Portreya Rojê: Jina ku li Somaliyê hêvî geş kirî Hewa Abdî

Bijîşka Somaliyê û parêzvana mafên mirovan Hewa Abdi Dhiblawe ya li welatê xwe weke jinekolog a yekem tê nasîn, du keçikên xwe jî hînî bijîşkiyê û xizmetê kiriye. Ji ber xizmetên xwe yên nexweşxane û weqfa DHAF’ê hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin.

Navenda Nûçeyan - Hewa Abdî gulana 1947’an li bajarê Somalî Magadîşu hatiye dinê. Hê 12 salî bûye dayika wê jiyana xwe ji dest dide. Ji ber zaroka malê ya mezin e, hemû berpirsyariya malbatê digire ser milên xwe. Bavê wê di stêringeha bajar de karkerek xwedi perwerde bû. Hewa dibistana seretayî, navîn û akademîk li cihê lê jiyaye temam kiriye. Sala 1964’an di yekgirtina komîteya şêwirên jinan de bi bursê kar dike. Piştre jî li beşa bijîşkiyê ya amujgeha (Enstutu) a Kievê didomîne û sala 1971’an mezûn dibe. Piştî salekê li Mogadîşuyê Zanîngeha Neteweyî ya Somaliyê dest bi xwendina beşa Qanûnê dike.
Hewa di sala 1973’an de dizewice, li gel zaroka wê jî heye danê sibehan bijîşkî didomîne û di demên xwe yên vala de jî xwendina beşa Qanunê berdewam dike. Di sala 1979’an de ji beşa Qanunê mezûn dibe.
“Di tendirustiya çolwarî de organîzasyona pêşxistinê”
Di sala 1983’an de Hewa li ser erdê malbata xwe yê dikeve Herêma Lower Shebelle ya Başûrê welat di tendirustiya çolwarî de organîzasyona pêşxistinê ya bi navê (RHDO) vedike. Organîzasyonê di odeyek tenê ya kilînîkê de bê dirav rojê xizmeta welidîna 24 jinên li gundewaran dike. Ev kilînîk paşê bû nexweşxaneyek ji 400 odeyan. 
Di destpêka sala 1990’an de li Somaliyê şerê navxweyî dest pê dike, Hewa jî karmendên nexweşxaneyê li welatê xwe dihewîne. Piştre xizmên wan û mirovên karkeran jî tên gel wan. Bi vî awayî heta sala 2012’an hejmara wan digihîje 90 hezarî. Paşê jî ji bo  welatiyên ji warê xwe bûne û mane bêxwedî kilînik û dibistan vedike.
Di gulana 2010’an de îslamîst bi ser nexweşxaneya Dr. Hewa Abdî û derdora qampê de girtin. Ser nivîsgeha Hewa ya 63 salî dorpêç kirin, ew rehîn girtin û kamp girtin bin kontrola xwe. Jinan bi gotinên; ‘Jin tiştên wisa nakin’ hewl dan Hewayê bitirsînin. Hewa yê jî bi gotina; ‘We ji bo civakê çi kiriye?’ serî li hemberî wan rakir. Piştî hefteyekê dorpêç bi alikariya neteweyên yekbûyî û bi mudaxeleya hinek derdoran bi dawî bû. 
Xwe bi xwe têra xwe kirin
Di sala 2007’an de Dr. Hewa Abdî navê weqfa RHDO girt. Da ku li baxçeyê weqfê cihê bêhnvedanê hebe. Di 2011’an de nexweşxaneya Hewayê bû cihê hewandina 90 hezar mirovan. Her du keçên Dr. Hewa yên bi navê Deqo û Amîna di rêya dayika xwe de meşiyan, heman pîşe bijartin û weqfa dayika xwe Dr. Hewa Abdî bi rêve dibin. Sala 2012’an ji saziyên cuda yên welat 102 peywirdar, dilxwaz, masîvan û baxçevan jî di navê de hejmar gihîşt 150 kesan. 
Li navenda nexweşxaneya girêdayî DHAF’ê, dibistan û navendên xwarinê jî hebûn. Ji bo welatiyên ku piraniya wan jin û zarok bûn pêdiviyên mirovî yên wekî hewandin, av û tibî dihatin bicihanîn. Ji destpêka naxweşxaneyê ve sala 1980’an heya niha alîkariya 2 milyon zêdetir mirovan kiriye. Xizmeta ku hatiye dayîn bi giştî bê dirav bû. Li gel van xebatên nexweşxaneyê jî Hewayê gelek projeyên çandinî û masîvaniyê jî bi pêşxist. Di heman demê de hinek erdê girêdayî nexweşxaneyê ji bo mezinkirina sebze û genim xebitandiye bo dabînkirina pêdivî û alavên nexweşxaneyê pêk bîne li bazaran pêşkêş dikirin. 
Bi dovîzên dihatin şandin wexfa alîkariya penaberên ji derveyî Somaliyê jî vekiriye. Ji sala 2011’an heta niha DHAF ji weqfa jinên Cîhanê (Women in the World Foundation) arîkarî digirt.
“Em dikarîn azadiyê bînin”
Di roja me ya îro de NY ji bo 185 hezar zarokên li Somaliyê daxuyakirin ku ji birçîbûn û tîbûnê gelek mirine. Ev birçîbûn û têhnbûn wê rê li ber gelek pirsgêrêkan veke. Ev pirsgirêk; bi nexweşiyên weke kolera, dîzanterî û hwd. her roj dibe sedema mirinê. DHAF hewla xwe ya ji bo hewandina mirovan, xwedîkirin, alîkariya tibî û di mijara perwerdeyê de alîkariya wan berdewam dike. Her roj ji 600’î zêdetir zarokan re xwarin tê dayîn.  
Dr. Hewa û zarokên wê weke ‘Ezîzeyên Somaliyê’ tên nasîn. Hewlên Dr. Hewa Abdî ji aliyê gelek dezgahan ve layîqê xeletan hatiye dîtin. Di 2007’an de ji aliyê Hiiraan Online ve weke ‘kesayeta salê’ hat hilbijartin. Sala 2010’an jî di kovara Glamourê de ew û her du keçên xwe di listeya jinên salê de hatin dîtin. Sala 2012’an jî Hewa berendama Xelata Nobelê hat dîtin. Her wiha ji aliyê WITW Foundation ve jî weke ‘jina bi bandor’ hat dîtin. Hewa hêjayî Xelata alîkarxaza civakî ya BET’ê hat dîtin û madalya qanûnî ya John Jay jî girtiye. Di 2014’an de çar xelatên azadiyê li Roosewelt di berfirehiya Want de xeleta azadiyê girtiye. 25’ê gulana 2017’an de li Zanîngeha Harwardê jî hêjayî şanaziya pileya doktoraya qanûnê tê dîtin.  
Dr. Hewa Abdî bîranînên xwe di 2013’an de bi navê “Keeping Hope Alive” (Hêviyan zindî bihêle) weşand. Dr. Hewa Abdî digot;  “Jin dikarin biryardariyê pêk bînin û azadiyê ava bikin.”