Portreya Rojê:Giyanek di du cesteyan de bû Utamara
Du navên weke nav û nasnav bûne temamkerên hev û ji hev nayên cudakirin Uta û Amara navê xwe di têkoşîna rizgariya jinan de nexişandine.
Navenda Nûçeyan - Giyana şoreşgeriya jina azad ji nava malbatek tirk jinek ciwan a bi navê Ekîn Ceren Dogruak û ji nava malbatek katolîkên elman jî Uta Schneiderbanger li çiyayên Kurdistanê gihandin hev. Di nava artêşa rizgariya jinê de her du jinên ji berê de sînor bêwate kirin di hişê hevalên xwe yên rêwiyên azadiyê de bîranînên gelek watedar hiştin û bûn sembolek ji hev nayên veqetandin. Utamara xwediyê çîrokek bêdawiya li ser kevirên Binarê Qendîlê hat neqişandin e. Bedewî roniyeke ji nava mirovan dest pê dike û paşê hêdî hêdî wekî roniya berbangê tarîtiyê dide ber pêlan û dûr davêje. Di rûyê van her du periyên azadiyê de heman ronahî xuya dike. Bi eşqa azadiyê ya Meryem û Zinarîn re bûn yek û herikîn nava rûpelên dîrokê. Ew bûn yek giyan, bûn Utamara…
Hêza giyaniya rêxistinkirina jinan Uta
Uta Schneiderbanger 20’ê tîrmeha 1961’an, di nav malbatek karker a katolîk de çavên xwe li jiyanê vekir. Ji keşeyên ku li hemberî olîgarşiyê tevli nav refên gerîlayan bibûn, gelek bi bandor dibe. Ji ber ku teolojiya rizgariyê ya fermî ya dêrê nepejirand, ji dêrê veqetiya û tevli partiya komunîst bû. Ji ber li wê jî hişmendiya zilamsalar serdest bû, bi girseyeke mezin a jinan re ji wê jî vediqete û tevli tevgera antîkapîtalîst dibe. Uta ya ku ji destpêkê ve hem sosyalîst û hem jî femînîst bû, her tim rêxistinsa xweser a jinan diparast û dixwest bi pêş bikeve.
Uta salên 1977-78’an jinên kurd dinase û der barê vê naskirinê de wiha dibêje: “Partiya kurdan a nû hatiye damezrandin bala min jî kişand. Weke femînîstek pêdiviya awayê xweser xwe rêxistinkirina kurdan min rast û di cih de dît. Piştî salên 1980’an, min PKK nas kir. Dema Yekitiya Jinên Welatparêz a Kurdistanê (YJWK) hat damezrandin, me jî têkildarî jinê pirsên xwe arasteyê wan kir.”
Uta di nirxandineke xwe de têkildarî tevlibûna xwe ya nava refên PKK’ê wiha dibêje: “Ez elman im, her dem xwe ji bo hewldanên şoreşger ên Almanyayê berpirsyar dibînim. Çûyîn ji bo min dihat wateya tenêhiştina rêhevalan, heta dihat wateya îxanetê. Ez hê jî têkildarî Elmanyayê xwe berpirsyar dibînim lê hîn bûm ku tenê ji Ewropayê çareserî nayê. Di jiyana min de şaşiya herî mezin ew bû ku dema 1992’an çûm Dêrsimê tevli gerila nebûm.”
Xeyalên Uta yê
Uta di nirxandineke xwe de diyar dike ku ew pir dixwaze bibe çîrokek ji dîroka çiyayên Mezopotamyayê. Uta di heman nirxandinê de ruhê wê demê, zor û zehmetiyên ku li Elmanyayê hene tîne ziman. Di nirxandinên wê de rêxistinên şoreşger piştî ku belav bûbûn nakokiyên hatibûn jiyîn, mirovên ku entegereyê pergalê bibûn, kesayetên ku ji bo bibin hevparên rizgariya gelên dîtir riya şoreşgeriya enternasyonalîst hilbijartibûn baş xuya dikir. Sedema terciha xwe ya hevpariya têkoşîna gelê kurd kiriye jî wiha aniye ziman: “Her yek ji me çû deverekê, me têkiliya di navbera xwe de bi pêş nexist. Taybetî jî ji bo ku di nav tevgerên jinan de yekitî pêş bikeve, di warê parvekirina tecrubeyan de em dikaribûn bi bandor tevbigeriyana.” Uta destnîşan dikir ku ew ê bi rêya hevaleke xwe ya tevli têkoşîna filîpîniyan bûye tevgera jinên filîpînî ji nêz ve lêkolîn bike, bi vê yekê jî dê encama lêkolînên xwe bi awayek hûr û kûr bi tevgera jinên kurd re parve bike. Lêkolînên Uta weke emanet ji jinên şoreşger re ma.
