Portreya Rojê: Suzanne Lenqlen

Lîstikvana Fransî di 24'ê Gulana 1899'an de li paytexta Fransa Parîsê hatiye dinê. Weke yekem lîstikvana navneteweyî ya Fransî tê hesibandin, di navbera 1914 û 1926'an de 31 şampiyon bi dest xistiye.
Sala 1914’an di temenê 15 salî de bû Şampiyona Sert Kort a Cîhanê û di dîrokê de bû şampiyona herî ciwan. Di çapemeniya Fransa de weke qiraliçe ya di tenîsê de kes pê nikare cîh dan nûçeya serkeftina wê.
Di tenîsa weke karê mêran dihat dîtin de serkeftinek mezin qezenc kir û sala 1978’an ket lîsteya Rometa Tenisê ya Navnetewî. Di 4'ê tîrmeha 1938'an de ji ber nexweşiya kêmxwyînê di temenê 39 salî de jiyana xwe ji dest da û li Parîs hat veşartin.