lîsta rojê

  • Portreya Rojê: Lavinia Lloyd Dock 

    Ji jinên di qada tenduristiyê de li hemberî sektorên ticareta dermanan û newekheviya zayendî têkoşîn daye Lavinya Llyod Dock dibêje: “Hemwelatî li gorî desthilatdaran tenê rêgezên nêr yanî mêr in. Têgînên ku baviksalariyê di nava civakê de cih kirine tenê bi perwerdeya demokratîk dikarin bên çareserkirin.”

  • Portreya Rojê: Bijîşk Rebecca Crumpler 

    Rebecca Davis Lee Crumpler a ku bi isbatkirî her tişt bi xebata dijwar û disiplînê gengaz e, bûye nimûne û modela kedê ji bo bijişkan, jinan û pêşeroja zarokan.

  • Portreya Rojê: Parazvana 93 salan a zimanê dayikê: Chrîstîna Calderon 

    Chrîstîna Calderon a Yaganî, di tevahiya jiyana xwe ya 93 salan de bû parazvana çand û zimanê Yaganî loma bi wefata wê zimanê Yaganî sêwî ma. Chrîstîna Calderon, piştî mirina xwişka xwe gotibû: "Dema ku xwişka min Ursula jiyana xwe ji dest da, keseke ku bi zimanê dayikê bizanibe û bikarim pê re biaxivim nema hestek cuda bi min re da çêkirin. Min hîs kir ku ez bi temamî tenê mame."

  • Portreya Rojê: Ji jinên li peyî lêgerîna azadiyê Asma Mûrad 

    Asma Mûrad yek ji jinên li peyî lêgerîna azadiyê bûye ji bo wê jî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve rastî hemû cureyên tundiyê hatiye. Asma Mûrad a li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde dîtiye piştî komploya 15’ê Sibatê 23 sal in cilên reş li xwe dike got: “Di hizûra hemû mirovahiyê de ez rêzdar û şopdarê doza Rêber Apo me.”

  • Portreya Rojê: Koordînetora çalakiyên bibandor ên Sofrajetan Christabel 

    Christabel Harriette Pankhurst hê zarok ew û xwişka xwe Sylvia bi dayika xwe re li qadên têkoşîna ji bo bidestxistina mafê jinan hevaltî kirin.

  • Portreya Rojê: Wêjevana berxwedana Cezairê Assia Djebar 

    Wêjevana Cezayirê Assia Djebar a bi romana xwe ya bi navê ‘jina gora wê nîn e’ herî zêde hatiye nasîn di kesayeta Suleyhayê de jinên Cezairê yên bi hêz li hemberî dagirkeriya Fransayê sekinîne kiriye mijara romanên xwe û serê xwe li ser jîndarkirina wan jinan êşandiye.

  • Portreya Rojê: Hanadi Zakaria El-Hindi 

    Tevî ku dizanî dema li welatê wê jinek bixwaze li peyî xeyalên xwe biçe çiqasî dijware jî ajotina belafirê li Siûdiyê ji xwe re kir xeyala jêneger û giha aramanca xwe. Hanadi Zakaria El-Hindi xewna xwe ya ajotina belafirê pêk anî û bû yekem jina Siûdî ku ruxseya ajotina belafirê bidest xist û navê wê di pirtûka 100 jinên herî mezin ên di hewavaniyê de hat tomar kirin.

  • Portreya Rojê: Wênegira kolanan Vivian Maier 

    Wênevana navdar a sedsala 20’an ku ji anva kolanên Chicago yê dest bi rêwîtiya wênekêşanê kiriye û dawiyê vegerandiye pîşeyek jêneger Vivian Maier nedixwast bi mêran re kar bike û digot: ‘Mirov nikare baweriya xwe bi mêrekê bine.’”

  • Portreya Rojê: Li dijî pergala kastê ya paşverû fedaiyek 

    Gauri Lankesh rojnamegereke Hindistanî ye. Ew parêzvana mafên jinan e, li dijî pergala kastê ya xwe disperse polîtîkayên cudakar aktîvîstek e. Ji ber vê nasnameya xwe, ji ber ku rexne li fanatîzma Hindû dikir, bû qurbanê sûîqesteke siyasî.

  • Portreya Rojê: Sakîne giyan dida eniyên berxwedana Cezayîrê 

    Di nava yekîneyên berxwedana Cezayirê de xebata tenduristiyê jî karek sereke û giringbû. Di dema çalakiyan de birîndar digihandin ber destê Sakîne û hevala li kêleka wê Melîke, her duyan xebata tenduristiyê girtibûn ser milê xwe.

  • Portreya Rojê: Avesta Xabûr 

    Rêhevalên Avesta Xabûr bi bûneya bîranîna wê dan zanîn ku ewê riya hevala xwe bişopînin û gotin: “Avesta bi çalakiya xwe peyam da dijmin û got 'Hûn nikarin bi hêsanî Efrînê dagir bikin.' Çalakiya wê bandorek mezin da çêkirin û hêz da berxwedanê"

  • Portreya Rojê: Ji pêşengên Komara Muhabadê Mina Qazî 

    Ji pêşengên damezrandina Komara Muhabadê Mîna Qazi bi nasnama xwe ya jinbûnê li gel Rejîma Îranê şer kiriye. Dawiyê li Muhabada pir jê hez kirî çavên xwe li jiyanê girtiye.

  • Portreya Rojê :Ji pêşengên şoreşa jinê Hind û Seda 

    Hind û Seda du jinên ku li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê serî netewandin û li hemberî gef û tehdîdên çeteyan jî heta nefesa xwe ya dawiyê ji bo azadiya jinan ked dan. Her du jinên wêrek di têkoşîna tevgerên jinan de bûn wesîleya biriyardariyê.

  • Portreya Rojê : Audrey Hepburn 

    Lîstikvana Audrey Hepburn a xelata lîstikvana herî baş girtîye her demê li gel kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heyî cîh girtiye û timî jiyana xwe ji bo kesên di tengaviyê de xistiye metirsiyê.

  • Portreya Rojê: Ji nava yekîneyên Sabutajê yên berxwedana Cezayîrê Hesîba Elî 

    Berpirsiyarên tîmên sabutajê yên yekîneyên berxwedana Cezayirê Hesîba Elî û Zehra Zarifa di hemû çalakiyên xwe yên sabutajê de serkeftinên di nava gel û yekîneyên berxwedanê de dibûn sedema kêfxweşiyên mezin bidest dixistin.

  • Portreya Rojê: Rojîn Ehmed 

    Di komkujiya 25`ê Kanûna 2021`an ji aliyê dewleta Tirk ve li Kobanê pêk hat de her dû xwişk Feyruz û Rojîn Ehmed Îsa hebûn. Rojînê jiyana xwe ji dest da û Feyruz jî birîndar e. Feyrûz û dayika xwe destnîşan kirin ku ew ê tu caran ji ber van êrişan gav paş de navêjin, berevajî wê bihêztir bibin.

  • Portreya Rojê: Dilê Şoreşa Kubayê Celia Sanchez 

    Şoreşgera ku jêre ‘Dilê Şoreşa Kubayê’ hatiye gotin Celia Sanchez Manduley gotiye: “Em ticarî paşde nemane. Her dem li kêleka mêran, carnan jî li pêşiya wan in. Ji ber ti ferq navbera me de nîne.”