Portreya Rojê: Rojnameger û lêgerînvana heqîqetê Denîz Firat

Denîz Firat lêgerînvana heqîqetê, her tim bawer dikir ku heqîqet eşq e û eşq jiyana azad e û her ku bimeşe jî wê ev eşq zêde bibe. Ew evîndara azadiyê bû, bêyî azadî ne dikarî bêhnê bistîne.

ROJEVÎN RÛBA

Mexmûr - Leyla Yildiztan bi nasnav Denîz Firat di sala 1984’an li gundê Xecê Xatûn a Çildiran a girêdayî bajarê Wanê ji dayîk bûye. Hîna di zaroktiya xwe de zext, zordarî, girtin, sirgun û êşê nas dike û bi dagirkerî û mêtingeriyê dihese, li dijî wî bi hêrs û kîn dibe. Malbata wê ya welatparêz ji ber zilm û zordariya dewleta tirk berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, ji ber zextên rejîma Îranê ji wê derê berê xwe didin Xakûrkê. Di salên 1991’an de tên çiyayê Xakurkê û dibin şahidê şerê îxanetê ya salên 1991’an. Di serî de Ayfer Yildiztan bi nasnav Binevş tevlî nava refên azadiyê bû, li pey wê jî Leyla Yildiztan bi nasnav Denîz Firat li gel xwişka xwe ya biçûk Şukran Yildiztan bi nasnav Sarya Reşo di temenek biçûk de bi hev re beşdarî nava refên azadiyê dibin. Piştre di sala 1992’an malbat derbasî Zelê û piştre jî derbazî wargeha penaberan a Mexmûrê dibin. Xwişk û hevrêya Denîz Firat,  Sarya Reşo jî di 8’ê Tebaxa 1999’an de, Denîz firat jî di heman roja 8’ê Tebaxa sala 2014’an de şehîd dikeve.

Ji bo nûçeyên rast Denîz Firat li Wargeha Mexmûrê bû

Denîz Firat her tim li ser jiyana havalên xwe bi bandor bû. Denîz Firat bi xwîngermî û dilsoziya xwe ji bo rastiyê ji hemû cîhanê re ragihîne her tim di nava hewildanên mezin de bû. ji çiyayan ji ajans û televizyonên Kurdî re nûçe, dîmen, agahî di şandin. Bi salan di nava xebatê çapemeniya azad û altarnatîf de cih girt, Denîz endama rêveberiya YRD, edîtor û nivîskara rojnameya Rojev ya Kurdî ya li Mexmûrê ya ku heftane derdiket bû. Rojnamevan Denîz Firat li Başûrê Kurdistanê nûçegihaniya şer dikir û êrîşên li dijî Mexmûrê û berxwedaniya van êrîşan di cihê wê de dişopand û bi mîkrofon û kamêreya xwe ji qada şer nûçe ji cîhanê re radigihand. Denîz Firat ji bo nûçeyên rast li Wargeha Mexmûrê bû bi çavê xwe, şahidî ji berxwedaniyê re dikir, di çeperên pêş de cihê xwe digirt û agahiyê herî dawî radigihand, dîmenê şer kêlî bi kêlî dikişand û digihand Kurdan û cîhanê.

Rojnamevan Denîz Firat di 8’ê Tebaxa sala 2014’an dema ku êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê li Mexmûrê dişopand di encama êrîşa bê bext ya çeteyên DAÎŞ’ê de parçeyek gûleya topa hewanê li dilê Denîz Firat ket û li cihê bûyerê jiyana xwe jidest da. Denîz Firat bû yek ji nemirên çapemeniya azad û tevlî karwanên nemiran yên çapemeniya Kurdistanê bû.

“Di temenê xwe yê biçûk de xwedî dilek mezin bûn”

