Strana Rojê: Şeyda Gahavanî Hêza Jin

Hunermend Şeyda Gahavanî di sala 1983’an li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di nava binemaleyek hunermend de dayik bûye. Ji zaroktiya xwe ve gelek ji karê huerê hez dike. Ji ber wê heta ew demê ku li Îranê jiyan dikir di qada şano û muzîkê de kar kiriye. Pîştî sala 2015’an koçî Almanya bû û li wê derê jî bi awayek fermî dest bi karê muzîkê kir. Şeyda bi xwe xwediyê heft stranên ku kirine kilp û li gel hunermendên bi nav û deng yên Kurdistanê gelek konser daye. Strana xwe ya herî dawî ya bi navê hêza jinê belav kir.