Sonîta Alizadeh: Jinekê ku bi riya muzîkê çarenûsa xwe guherand

Sonîta Alîzadeh ku yek ji çalakvanên mafên jinan ên herî berbiçav ên îroyîn e, kesayetiyek bihêz e ku muzîkê veguherand amûrek berxwedanê, jiyana wê ne tenê çîroka serkeftina takekesî ye, di heman demê de temsîla dengek e ku li dijî zordariya sîstemîk.

Navenda Nûçeyan – Sonîta di sala 1996’an de li Herata Efganistanê ji dayîk bû, zarokatiya xwe di bin desthilatdariya Talîbanê de, di siya şer de derbas kir. Bêewlehî, xizanî û bêparbûna ji mafên bingehîn faktorên sereke bûn ku jiyana wê ya destpêkê teşe kirin. Malbata wê bi hêviya jiyaneke ewletir koçî Îranê kir. Lê belê, vê jiyana nû azadiya ku tê hêvîkirin neanî. Sonîtaya ku li Îranê wekî penaber dijiya, neçar ma ku bê nasname bijî. Mafê wê yê perwerdehiyê hat redkirin û di temenê ciwaniyê de dest bi xebatê kir da ku beşdarî malbata xwe bibe.

Di 10 saliya xwe de rastî gefa zewacê hat

Yek ji xalên herî girîng ên werçerxê yên di jiyana Sonîta de, neçarkirina zewaca di temenê zarokatiyê de bû. Wê çaxê hê tenê 10 salî bû. Cara yekem bi gefa zewacê re rû bi rû ma û dîsa di 16 saliya xwe de hat zewicandin. Malbata wê plan dikir ku wê li hember mehrê bizewicîne. Ji bo wê, ev ne tenê kevneşopiyek bû, di heman demê de windakirina azadiya wê bû jî.

Muzîk ji bo wê bû rêya berxwedanê

Di vê demê de, muzîk ji bo Sonîta bû rêyek rev û berxwedanê. Piştî ku li Îranê muzîka rapê keşf kir, jina ciwan xwe fêrî nivîsandin û rapê kir. Li şûna ku li hember zilma ku lê dihat bêdeng bimîne, wê dengê xwe bilind kir. Nîşana herî bihêz a vê biryarê, strana wê ya "Doughters for Sale (Keçikên Firotanê)" bû. Vê stranê ne tenê çîroka wê, di heman demê de rastiya zewaca bi darê zorê ya ku bi milyonan keç li çar aliyê dinyayê dijîn jî eşkere kir.

Derxistina stranê jiyana Sonîta bi temamî guherand. "Doughters for Sale" zû bala navneteweyî kişand û gihîşt gelek temaşevanan. Ev xuyabûn yek ji faktorên herî girîng bû ku pêşî li wê girt ku bi zorê bizewice.

Vegotina hêza hunerê

Îro, Sonîta Alizadeh ne tenê kesek e ku çarenûsa xwe guhertiye; ew di heman demê de nûnera bi milyonan keçan e ku dengê wan nayê bihîstin. Çîroka wê bi zelalî hêza hunerê û bi taybetî muzîkê, ji bo afirandina guhertina civakî nîşan dide.