Tu derman ji bo êşa qûrbaniyên kimyabarana Serdeştê nîne
Kimyabarana bajarê Serdeşt yek ji tewanên ku rejîma Baas di dîrokê de kiriye. Heta niha hemwelatî êşa wê karesatê dikêşin. Meryem Melekarî ya ku qurbaniyê kimyabarana Serdeşte behsa xirabiya rewşa xwe û malbata xwe kir.
DÎLAN MEHEMEDÎ
Mihabat- Kimyabarana Serdeştê tewanek yê şere û komkojiyek bû ku di 28’ê Hezîrana sala 1987’an ji aliyê hêzên rejîma baas ya Îraqê ve hatiye kirine. Li çar cihên bilind yê bajarê Serdeşt bombaya kimyayî bikar anîn û nêzî 110 hemwelatî hatin qetilkirin û 8 hezar kesên din bi vê gazê bi jehrê ketin. Nêzî 35 sal li ser bûyerê re derbas bû, heta niha encamên vê êrîşê bi dawî nabûye û hinek ji qurbaniyan bi tu awayî alîkarî û çareserî jêre nehatine kirin.
Xaza xerdel, yek ji wan gazên jehriye ku di xweza û laşê mirovan de dimîne, ew zarokên ku bi wê gaza jehrî ji dayîk bûne piştî 35 bi awayek ne tendirust jiyan dikin. Her wiha xelkê bajarê Serdeşt li gora biryara wezareta tendirustiyê bexşîna xwînê ji bo wan nayê kirin.
Kimyabarana Serdeşt êrîşa herî tirsûnek ya kimyayî bû ku gelek bandorên nerênî kiriye û pirsgirêk derketine. Serdeşt yekem bajarê qurbaniyên çekê kimyayî Başûrê Kurdistanê jehr kiri bû, civaka navdewletî tu rêgiriyek lê nekir û li beramberî vê karesetê bê deng bû.
Nebûna nexweşxaneyekê, jiyana hemwelatiyan li bajarê Serdeşt xistiye metirsiyê
Serdeşt bi kimyabaranê hate jehrkirin, lê belê bê xizmetgozarî maye, piraniya xelkên têde jiyan dikin heta niha pirsgirêkên demar û nefesê hene û pêdivî bi nexweşxaneyek baş heye û nexweşxaneya Serdeştê jî ji derveyî bajare û eve jî jiyanan nexweşan dixe metirsiyê.
Li parqa bajarê Serdeşt me behsa kimyabaranê kir, lê belê hemwelatiya behs kir ku hinek leşkerên ji derveyî bajar di wê demê de li Serdeştê bûn, faylên hinek leşkerên ku alîkarî kirine hene, ji ber em Kurdin û bi madeyên kimyayî li Serdeştê hatin jehrkirin û tiştek ji bo me nehatin kirin.
Mêrên bi temen û jinên navsale ji ber êşa kimyayî û jehrê û kêmiya dermanan dikêşin û bê hêvîne, ji ber tu çareserî ji bo êşa wan nîne û tu kes derman jêre dabîn nakin lêjneya kimyabaran û tenidrustiyê nîne.
Pêştir Mehsûme Îbtehad di geştekê de ji Serdeşt ragihand ku wê nexweşxaneya herî mezin ya Rojhilata Navîn li Serdeştê ava bikin û perestara nexweşxaneyê got: “Ji ber vîrosa Korona û madeya kimyayî nexweşxaneya Serdeşt ne rihete, lê belê hebûna nexweşxaneyek ya jehra kimyayê û Korona bi hevre, tenê di nexwexaneyê de şeş amêrên nefesê hene û hemwelatî ji mafê wergirtina oksîjenê bê par dimînin.
Ajansa nuçeyan ya Jinê NUJINHA xwe gihand qurbineyek ya kimyabaran Serdeşt ya bi navê Meryem Melekarî li gel wê hevpeyvînek pêkanî û wiha behsa kimyabaranê kir û got: “Kimyabaran ji bo min êşek ya xwe ya mezin heye, pirsgirêkên min yê demar û nefesê û pirsgirêka min ya bedenî jî heye û zêde li pey bijîjkên kimyayî ne ketim. Dema ku Serdeşt hate kimyabaran kirin, em li gundê Meleşêx dijiyan û me ne dizanî çekê kîmyayî çiye. Dema ku endamên malbata me vegeran gund ji ber ji nav kimyabaranê hatibûn û em hembêz kirin û me cilên wana şoşt, di wê demê de min êş hîs kir dem û çavê min di şewite, di wê demê de ez nexweşim û tenê hêviya min ew bû ku ewên ku rewşa wan ji ya min girantir çareserî werbigrin, hinek ji endamên malabata min xuşka min, hevjînê xwe û hevjîna birayê min ji kimyayê bandor bûn û jiyana xwe ji dest dan.”
“Pirsgirêka min ya demar û nefesê heye”
Meryem da diyarkirin ku ji ber kimyabaranê tenê bi hembêzkirina birayê wê çavê wê şewitî û wiha dom kir: “Birayê min di rewşek xirab debû, min ji ne dizanî kimya çiye û her cara ku ez hembêz dikirim min hîs kir ku çavê min di şewite, rêjeya bandorbûna min ya ji kimyayî kêmtir bû û ewên ku rêjeya wan ji ya min zêdetir di rewşek giran de jiyan dikin, ez bi wê rêjeya kêm jî gelek nexweşim û baş bibim. Lê belê ez hertim nexweşim û pirsgirêka min ya demar û nefesê û êşa min heye û divê hertim biçin gel bijîjk. Niha keyfxweşiya min ewe ku tenê gulên min li gel minin û pêre di axivim û pêre jiyan dikim. Ez di wê hêviyê deme ku hemû birînên min baş bikin û tenê ev rewşe dijminê me êdî dûbare neke. Ji ber bi rastî zilm li xelkê Serdeşt hatiye kirin û bê desthilate û piraniya xelkên bi kimyabaranê nexweş bûne, lê belê çareseriya bijîjkî ya kimyabaranê nîne û rewşa wan gelek xirab e.”