Portreya Rojê: Ji pêşengên Komara Muhabadê Mina Qazî

Ji pêşengên damezrandina Komara Muhabadê Mîna Qazi bi nasnama xwe ya jinbûnê li gel Rejîma Îranê şer kiriye. Dawiyê li Muhabada pir jê hez kirî çavên xwe li jiyanê girtiye.

 
Navenda Nûçeyan - Pêşenga Komara Muhabadê Mîna Qazî sala 1908’an li Muhabadê di nava malbatek welatperwer de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Dayika wê Gulendam û bavê wê Ehmed bi hişmendiya heskirina welat wê mezin dikin. Di temenê ciwan de têkoşîna rizgariya welatê xwe nasdike. Ji bo axa ku lê hatiye dunyayê û li ser mezin bûye ji bin destên deshilatan rizgar bike têkoşînek dijwar dide. Ew 19 salî bi Pêşewa Qazî Muhamed re dizewice. Hevjînê wê weke hevalek xwe ya têkoşînê lê dinêre. Ew dibin du qehremanên serdema xwe û destnîşan avêtine binê gelek rêgezan.
Mîna li gel hevserê xwe Qazî Muhamed ji bo gelê Muhabadê bi salan têkoşînê dikin û di ava kirina Komarê sala 1946’an de roleke giring digire ser milê xwe. Mîna nasnameya tenê hevjîna Serokomar napejirîne û li herêmê xebatên jinan berfireh dike. Ji xwe Qazî Muhamed jî wiha li hevjîna xwe Mîna nanêre û derfetên pêşketinê jêre dihêle. 
Yekîtiya Afretên Kurdistanê
Mîna ji bo jinên Muhabadê bikevin di ferqa nasnameya xwe ya zayendî de gelek ked daye. Bi xebatek berfireh xwe digihîne tax û malan, jinan rêxistin dike. Di 14’ê Adara 1946’an de “Yekîtiya Afretên Kurdistanê” ava dike û serokatiya wê dike. Mîna yek ji sedemên lewaziya hişmendiya jinan ya tekoşîn kirinê bi bê perwerdebûna wan ya îdeolojîk ve girê dide. Ji bo jinan navenda xwendin û nivîsandinê vedike. Mîna di hemû herêman de rêkupêk civînên jinan çêdike. Di wan civînan de pirsgirêkên jinan nîqaş dikin. Ji bo çaresriyê nêrînên jinan digire û digihîne rêveberiya partiyê. Dixwazin rêveberên partiyê li hemberî van pirsgirêkan şiyar bin û bi berpirsyarî tevbigerin.
Dayê Xanim
Tenê ne ji jinan di navenda civakî de jî têkoşîna xwe bi biryar berdewam dike. Weke zarokên xwe bi hestiyar û nêzîkatiyek germ li gelê Muhabadê dinêre. Ji ber vê xebat û baldariya wê bi navê ‘Dayê xanim’ tê nasîn. Ev berjengê dayê ji bo kesayetên hemû lêhurbûn û jiyana xwe ji bo gelê xwe terxan kirî tê bikaranîn. Weke yek ji pêşenga Muhabadê peywira xwe bi awayê herî baş bi cîh aniye û di nava gel de xwedî gotinbûye. Nêzîkatiya hestiyar û weke dayîkan nêzî gel bûye, bi heman awayî nêzî zarokên xwe jî dibû. 8 zarokên wê yên bi navê Îsmet, Elîf, İffer, Mumir, Fevziye, Suheyla, Pervîn û Meryem hebû. Mîna serkeftinên xwe yên di tekoşîna Muhabadê de her dem ji zarokên xwe re vegotiye û bi hişmendiya welatparêziyê mezin kiriye. 
