Portreya Rojê: Şopedara xeta jinên azad û pêşenga şoreşa jinan Remziya Mihemed

Remziya Mihemed di temenê 9 salî de dest bi xebata têkoşîna azadiyê kiriye û niha weke Berdevka Kongreya Star karê xwe berdewam dike. Têkildarî jiyan û keda xwe wiha dibêje: “Bawerî û vîna min bi doza azadiya jinan pir xurt bû."

ROJ HOZAN

Qamişlo-Yek ji pêşengên şoreşa jinan li Rojavayê Kurdistanê Remziya Mihemd e ku di temenê 9 salî de dest bi xebatê têkoşîna azadî û şoreşê kiriye. Remziya Mihemed ji bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û di nav malbateke welatparêz, xwedî nirx û sekn de mezin bûye. Remziya xwedî sekneke xurt û rihekî berpirsyar bû di vê malbatê de. Di zaroktiya xwe de bi bavê xwe re alîkariya şoreşa Kurdistanê dikir û di ciwantiya xwe de jî berpirsyariya rêxistinbûyîna jinên civakê rakiriye her wiha di têgihîştina xwe de jî bi navê pêşenga şoreşa jinan tê pênasekirin. Ji xebatên Yekitiya Star, Rêveberiya Xweser û heya niha di Kongreya Star de Remziya dikaribû di her cihî de rola xwe bilîze û baweriyên jinan bi doza wan re xurt bike. Têkildarî naskirina Remziya Mihemed weke kesayet, pêşeng, rêveber û jiyana wê, ji me re behsa çîroka jiyan û keda xwe ya têkoşîna bi salan kir.  

“Rihê şoreşê ji zarokatiyê ve bi min re hebû”

Remziya Mihemed behsa jiyana xwe ya di nava malbatê de kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di nav malbateke welatparêz û kedkar de mezin bûme hînî ked û fikrên welatparêziyê bûme. Weke zaroka mezin di nav malbatê de min berpirsyariyek mezin rakiriye ji bo wê xwendina xwe heya dibistana navîn min berdewam kir. Li kêleka dayika xwe min di her wextê de xwe berpirsyar dîtiye hem bi xwedîkirina zarokan re û hem jî bi bavê xwe re min kar dikir. Di taxa xwe de jî min ew ruhê hevaltiyê bi cîran, dost û hevalên xwe re meşandiye. Bi xwîşk û birayên xwe re berî ez xwîşk bim ez heval û dayik bûm bi giştî jiyana min a zarokatiyê pir xweş derbas bû. Malbata me civakî, hevgirtî, xwedî nirx û berpirsyar bû ji bo wê ew ruhê şoreşê her di sekna min de dipejirî. Di temenê 9 salî de min dest bi xebatê kir tevî ez ne têgihîştî bûm jî lê min dîsa ev bar rakir. Bavê min alîkariya şoreşê teslîmî min kir heya min wisa navê şoreşê nedikarî devokiya wê bînim ziman min li ser destên xwe nivîsand da ev peyv bimîne di mêjiyê min de. Bi xebatên piçûk re heya temenê min gihîşt 15 salî êdî fermî min xebat dida meşandin, ji bo fêrbûna zimanê Kurdî min xwe bi pêş xist û zarokên taxê jî bi xwe re tevli perwerdeya ziman dikir. Ew perwerde bû zemînek ji min re heya niha. Ji ber derfetên kêm min dibistan berda û fêrî terzîtiyê bûm û li kêleka wê danûstandinên min bi derdorê re fireh bûn. Mixabin min dibistan zû berda lê min fikrên xwe bi xwendina pirtûkên şoreşa jinan û Kurdistanê dewlemend kir. Ji bo civîn, kombûna alîkariyê û rêxistinkirinê weke jineke ciwan min destek dida dayikan. Di ciwantiya xwe de min berpirsyariya xebatên cebhewî dikir û dayik birêxistin dikirin heya min digot ev dayik ji min mezintir in û xebatan ji min bêtir nas dikin lê her ew dayik bi rihê tevgera ciwantiya min geş dibûn. Min heya vê merheleyê jî ciwantiyeke tijî ked li pey xwe hişt.”

“Min bi eşqeke mezin kar dikir û li derdora tevgera azadiya xwe bûn”

