Strana Rojê: Pervin Chakar / Newroz

Pervin Chakar, ji nû de strana Newrozê şîrove kiriye û gihand giyanek navnetewî. Piyano ya Song Yi ya ji Başûrê Koreyê û violada ya hunermenda Îspanî Ana Zambrano  bi degê Pervinê re bûn yek û awazek cuda derket.

Strana Newrozê ya besteya wê ji aliyê filozof û helbestvanê Kurd Pîremêrd (Tevfik Mahmut Hamza) ve hatiye nivîsîn cara despêkê 21’ê Adara 1948’an bûye stran û di Newrozê de hatiye gotin.