekar ve hatin xilatkirin ku rêveberiya wê Şîlan Ezim bilêv kir ku; “Çawa gotin bû çek û li dijî êrîşan bû bersiv, reng û xêzên şêwekaran jî bû parçeyek ji nîşandana vê berxwedanê”.
Herî dawî jî ku bernameya hunerî ji aliyê Hunergeha Welat ve hatibû amedekirin, navenda Hunergeha Welat bi hemû ekîba xwe huner, stran û govenda xwe li ser dika qada şehîd Egîd ya Kobanê nîşan dan.
Şahî bi gerandina govendê û berzkirina diruşmên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana QSD” û “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.