Civaknasî bi yekgirtina jinan ve girê da
Ekîn Ceren Dogruak bi nasnav Amara, tekane zaroka malbata xwe bû, 8’ê çileya 1981’an de li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê di nava malbatek tirk de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Ew zaroka malbatê ya tenê ye û bi delalî tê mezinkirin. Weke nazik mezinkirinê, ewqas jî hem bi fikir hem jî bi fîzîkî bedewiyek wê ya nayê wesifdan hebû. Amara ji hevalên xwe yên ku piştî darbeya 12’Îlonê hatibûn dinê cudatir, xwedî taybetmendiyên muxalifiya pergalê, li hemberî neheqiyan têkoşer, çalakger û ewqas jî xwedî hestiyarî bû.
Li Zanîngeha Ankarayê beşa civaknasiyê sala dawî berda. Dema ku li zanîngehê dixwend jî ew pêvajo bi lêpirsîn û çalakiyan derbas kir. Çalakiyên li nava fakulteyê û derveyê fakulteyê dihatin kirin navê wê hema bêje di nav hemû lîsteyên lêpirsînê de derbas dibû. Wê bi rewşa heyî tinazên xwe dikir û ji bo rewşê hîn bibe jî digot; “Gelo ez di lîsteya Top 10 de di rêza çendan de me. Min serlîstebûnê bi destên kê ve berda.”
Di pêvajoya zanîngehê de bi zarokên kurdan ên her roj rastî bêmafiyan dihatin re dixwend. Taybetî jî di pêvajoyên çalakiyan de hev baş nas kirin û bi hev re li hemberî desthilatdariya heyî têkoşîn dan meşandin. Di serdemeke ku têkoşîna azadiya jinan bi pêş diket de ji bo ku di nav van xebatan de cihê xwe bigire Amara di nava Baskên Jinan a HADEP’ê de dest bi xebata aktîf dike. Ji dema ku Manîfestoya jinan tê weşandin û pê ve hevok bi hevok manîfestoyê dixwîne û ji bo hişmendiya azadiya zayendî bi pêş bixe dikeve nav nîqaşan. Ji xebatên taxan ku di nav xebatên jinan ên partiyê de dînamîka sereke ye jî xwe tu carî nade paş. Ji bo ku rastiya gel û civakê fêm bike jî ji bo meşandina van xebatan xwe pêşniyar dike.
“Timî ji bajêr dûr ber bi şevnişînan ve diçû”
Ji jinên wê demê pê re kar dikir Arjîn Artos, xebata li taxan bi Amarayê re wiha vegotiye: “Derdora civakî ya ku hevala Amara di nav de mezin bûbû çînek cuda bû. Dibe ku di jiyana xwe de tu carî pêdivî pê nedîtibe ku biçe taxên şevnişînan, derdoreke wê ya wisa tunebû. Nêzîkatiya wê ya li hemberî gel ji bo min cihê meraqê bû. Em çendî ku ji qerebalixa bajar dûr dibûn û nêzî şevnişînan dibûn heyecana wê jî dihat hîskirin. Dema ku em li malan digeriyan min ew dişopand. Çavên wê çirsûkên jiyanê didan. Dema ku bi rûkenî li rûyê jinên ji zimanê wan tu tişt fêm nedikir dinêrî û pê re jî bi nêzîkatiyeke hevnasîna hezaran salan serên zarokan mist dida. Ew hêviya bi coş û peroş ku di nav dilê wê de mezin dibû hemû sînor radikir.”
Amara her ku kelecana jinên kurd ên bi zimanê wan nedizanî lê pê re bi dil dixebitî didît hîn zêdetir mafê li dijî pergalê derketinê di xwe de didît. Ew bê rawest bû, bi hîsên xwe û zimanê bedenê bi jinên nava taxên kurdan re sohbet dikir. Hinek caran ji çavên hev peyama dixwestin digirtin. Ji ber ku tevli çalakiyên 8’ê Adarê û Newrozê bûbû hat girtin û bi qasî du mehan li Girtîgeha Ulucanlarê ma. Piştî ji girtîgehê derdikeve vedigere xebatan û bi vê yekê israra xwe careke din nîşan dide. Li gel pêvajoya zor û zehmet, xwe di nav atmosfera sar a Ewropayê ya ku qet jê hez nake de dibîne. Dîsa di nav xebatan de cih digire û li Ewropaya ku 4 salan lê dimîne her roj behsa vegera welat dike. Heta bihara 2005’an jî di nav xebatên jinan ên Tevgera Azadiyê de xebatê dike.
Uta û Amara di 31’ê gulana 2005’an de li bajaroka Qeladizê ya Silêmaniyê Herêma Federal a Kurdistanê di encama qezayeke trafîkê de bi karwanên stêrkên hêviyê re herikî ber bi bêdawiyê ve.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo du şoreşgeran merasîm hat çêkirin. Piştî merasîmê cenaze şandin bajarên wan lê çavên xwe li jiyanê vekirine. Li bajarê ku zarokatiya xwe lê derbas kiribûn bûn efsaneyên ku her dem ji aliyê dapîran ve tên vegotin ber bi berbangên sipêdehan ve naqedînin û şeva dinê jî ji cihê mayî didomîn. Cenazeyê Amarayê ya ku ji aliyê malbata wê ve hat wergirtin li Enqereyê, cenazeyê Uta jî ji aliyê malbata wê ve hat girtin û li Almanyayê defin kirin.