SÎTAWKA ROJÊ RUKEN
Bi bayê baskên Sîmûrgê Çiyayê Araratê sermest û dilxweş bû. Sîmûrga ku weke şahê nemiran dihate naskirin di nava baskên xwe de Rûkenek, dilwêrek û têkoşerek anîbû li ser çiyayên Araratê. Êdî Rûken gerîlayek bû di oxira azadiyê de.
JÎN EVÎNDAR
Beriya ku dest bi nivîsandina xeleka lêhenga xwişk û biratiya gelan bikim, min pirtûka " Joseph Campbell" a bi navê Guhertina Xweda û Xwedawêndan xwendibû. Di wê pirtûkê de hind penaseyên heyî, dişibiyan mînak û gotûnên pîrik û dayîkên me. Ji ber ku mirov di wê pirtûkê de pîroziya rojê, heyv û xwezayê carek din dibînê. Her wiha mirov carek din têdighêje ku di hemû baweriyan de şîroveya mirin û jiyanê çiqas dişibe hevdû.
Her wiha hin hevokên wê jî hebû weke brûskek di hişê min de xwe lê dida. Her ku şiqe şiqa wan brûskan di hişê min de lêdida rûyê Rûkena Çerkez jî li ber çav û dilên min zindî dibû. Ji ber ku nivîsandina wan kêliyên nasîna cangoriya azadiyê Ruken nivîsandin, ji bo min di warê hest û raman de pir bi zehmet dihat. Min ji xwe pirs dikir û digot; ”Gelo ez ê di demekê ku di rojeva me hemûyan de qala xwişk û biratiyê tê kirin û şîrovekirin de bikaribim rast danasîn û penaseya wê lehenga Çerkez bikim?” Min digot, gelo nivîsandina jinek wiha çalak di vê mafê wê û hebûna wê ya di nava têkoşîna azadiyê de çawa rast deynim holê?
Belê; mirov her tim li hemberî rastî û lêhengiya cangoriyê azadiyê dikeve nava pirs û sûalên sinca hevrêtî û jiyanê.
Di wê pirtûkê de dihat gotin ku “Sîh nakevê ser rojê û roj mirinê di hûndirê xwe de nahewîne.” Bi rastî hevokek wiha têkoşîna Rûkena Çerkez dianî bîra min. Me dema ku amadekariya bernameya wê dikir, di nivîsa danasîna wê de me digot Rûken dişibe Teyrê Sîmûrgê. Ji ber ku di nava hemû zehmetiyên têkoşîna azadiyê de xwe ji nû ve diafirand. Rêwîtiya wê ya ji qada Serhedê û ji wir heya Qada Rojê an ku qada Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi tena serê xwe serpêhatiyekê ku dibe roman, pirtûk û fîlm.
Me ji wan hevrêyên wê yên têkoşînê guhdar dikir, bi wan re dibûn rêwiyên qadên sir û seqem yên Serhedê, piştre dibûn şahidê hevrêtiya bi kok û dîrokî ya bi Bêrîtan-Gulnaz Karataş re ya li qada Xakûrkê. Em dibûn mêvanên bîranînên bi kelecan, hestên dilxweşî û gotinên xwerû yên vegotina têkoşîna xwişk û biratiya gelan.
Niha jî di asoyên xeyalên min û hevreyên min de Rûken dişibe sîtavka Rojê. Ji ber ku wê bi agirê dilê xwe hebûna xwe ji nû vê afirandibû. Lê di nava van hevokên kelecanî de Rûken dibe şewqa Rojê. Niha jî wê mirina biyolojîk bi teyisandina xwe ya dîrokî û zanistî bi şewqa Rojê re zindî kiribû. Ruken bi bûyîna sîtawkê hebûna xwe ya rih û hestî bi rojê re diyar kiribû
Di demsala biharê de bi bayê nazik û tenik dema rûyê me diket bişkiwandina xûnçeyên gulan dihesiyan. Her wiha ew lêhengê ku tevahiya temenê xwe di oxira doza gelê Kurd de feda kirî û bûye yek ji lêhengên têkoşîna azadiyê Îdrîs Serhed, em kiribûn mêvanên bîranînên xwe. Bi rastiya herî bi wate û bedew bi nerîna min ew ê ku dema şehîd şehîda vedibejin. Ew bi xwe dibin heqîqeta dîroka lêhengiyê û azadiyê. Nasîna her yek ji wan jî, dibe deynek ser hest û ramanên me yên hevretiyê.