Rojekê Qazî Muhamed bi sohbeta li gel Mîna re qala rola jinan di dîroka Fransa de dike û dibêje: “Tu dizanê Mîna di dema qiraliyeta Fransa de feqîrî hebû. Ji birçîna hemû welatî li ber sînurê mirinê bûn. Ji bo ku rojek dinê bikarin bijîn Qiralîçeya wê demê gustilga xwe difiroşe û ji welatiyan re dide bixwarin.” Li ser van gotinan Mîna hemû pere û zêrên di kaseya xwe de dide Qazî Muhamed û dibin dixin nav kaseya dahata Muhabadê. Ji van kirinên Mîna jinên Muhabadê bandor dibin û zêrên xwe dibin tevlî banqeya gel dikin.
Rejîma İranê êrîşên giran bir ser Komara Muhabadê û 17’ê kanuna 1946’an helweşandin. Di dawiya êrîşan de fermana sêdara Qazî Muhamed û komek hevalên wî dan. Xema xwe berî kurahiya hemû newalên Mihabadê dayî û dê sedê salan li bedena wê pêçayî bimaya, ber bi Meyîdana Çarçirayê ve giran dibû. Bêdengiyek xwe li seranserê bajêr girandibû, bê ku yek gotinek ji nava lêvan derkeve, di çavê her kesê de hêrsa tolhildanê xwiyabû.
Di nava wê qiyametê de jina serî li ber ti celadan nedaniye Mîna careke din bi serbilindî diçe ber sêdarê û li amojgariyên hevjînê xwe yên dawiyê guhdarî dike. Wan gotinên wê bibe binhişiya dahatoya welatekê di lênûsa xwe de dinivîse û ji dîrokê re dihêle…
“Girî qet li jinên kurd nayê”
Mîna ya rondikên hêrsê li ber sêdarê dirijan, di pelikên lênûsa xwe de gotinên hevjînê xwe yên li ber celadê rejîma Îranê wiha nivisiye: “Tu çima digirî… Divê jinên kurd negirîn. Dê min li sêderê bidin, ez vê baş dizanim. Divê tu jî vê bizanê. Girî qet li jinên kurd nayên. Ji xwe qet li te nayê…” 
Piştî vê hevdîtinê ji bo bilind kirina berxwedanê Mîna dev ji girî berda. Li gorî ku hemû endamên malbatê bi xizim û nasên xwe re di bin çavdêriya rejîma İranê debûn û di hedefa wan debûn jî Mîna ji Muhabadê tu cihan ve neçu û tekoşîna xwe berdewam kir. 
Ne tenê li Îranê, her devera ferdek ji malbata Qazî Muhamed lêhebe dibin çavdêriya hêzên Îranê debûn. Sala 1988 keça wan İffet Qazî li İsveçê ji aliyê hêzên İranê ve di encma êrîşek bombeyî de jiyana xwe jidest da. Rejîma İranê destur nedan ku malbata İffet keça xwe bigirin…”
Wê carekê soza şoreşê deye…
Mîna her ku diçu temenê wê derbas dibû. Di dema avakirina Komara Muhabadê de rolê pêşengiyê girtibû û pêşî li derketina jinan ya ji malan vekiribû. Ji berk u carekê bi hebûna şoreşê şiyar bûbû êdî di temenê xwe yê mezin de jî di nava hewildanên mezin debû. Bi jiyana xwe ya nimuneyî ya tekoşer îmza evêt binê rêgezeke dinê jî. Piştî li sêdarê dana Qazî Mîna tekoşîna xwe hêj zêdetir kir. Bi dehcaran Mîna hat girtin û îskence kirin, lê dema ku der diket hema dest bi karê xwe yê tekoşînê dikir. Mîna di temenê xweyê 85 saliyê de jî hatiye girtin û rastî îskenceyên gelek giran hatiye. Lê wê carekê soza bilidkirina tekoşînê daye, her cara ku ji girtîgehê derketiye heman kar kiriye. Di tevahiya jiyana xwe de Mîna girêdayî vê soza xwe ma û di hemû şert û mercên giran de gav paş de neavêtiye.