Dayîka Denîz Firat Sûltan Yildiztan wiha behsa jiyana Denîz Firat kir: “Îsal 8’emîn salvegera şahadeta Şehîd Denîz Firate, weke malbat weke dayîk ji bo me gelek giran e. Di salvegera Denîz Firat de di heman rojê de xwişka wê Şehîd Sarya ku bi hev re tevlî rêxistinê bûn û di heman roja 8’ê Tebaxê de şehîd bûn. Weke malbat êşek gelek giran e. Hîna Şehîd Denîz di temenê xwe yê biçûk de em ji Bakûrê Kurdistanê koçber bûn û derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûn, nêzî salek nîvê em li Maku û Urmiye man, piştre em derbazî Xakûrkê bûn Şehîd Deniz gel min bû, wê demê Şehîd Binefş tevlî birbû. Salek di navbera Şehîd Sarya û Şehîd Deniz de hebû û di temenê xwe yê biçûk de xwedî dilek mezin bûn. Di sala 1991’an de dema ku şerê îxanetê rû da 13 rojan em di nava şer de man. Ji wê derê em derbasî Sîdekan bû. Rojekê bavê wan got emê biçin serdana Binefşê min cilên Kurdî li ber Sarya û Deniz kirin û me xatirê xwe ji hev xwest, min got wê çend rojan herin carek din vegerin. Bavê wan hat got zarokan gotiye emê bimînin gel Binefşê emê vegerin min jî got bila bimînin. Wê demê şerê 92’an destpê kir, 55 rojan li Xakûrkê di nava şer de man, piştre heval dixwazin wan herdûyan vegerînin malê, gotin ‘heval ji me re dibêjin herin malê me got me biryara xwe daye emê bimînin’. Min got werin heya hûn mezin bûn nû herin Denîz got ‘di şerê PDK’ê de gelek heval li gel me şehîd bûne, me biryara xwe daye em navegerin’. Wê demê her dû bi hev re tevlî bûn.”

“Denîz Firat gelek bi dilnizim tevdigeriya”

Dayê Sûltan da diyarkirin ku dema ku di sala 2004’an de Denîz Firat dit êdî ew mezin bûbû û bûbû milîtanek jîr û wiha dom kir: “Dîtina min ya Denîz Firat di navbera salên 92 û 2004’an de ferqek gelek mezin hebû, Denîz êdî mezin bûbû û bûbû hevalek dil nizm û xwedî tecrûbeyên mezin. Weke rojnamevanekê vegera wargeha Mexmûrê, weke rêveberiya çapemeniyê li wargehê xebat da meşandin. Denîz Firat li wargehê jî bû, lê tû caran weke mabatî em ne didîtin, gelek bi dilnizm tevdigeriya wisa ne dikir ku dilê hevalên wê bimînin. Her tim di got karê min yê rêxistinê li pêşiya malbatê ye, dema ku wisa di got ez gelek bi gêrêdanbûna wê ya bi Rêbertî, rêxistin û şehîdan re keyfxweş dibûm. Tişta ku diket ser milê me, me jî alîkariya wê dikir. Ew şeva ku çeteyên DAÎŞ’ê nêz bûyî û wargeh di hat valekirin, weke gerîlayekê çiya xwe pêçabû cilên xwe yên gerîla li xwe kiribû û kamereya wê di destê wê de dimenên gelê wargehê di kişand. Her dû birayên wê gel bû şeva kû herdû birayên wê ji gel hatin di roja 8’ê Tebaxê de giha şihadetê. Di koçberiyê de me şahadeta Denîz Firat bihîst. Li ser wesiyeta Denîz Firat me li Wanê veşart. Her tim digot dayê dema rojekê em vegerin Wanê em ê li ser behra Wanê rûnin û bi hev re çayekê vewxin.”  

“Pênûs û kamereya Denizê li erdê nema”

Dayîka Şehîd Deniz Firat Sûltan Yildiztan da zanîn ku piştî şahadeta Deniz Firat herdû keçên wê yên din jî kameraya Denîz Firat girtin û li ser şopa wê xebat didin meşandin û got: “Piştî şahadeta Şehîd Denîz, Binefşa min ya biçûk çû çapemeniyê, Şehîd Rizgar havelek yê wê bû ku li wargeha Mexmûr bi hev re kar dikirin, soz da û got ezê kamêraya Şehîd Deniz rakim, xwişka wê Bêrîtan zanîngeh temam kiribû dixwest karek din bike, piştî Denîz şehîd ket Bêrîtanê got ez ê pênûs û kamereya Denîz Firat rakim û nehêlan kamêreya Denizê li erdê bimîne. Niha gelek ciwanên wargehê ji bo pênûsa Denîzê li erdê nemîne û li ser şopa heqîqetê rastiya vê gelê penaber nîşanî cîhanê dide. Weke dayîk min sozek daye heta ez jiyan bikim li xeyal û ew rêya ku wan berê xwe dayînê, em ê li ser wê şopê bin û li berxwedaniya wan xwedî derbikevin.”      

