Portreya Rojê: Ji pêşengên berxwedana Cezayîrê Meryem Sedan
Meryem Sedan a Cezayîrî li hember hemû teknîka artêşa Fransayê ser da lê ticarî sir neda 22’ê Hezîrana 1958’an di dezgehên îşkencê de nefesa xwe ya dawî da û di nava berxwedêrên Cezayîrê de bê mirin bû.
Navenda Nûçeyan - Meryem û Fadîla Sedan her du xwişk di berxwedana parastina axa Cezayirê de şehîd ketin. Nasnavê Sedan ji ber jêhatîbûna wan li Cezayirê weke selmbolek serkeftinê tê dîtin. Di sala 1932'an de xwişka mezin Meryem li Paytext Cezayîrê çavê xwe li jiyanê vekiriye. Bi malbata xwe re koçî bajarê Qesir Bexarê dikin, bavê wê yê mamoste li wê jî peyîwira xwe dewam kir. Di sala 1938'an de xwişka biçuk Fedîla tê diniyayê. Di sala 1940'an de bavê wan jiyana xwe ji dest dide, herdu zarok bi malbata xwe re carekdinê dikevin ser rêya koçberiyê û vêcarê jî diçin bajarê Harûş bicîh dibin. Her du xwişkan li wê dest bi xwendinê kirin û dibistana seretayî qedandin.
Xwişka mezin Meryem xwendina xwe ya bilind li Qestetîniya destpê kir û di sala 1951'an de diplomaya hemşîretiyê girt. Paşê li nexweşxaneya Qestetîniya xebitî. Wê hem peyîwira xwe ya tedawîkirina welatiyan bi cîh danî, hem jî karê xwe yê veşartî weke şoreşgerekê ji nava eniyên şer zêdetir xebat dikir. Xwişka biçuk Fadîla piştî xwendinê li Fransayê peyîwir girt……
Di nexweşxanê de jî peyîwira xwe ya şoreşgeriyê bi cîh danî
Meryem netenê di nexweşxanê de weke personel xebitî, di heman demê de ji bo xizmeta şerê serxwebûna welatê xwe jî çî diket ser milê wê dikir. Ji ber wan xebatên xwe di sala 1958'an de hat girtin û ket destê leşkerên Fransayê. Meryem bi kar mijûl bû heya ku ew di sala 1958'an de ji hêla Fransiyan ve hate girtin. Tîmên îşkencê yên taybet ji bo jinên berxwedana Cezayirê hatîn amadekirin îşkenceya ku nayê hişê mirovan li Meryemê kirin, lê nekarîn tenê gotinekê jê bigirin. Wê mafê xwe yê bêdengiyê kar anî û xwe qayîm girt, weke polayan bû li ber destê wan bê ku deng ji xwe bûne û ji êşa canê xwe nalînekê jî bikêşe sekinî. Mehekê bê navber îşkence kirin û dan zorê, roja despêkê çawan bû, roja dawiya mehê jî bi heman seknê li hemberî wan sekinî. Êdî çare pê nekirin û tiştek ser nedîtin neçar man wê berdan.
Nimûneya berxwedana rengê xwe dayî hemû şaneyên jiyanê
Ew netenê xwişka mezinbû, di malê de ji xwe bavê wan jî nebû berpirsiyariya zarokan hemû li ser xwe digirt û bi wan re mijul dibû. Ji Fadîlayê heta zarokên dinê yên ji her duyan biçuktir hemûyan Meryemê dişopandin û dixwestin weke wê bin. Herî zêde jî bi helwesta wê ya li hemberî dagirkerên welatê wan serbilind dibûn û pê bawer dikirin. Ji xwe piştî ji girtîgehê derket êdî Fadîle jî mezinbûye û weke wê dikeve nava karên rizgariya welat.
Meryem di îşkencê de ser da lê sir neda
Meryem piştî ku ji girtîgehê derket karê xwe hîn zêdetir mezin kir û tevlî Artêşa Rizgariya Cezayirê bû. Di 20'ê gulana 1958'an de, dîsan hat girtin bi milîtanên din ên ku li nexweşxaneya Qestetîniya re dixebitîn îşkenceyên herî giran dîtin. Vê care nehat berdan û bi mehan îşkence kirin. Ji ber îşkenceya giran êdî bedena wê nekarî rake û nefesa xwe ya dawî di bendînxanên îşkencê de da. Ew vîna wê ya ji hemû teknîka artêşa Fransayê mezintir ser da lê ticarî sir neda. 22'ê hezêrana 1958'an ji ber îşkencê jiyana xwe ji dest da.
Fadîle jî di nava yekîneyên berxwedanê de şehîd ket
Fadîla piştî mirina xwişka xwe Meryemê hîn zêdetir xwe da pêş û hêrsa tolhildanê pêre mezinbû. Fadîle zewicîbû, bi hevserê xwe re ketin nava yekîneyên berxwedanê û di operasonên rizgariyê de cihê xwe girtin. 17'ê hezêrana 1960'an cihê wan ê veşartî ji aliyê artêşa Fransa ve hat dîtin û leşkeran xaniyê ku têde diman dorpêç kirin. Dema derdora xanî girtin, neketin hindir, ji dur ve bi çekên giran xanî teqandin.