Lêhengê azadiyê Îdrîs Serhed jî piştî şahadeta xwe ew barê hevretî û yê rexnedayîna li hemberî dîroka rastiya têkoşîna azadiyê ji me re hiştibû. Dibe ku hin bûyer, hest, serpêhatî û rastî bi tu awayî nayên gotin û nivîsandin. Lê ya rastî ew ê ku mirov li hemberî wan lêhengan û hevrêtiya wan cangoriyan bikaribe sinca xwe ya jiyan û hevalbendiyê rast deynê holê. Em mêvanên bîranînên cangorî Îdrîs Serhed bûn, lê em bê ku zanebûna wan kêliyên dîrok nivîsandî de bin, dibûn parçek ji vegotina rexnedayîna hevalbendiyê jî.
Rûken li bajarê ku dikeve liser Anatolya navîn li Çorûmê di sala 1970’yan de ji dayîk dibe. Li bajarê Çorûmê beşek ji civakên demokrat û şoreşger û beşek jî hêzên desthilatdaran di nava xwe da dihewînê. Ji ber wê jî her tim têkoşîn û nakokiyên hêzên desthilatdar û kedkaran bi awayekî zindî xûya dike. Pêvajoya ku Rûken ji dayîk dibe şoreşger, çepgir û civakên kedkar di nava têkoşîneke mezin de ne. Rûken di nava xwişk û birayên xwe de zaroka herî biçûk e. Malbat kedkar û xizan be jî, hêrî zêde bi çepgiriya bav û çerkeziya wan di hawirdorê de dihat naskirin. Her wiha Rûken pêvojaya ku dibistana pergalê dixwîne, li dijî rêveberiya dibistan, qeyd û bendên wan jî bi serhildêriya xwe dihat naskirin. Di sala 1987’an de dibistana amadeyî diqedîne û heman salê Zanîngeha Trakya beşa Fakûlteya Tiba Geometrî qezenc dike. Di nava zanîngehê de ciwanên welatparêz nas dike û xwe nêzikî nerîn û ramanên wan dibîne. Di 18’ê meha Avrêla sala 1990’an de teyrê sîmurg baskên xwe yên bi şewqa rojê li hev da. Bi bayê baskên Sîmûrgê Çiyayê Araratê sermest û dilxweş bû. Sîmûrga ku weke şahê nemiran dihate naskirin di nava baskên xwe de Rûkenek, dilwêrek û têkoşerek anîbû li ser çiyayên Araratê. Êdî Rûken gerîlayek bû di oxira azadiyê de.
Rêwiyên azadiyê şev û rojên dirêj li pey xwe hiştibûn, li ser pir xaçirêkên çiyan şopên lingê xwe û hevaltiya xwe hilandin. Singa wan bi kêfxweşiyê hildida û bêhna ku distandin dil û hinavên wan sermest dikir. Ew benda biharê, benda keskesora asîman bûn. Lê belê wext nemabû, gel û şervanên herêma Serhedê benda fermandar û pêşengan bû. Ji bo wê ji hemû deman zêdetir gavên xwe lez, dilê xwe pola û soza xwe dikirin mertal û dimeşiyan ber bi çiyayên Agirî ve. Di şevreşiya 10’ê Gulana 1994’an bû komek gerîla sînorên hişmendî û dagirkeriyê derbas dikirin. Wê şeva 10’ê Gulanê xwe diavêt bextê 11’ê Gulanê bû. Dîroka lêhengî û serfiraziyê carek din dabû diyarkirin ew çiqas zindî û zêlal e. Rûkena ku digotin Tirk û Çerkez e, wê şevê, şopdariya lêhengê mezin yê Tirk Heqî Qarer dikir. Di oxira serkeftin û soza azadiyê de Rûken bi dilrûkenî xatirê dawî ji heval û hogirên xwe xwe stibû.
Niha carekdin bi danasîna bernameya STARÊN AZADIYÊ re em dibin mêvanên dil û hişên dîroka xwendewan û têmaşêvanên xwe. Em bi hêvî ne ku her xelekek hest û ramanên me yên naskirina dîrok û hesandina hestên xwe yên welatparezî ye be.