Rojnamevan Şehîd Denîz Firat di rojnivîsekî xwe de wiha behsa êş û hêviyên zarokên Kurd dike;

“Dilbiçûkên azadîxwaz. Rojekê ew ê mezinbin û wê ji xwe şerm nekin, ji ber ku bi wan destên xwe yê biçûk bera-kevira davêjin hêvî kujan. Ji ber wê jî yê wisa nebêjin. “daristan tine bibin/ dar winda bibe/ ma ez ê ji zarokên pişt xwe re çi bêjim”.

Ji bo wisa nebe ew di binçavan de winda dibin. Hîn vê yekê nezanibin jî ji ber ku ew kurd in têne ravandin. Dest davêjin wana. Tenê ew dibin çavan de nayên windakirin. Dixwazin hemû tiştên wan di wir de werin windakirin. Ew li ber deriyê mala xwe têne revandin, têne windakirin… ew di hembêza dayîka xwe de têne kuştin. Dayîk li bedana bê giyan dinêre û dibêje, “bila ev jî bibe cangoriyê aştiyê”. Ew di taxa xwe de têne kuştin. Dema bi axê dileyîze dibe mêvanê axa ser. zarokek dibêje “zerya tibenbibe/ masî winda bibe/ ezê ji zarokên pişt xwe re çi bêjim”. Ji bo bi vê şerma mezin em nihava kevira dikin nava kefa destên xwe. Danekî kar dikin ji bo debara xwe bikin. Destmalan diforşin, sola boyax dikin, sîmîtan difiroşin. Lê hêviyên xwe yê azadiyê winda nakin, nafroşin bi çend quruş pere. Danê dî jî li pêşiya çalakiyên hêviyê ne. Ji bo daristan tine nebin/ dar winda nebin/ zerya nemiçiqin û masî nemrin, dibêjin emê kevira bavêjin. Ma tenê dikarin kevira bavêjin. Na ew di dilê xwe yê biçûk de hêviyên serkeftinê dihewînin.

 Ew hîna zarokin. Ew tenê ji bo nebêjin “daristan tinebûn, Zerya ziwa bûn” kevira davêjin. Ji bo daristan û zerya winda nebin kevira davêjin, lê ew winda dibin. Belê, ew winda dibin.

îro dîsa zarokekî çar salî winda bû. Çima? ji ber ku ew kurd e…kurdbûyîn sedama wendabûna wî/ê ye. An jî sedama kuştina wê/î ye.

Ceylan, Oxûr, Îlyas, Mehmed, Kamûran û hwd. Bi hezara zarokên kurdan têne qetilkirin. Ji ber çi? ji ber ku ew dildarê hêviyê û azadiyê ne. Bi destên xwe yên biçûk bûne hostayên azadiyê. Ew jî fêrî vê bûne ku li xeyalên xwe yê zaroktî îxanetê nekin. Ji ber wê jî kevira komdikin. Di paşila xwe de çend kevira vedişêrin. Carna jî bi kevirên paşila xwe re radizên. Di şevên tarî de di nava cihê xwe de wan kevira di kefa destê xwe de germ dikin, dikin agirê azadiyê.

Gelo Kurdbûyîna me tewane ku em her rojê ji ber wê têne kuştin. Lê kevirê destê zarokan dibêje “na ew ne çarenûs û tewan e. ew lêgera azadiyê ye”. Zarokek ji dayika xwe pirs dike û dibêje “dayê ji ber ku em mezin bûn cîhan gemar bûye”. Dinyaya mezina gemar e. têde şer, kuştin, hîle, îxanet heye. We jî dikin qurbana dinyaya xwe ya gemar. Wê demê zarok dibêje “ez dema mezin bibim ez ê van hemû tiştan ji holê rakim”. Ji ber wê jî êvarê kevirê xwe jî bi xwe re dibin nava cihê xwe û pêre radizên. Ji bo parêzvaniya xewnên xwe jî bikin.

Wê demê pê dihesim ku her gaveke ku bê avêtin wê bibe ajdaya hêviyê van zarokan. Her gava têkoşînê wê hîn zêde me nêzîkî dinyaya wan bik e. Ew dinyaya bê tûxûb, bê sînor û tejî paqijî bê avakirin. Çend me karî em bibin dildarê van dildarên azadîyê, dê rûyê dinê jî bi dinyaya evîn û azadiyan geş bibe.”