Vegotinek li ser jinbûnê: Saet
"The Hours", ku adaptasyoneke şahesera Virginia Woolf "Mrs. Dalloway" e, bi awayekî bihêz nîşan dide ka jin çawa mîna xelekên zincîrekê bi hev ve girêdayî ne.
Navenda Nûçeyan – Ji şahesera pirtûka bi navê Mrs. Dalloway ya nivîskara Femînîst Virginia Woolf ket rê û halê wê anî sînemayê ‘The Hours/Saet’, fîlmek li ser karekterê nivîskarek û xwendevanekê hatiye avakirin e. Fîlm tevî ku bi budçeyek kêm hatiye çêkirin serkeftinek mezin bi dest xist.
Rolên sereke yê fîlm Nicola Kidman, Julianne Moore û Merly Streep parvekirin, derhêneriya wê Stephen David Daldry kir.
Di fîlmê de jinan yekem, Virginia Woolf (Nicole Kidman), li Londra li aliyekê bi depresyonê re têdikoşe, li aliyê din romana xwe ya yekem ‘Mrs. Dalloway’ dinivîsîne. Beriya vê piştî 20 salan, di dawiya şerê cîhanê yê 2’yem de jinek a malan Laura Brown (Julianne Moore), li Los Angeles dijî, Mrs. Dalloway dixwîne û jina azad û şoreşger a di hundirê wê de radibe, bi îlhama girtî, di jiyana xwe de guherînên mezin çêdike. Û Clarissa Vaughan (Meryl Streep) ku di New Yorka roja meya îro de dijî û versiyona nûjen a Mrs. Dalloway ya Woolf ye, hewl dide ji bo wê û heskiriyê wê yê berê Richard dê dawî çawa be texmîn bike. Fîlm çîroka van hersê jinan tîne ba hev.
Film bihêz nîşan dide ka jin çawa mîna xelekên zincîrekê bi hev ve girêdayî ne, nîşan dide ku guherîn jêvenegere. The Hours/Saet, di xetek ku her sê jin di heman saetê de diçin û tê derdixe holê.
Virginia, wek hunermendek û Laura, ji pencereya xaniyê piçûk ê ku civakê jê re veqetandiye, û Clarissa, ji hundirê fîgurê jineke modern, fikarên neynikê yên şerekî cîhanî ronî dikin ku girseyan xistiye nav bêhêvîtiyê.
Rastîyên ku di dem û cihên cuda de hatine qebûlkirin carinan xwe dubare dikin. Di vî warî de, “The Hours” li ser çîrokên cuda lê dişibin hev ên sê jinan disekine. Fîlm bi dengê Virginia diqede ku dibêje: "Her tim sal di navbera me de hene. Her tim sal, her tim evîn, her tim saet..."