Remziya Mihemed bal kişand ser firehiya xebatên xwe di nava civak û rêxistina jinan de û wiha domand: “Dema me xebatên cebhewî dikir wê demê rêxistineke taybet ji bo jinan li Rojavayê Kurdistanê hebû lê fermî nebûbû me hemû karên giştî bi hev re dikirin. Heya salên serhildana Qamişloyê û piştî wê em rastî gelek zextên dewletê dihatin. Di bin gefên dewletê de em qet nerawestiyan, berovajî wê bawerî û vîna me bi doza şoreşê re qayimtir dibû. Çalakiyên me di asta gund û taxên biçûk de bûn her em di nava bezê de bûn lê xebateke pir xweş bû, ji ber me bi eşqeke mezin kar dikir û li derdora tevgera azadiya xwe dibûn. Min hêzeke mezin ji dayikên derdora xwe digirt ji bo parastina malbatên welatparêz ji dewletê ew hişyarî jî hebû. Bi vî rengî heya serhildana 12’ê Adarê jî ku gelek malbatên me tê de ji ber zordariya dewletê hatin îşkencekirin û girtin lê em dîsa dikaribû xwe li ser piyan bigrin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bingeha têkoşîna wan salan bû. Rast e malbata min rê li pêşiya min vekir ku ez tevli xebatên şoreşê bibim lê bandora jinên têkoşer jî pir li ser min hebû. Li aliyê din fikrên Rêber Apo ji min re mînaka herî mezin bû  li ser wê esasê min xwe ava kir, bi pêş xist û têkoşîna xwe domand. Ji bo em bikaribin azad bijîn û ji bo jinan têbikoşin pêwîst e em xebatên xwe xurtir bikin. Bi kedê em dikarin nirxên şoreşa xwe biparêzin.”   

Xebatên Remziya Mihemed di nava Rêveberiya Xweser de

Remziya Mihemed qala pêşengiya xwe di nav şoreşa Rojavayê Kurdistanê de kir her wiha girêdana xwe ya bi doza azadiya jinan re anî ziman û wiha pêde çû: “Di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de dema gelê me li hemberî siyasetên ku hebûna me qir dikirin serî hildan em êdî ber bi ronahiyê ve derketin rê yanî ez bi xwe wisa pênase dikim. Me gava yekem komîn û meclisên xwe ava kirin me di vê pêvajoyê de girseyek mezin ji jinan qezenc kir û weke Rêveberiya Meclisa Qamişlo di hilbijartinan de hatim erkdarkirin. Me xebatên xwe dîsa di nava vê civakê de berdewam kir, li pirsgirêkên wan guhdarî kir û me hemû êşên wan jiya, ji bo şexsê min ev gaveke mezin bû. Dema bingeha mirov di nava gel de hebe li ku be dikare wê rola xwe bilîze û têkoşîna xwe ya azadiya jinan mezin bike. Dema bajarên me ji çeteyên DAIş’ê hatin rizgarkirin di şerê li dijî çeteyan de birayê min Zinar Cûdî şehîd bû. Weke malbateke welatparêz ku dikaribû parçeyek ji malbatê bide vîna şoreşê em pir serbilind bûn ku para me jî di şoreşê de mayinde bû. Rast e şehadeta Zinar pir giran bû lê li gorî berpirsyariyan pêwîst bû bi eşqeke mezin em pêşwazî bikin da em xwedî li keda wan derbikevin. Dema projeya neteweya demokratîk di Rojavayê Kurdistanê de li hember sîstemên serwer ava bû me bi eşqeke mezin ev proje pejirand û weke malbat me cihê xwe di nav de girt û berpirsyariya şoreşê careke din rakir. Dema navê min di nav xebatên Rêveberiya Xweser de hat hilbijartin ku weke cara yekem xebatên sazîbûnê fermî di wezaretê de bikim ez pir bi heyecan bûm. Ji ber ku her di nav gel de min xwe dîtibû lê dîsa min ji xebatên sazîbûnê xwe neda alî û weke Seroka Desteya Darayî li Herêma Cizîrê hatim erkedarkirin. Tê bîra min em tenê 4 jin bûn di rêveberiyê de lê me di desteyên bingehîn de cih digirt heya me sîstema xwe baş da rûniştandin.  Hejmara jinan weke hevserok di sîstema Rêveberiya Xweser de roj bi roj zêdetir bû, herî zêde wan ev proje parastin û xwedî lê derketin. Bi qasî 6 salan min di wezaretê de karê xwe domand, ez dibêjim dema xwestek û îrade hebe jin dikarin xwe ava bikin û wê xebatê birêve bibin.”

“Min jiyanê bi berpirsyarî derbas kir û heya niha ji bo jinan têdikoşim”

Remziya Mihemed wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Piştî xebateke dirêj di Rêveberiya Xweser de dîsa lêvegereke min ji xebatên jin xweser re çêbû ku dîsa erk û rola rêxistinbûyîna jinan bigrim ser milên xwe. Bi rastî ne xebateke nû bû li ser min ji ber di damezrandina Yekitiya Star de di sala 2005’an de û heya destpêka şoreşê her ez di nava xebatên jinan de bûm. Di kongreya 8’emîn a Kongreya Star de weke Berdevka Kongreya Star hatim hilbijartin. Her ew hêviyên hevalên xwe min weke berpirsyarî ji bo xwe didît û min digot gere ez xwedî lê derbikevim. Niha erka xwe weke Berdevka Kongreya Star berdewam dikim. Her dem min jiyanê bi berpirsyarî derbas kiriye, bi ruhê şoreşa jinan ez hêvîdar im em bikaribin xeyalên hemû jinan pêk bînin û doza jinan bigihîjînin serî.”