Yekem fîlmê Kurdan: 1926 Filmê Zarê

Zarê fîlmek dramatîk a bêdeng a sala 1926’an e ku li ser Kurdên Êzîdî hatiye çêkirin. Ew wekî yekem fîlm tê hesibandin ku sosyolojiya Kurdan aniye ser ekrana mezin. Fîlm di 9’ê Mijdara 1926’an de hate pêşandan û derhêner, Hemo Beknazaryan bû.

Navenda Nûçeyan – Zarê di sala 1926’an de li Ermenistanê hate kişandin. Senaryo ji çîroka kurt a Hakob Gazaryan "Çarenûsa Zarê" îlhama xwe girtiye. Derhêneriya fîlmê Hamo Beknazaryan kiriye, ku wekî damezrînerê sînemaya Ermenistanê tê hesibandin. Ew cara yekem li Tirkiyeyê di çarçoveya festîvala "!f Istanbul 2011" de hate nîşandan. Kopiyek 3.35 mm ya fîlmê ji Ermenistanê ji bo vê pêşandanê hate anîn. Fîlmê ku di destpêkê de bêdeng hatibû kişandin. Paşê di sala 1970’yan de bi şîret û alîkariya Casimê Celil ê  rewşenbîrekî Kurd ê li Yekîtiya Sovyetê dijî û keça wî ya muzîkjen Cemîla Celil û ji hêla Keremê Seyyat ve hate vegotin, bû versiyoneke dengî. Ev versiyona dengî li Ermenistanê hate nîşandan. Li Tirkiyeyê, bi jêrnivîsên Kurdî û Tirkî hate nîşandan.

Kevneşopî û avahiya civakî ya Kurdên Êzîdî

Zarê ku aîdî serdema fîlmên bêdeng e, jiyan, kevneşopî û avahiya civakî ya Kurdên Êzîdî nîşan dide. Fîlm çîroka Zarê, keçek ciwan a Êzîdî û zextên civakî yên ku ew pê re rû bi rû dimîne vedibêje. Di vî warî de, ew ne tenê çîrokek evînê ye, di heman demê de belgeyek dîtbarî ya civaka Kurd a wê serdemê ye jî.

Zarê ku şêwaza jiyanê, cil û berg û rêûresmên Kurdan di wê serdemê de li ser ekrana mezin nîşan dide, wekî destpêka dîroka sînemaya Kurdî tê hesibandin. Fîlm bi bandor nîşan dide ka çawa kesayetiya olî di nav avahiya feodal a civaka Kurdî de wekî amûrek zilmê û îstismara gel hatiye bikar anîn. Ji aliyekî din ve, em dibînin ku kesên desthilatdar dikarin her rêbazek ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin, hem di çerxa bertîlê de û hem jî di awayê manîpulekirina şêxê gund û hin hêmanên kevneşopî de.

Bikaranîna nezaniya civakê

Fîlm zordarî û îstismara bêrehm a gelê Kurd ji aliyê Temûr Bey ku serokeşîrekî Kurd ve nîşan dide ku bêbiryarî û nezanîna wan îstismar dike. Bi rêya çîroka evînê ya Zarê û şivan Seydo, fîlm mijarên wekî serokatiyê, bihayê bûkê û pirjiniyê dihune.

Fîlmek li ser jiyana rojane ya Kurdan

Ji bilî çîrokeke evînê, Zarê di heman demê de fîlmek li ser jiyana rojane ya Kurdan e. Tevî şiyanên teknolojîk ên sînorkirî yên wê demê, ew wêneyên pir girîng ên jiyana rojane dihewîne. Tenê ji van wêneyan mimkun e ku meriv şîroveyên diyarkirî li ser çand û jiyana rojane ya Kurdan bike. Bi rastî, jêrnivîsa fîlmê "Fîlmek heft beşî li ser jiyana Kurdan" e.

Hûrguliyek din a girîng di fîlm de ev e ku bandora rêberên olî li ser civakê, rastiyek dîrokî, çawa ji hêla kesên desthilatdar ve wekî amûrek zordariyê hatiye bikaranîn.

Bîranînek ku ji sala 1926’an heya roja îro dirêj dibe… Yekem hevdîtina mirovan bi ekrana sipî re.