Tevayî jiyana xwe da yekîtiya Kurdistanê”
Ji bo Mîna azadî û yekîtiya Kurdistanê li pêşiya her tiştî dihat. Li cihê ku ji her tiştî zêdetir jê hez kiriyî Muhabadê di sala 1998’an de çavên xwe li jiyanê girt. Mîna bi mirina xwe serkeftinek bi dest xist. Ev jina ku di dema xwe de bi îdiaya li hemberî rejîma İranê Komar ava kirinê tekoşîn kirî, bi soza li cihê hatî dunyayê bimire anî cîh û li heman cihî çavên xwe li jiyanê girt. Ji bo weke gulek têkoşînê di bedena jinek dinê ya kurd de şîn bibe li cihê hatî dunê spartin axê…
Li Muhabadê di raportajek ya ku li gel keça Mîna Suheyla hatî kirin de wiha dibêje: “Ji bo me bibin welatê xwe rêvebarên ABD’ê ji diya min destur xwesin. Ji İngiltere jî heman taleb hatin. Soz didan ku dê bi her awayî alîkariyê bikin. Di xwestin me ji gelê qut bikin. Bêguman armancên wan yên cuda jî hebûn. Diya min dixwest zarokên xwe di nava zarokên kurdan de mezin bike ji ber wê destur ne dida. Dayika min pir girêdayî gelê xwe bû, bi kurdbûna xwe serbilind bû. Ev ji bo min şanseke ku keça dayîkek wiha me. Ji ber ez di nava zarokên kurdan de mezin bûm, niha baş qîmeta wê îsrara dayika xwe ya li Kurdistanê zarokên xwe mezin kirinê dizanim.”
Suheyla Xanim di nirxandinek din de jî hêza ji gotinên bavê xwe girtiye wiha tîne ziman: “Rojekê bavê min ji min re got: ‘Dema hinek ji te pirsa milet çiye? bipirsin, tu jî bersiva milet jinbûna mine bide wan…’Vê gotinê ez dame fikirandin û hêz daye min.”
Nirxandina Mîna Qazî li ser rewşa gelê Kurd wihaye: “Ji min re soz û peymana yekgirtina Kurdan bidin, daku ez jî ji we re mizgîniya dewleta serbixweya Kurdistanê bînim. Ji ber ku yekbûn û hevgirtina hêzên siyasî yên Kurdistanê, dermanê hemû derdan e, Eger gelê Kurd di navbera xwe de yekgirtinek bihêz pêkbîne, çêbûna Kurdistanek serbixwe karekî hêsan e. Ez bawer im pir dereng nakişîne ku gelê Kurd jî yê di cîhanê de bibe xwedîyê pênaseyek netewî. Hesreta serokkomarê Kurdistanê pêşewa Qazî Mihemmed jî ev xweziya dîrokî bû…”
Dayîka Kurd Mîna Qazî ku di nava gel de bi ‘Dayê Xanim’ dihat bang kirin, xanimek bi hurmet bû. Gel pir jê hez dikir. Ew di dîroka hevçerxa Kurdistanê de mêjûnameyek zindî dihat hejmartin. Pir zana û rewşenbîr bû. Haya wê ji cîhanê û rewşa bizavên siyasî yên Kurdistanê hebû.
Dema ew pêhesiya ku li bakurê Kurdistanê di nava refên gerîla de keç û jinên Kurd li dijî dewleta Tirk şer dikin, pir şabû û hertim digot: “Niha êdî ez xelasiya gelê Kurd nêzîk dibînim, ji ber ku jina Kurd jî mîna mêran derketiye serê çiyan, bi siyaset jî xebatê dide meşandin. Xwestek û armanca me ya herî girîng di çaxê Komara Kurdistan de li damezrandina Yekitîya Jinên Kurdistan jî beşdariya jinê di hemû Kar û barên civatê de bû.”