Rêwîtiya Libertasê ya ji dîrokê heta îro

Çîroka Libertasê ji civaka koletiyê ya Romayê heta serdema nûjen dirêj dibe. Ev nivîs li ser paradoksa azadiyê, veguherîna sembolên dîrokî û têkoşîna domdar a mirovahiyê ya ji bo azadiyê radiweste.

Navenda Nûçeyan – Libertas ne ji kefên deryayê wek xwedawenda bedewiyê, ne jî ji birûska ezman wek xwedawenda şer çêbûye. Ew ji pirsa kevnar a tiştekî ku dikare ji mirovan bê girtin lê nayê kirîn çêbûye: Azadî.

Li Romaya ku efendiyê azad û kole jî milkê wî dihatin hesibandin, azadî bi şiklê jinê derket holê. Libertas derket holê, bi sembolên rizgariyê. Di serî de sernavê azadiyê û gopalek li xwe girt. Ew kêliya ku mirov ji kategoriya xwedîtiyê derbasî refên azad dibe temsîl dikir.

Lê Libertas, ji kêliya jidayîkbûna xwe ve, paradoksek dijwar bi xwe re hilgirt; çawa di civakek ku li ser koletiyê hatiye damezrandin de azadî dikare bê pîrozkirin?

Neynika siyasetê û desthilatdarî

Dibe ku tam ji ber vê sedemê, wêneyê wê ji xwedawendekê bêtir veguherî tiştekî din; ew bû neynikek siyasetê.

Dema ku Julîus Caesar hate kuştin, kujerên komarparêz îlan kirin ku wan bi danîna wêneyê Libertas li ser pereyên xwe, azadiyê vegerandine Romayê. Piştre komar hilweşiya û împarator rabûn ser piyan, lê rûyê Libertas li ser pereyan berdewam kir. Ew wekî ku desthilatdarî, çi qas bi tundî xwe nîşan bide jî, her gav neçar ma ku rûyê azadiyê deyn bike da ku bêrehmiya desthilatdariya xwe veşêre.

Ji Romaya kevnar ber bi Ewropaya nûjen û New Yorkê ve

Libertas bi hilweşîna Romayê re nemir. Ew di bîranînê de hate parastin û piştî sedsalan, her gava ku mirov hewceyê rûyekî bû ku xewnên xwe yên rizgariyê nîşan bide, ji nû ve xuya bû.

Li Ewropaya nûjen, sembola jinê ji xwedawendeke rizgarker veguherî jineke têkoşer. Paşê di "Azadiya Gel Rêberî Dike" ya Delacroix û dû re jî di Marîanne sembola Fransayê de, xuya bû. Di dawiyê de, okyanûsê derbas kir û bi awayekî aramtir û bi heybettir gihîşt New Yorkê. Wek Peykerê Azadiyê ku meşaleyek di destê xwe de digire.

Paradoksa azadiyê û têkoşîna mirovan

Lê Libertas pirsa xwe ya herî girîng bi me re dihêle, ger mirovahî bi rastî ji azadiyê bêpar bimîne, lê azadî tenê wêneyek xweşik bimîne, ev tê çi wateyê?

Li vir, rêwîtiya wê ji ya xwedawendeke Romayî wateyek mezintir digre. Ev rêwîtiya têgehek e ku bi demê re guheriye. Ji azadkirina koleyan heta azadiya welatiyan, ji azadkirina gelan heta xewna wekhevî û rûmeta mirovan.

Belkî paradoksa wê ya herî xweşik ev e, di demekê de ku dîrok azadiyê di şiklê jinekê de nîşan dide, jinên rastîn ne tenê ji bo ku bibin sembolên azadiyê, di heman demê de ji bo ku bibin xwediyên wê, damezrîner û parêzvanên wê jî têkoşiyane.

Ji ber vê yekê Libertas jineke ji kevir nebû. Ew rûyê mêr bû û hîn jî wisa ye, di wê gavê de ku ew biryar dide ku zincîrên xwe bişkîne.