Rêwîtiya dirêj a Jin Jiyan Azadî: Kulîlkên azadiyê hê li çiyayan zîl didin

Emîne Erciyes ku di oxira çiyayên ji wan re digot; ‘Çiyayên min ên bilind’ de jiyana xwe ji dest da, bi gotina “Îro jî kulîlkên azadiyê careke din di çiyayên min de zîl dide”, tîne ziman ku serpêhatiyek didome.

Navenda Nûçeyan – Wêneyekî hinek caran gelek tiştan dibêje. Ji paşroja me û ji bîra hevpar a van çiyayan bang li me dike. Komek gerîlayên jin û mêr, awirên wan ên balkêş li dika ku di nava çiyayan de hatiye danîn, weke serpêhatiyek hatina ba hev a jinek xuliqkar bi dengê qedim ê xakê ku ji wê derê bangî dinyayê dike, di erdnîgariyek ku xwe ji nû ve ava dike bang li wan dike...   

Şanoya yek kesî ya bi navê ‘Dilê Dayîkê’ ya Emîne Erciyes ku di rojên borî de hat ragihandin jiyana xwe ji dest daye, bedenên şervanên azadiyê, ziman, bîra wan tîne ziman. Emîne Erciyes di şanoyê de dayîkekê dilîze digot: “Eşq pîrozî ye, hilberîn e, parvekirin e. Tişta jê re digotin ezezîtî hê li ser rûyê erdê tunebû, evîn ne reş bû, eşqê çavan kor nedikir.”

Dîrok organîzmayek zindî ye. Dema xwe dubare dike jî bîra civakê zindî dihêle, weke pêlên ku kokên wê bi bîr dixin. Dîroka bi kok ku li derdora jinên ava bûye, wateya jiyanê, kombûn jinan a bi çaxa xwedawendan, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku nirxên xwe bi jinan jiyanî dike, rêwîtiya dirêj û bi êş di lîstoka jinek gerîla de qîr dike, hesab dipirse. Dayîk didomîne: “Jinan qebûl nekir. Hêdî hêdî di xaka min a berxwedanê de her dem berdewam kir û çû.” Yên ku girêkên koletiyê ferq nekin, nikarin ji bo azadiyê gav bavêjin, ên ku nizanin çi winda kirine, careke din nikarin dest bi avakirinê bikin.

Dayîk di gotinên xwe yên dawî de wiha dibêje: “Û çiyayên min ên bilind hene. Ya wan îsyana ji bo asîmanan e. Roj destpêkê wan pêşwazî dike, dema roj diçe ava, herî dawî xatir ji wan dixwaze. Jî dîrokê ve her dem ew bûne parêzvanên rûmeta min. Destûr nedan tu xayîn bi asan bikevin xaka min. Îro jî kulîklên azadiyê careke din di çiyayên min de zîl didin.”

Jina gerîla Emîne Erciyes, çiyan hembêz dike, silav dide temaşevanan, şervanên azadiyê.

Hun dikarin şanoya Emîne Erciyes li ser vê lîngê temaşe bikin: