Portreya Rojê: Çîroka Xezala çiyayê Nûbayê û sedsala 21’an

Ji Sûdanê ber bi Londrayê ve çîroka koletiya sedsala 21’an a Xezala çiyayê Nûbaya 12 salî ku ji aliyê mêrek 50 salî ve rastî tecawizê hatiye.

Navenda Nûçeyan - Ev çîrok yek ji yên qebîleyên ereban ên Efrîka û Sudanê ku li çoltara çiyayê Nûbayê yê dikeve Başûrê Sûdanê dijiyan, çîroka zarokek keç Menda Nazer e. Bi zimanê qebîleya wan Menda tê wateya Xezalê. Her çendî hinek ji welatiyên herêmê misilman û hinek Wisnî bûn jî tu pirsgirêk di navbera wan de dernediket û bi aramî dijiyan. Ji ber ku li gorî çanda xwezayî dijîn ji bo wê jî dîroka jidayikbûna zarokên wan li gorî demsalan û pêvajoya karê wan tê diyarkirin. Menda jî yek ji wan zarokan e ku dîroka dayikbûna wê nayê zanîn. Li gorî lêkolînên ku li ser jiyana Menda hatine kirin diyar dibe ku sala 1984’an hatiye dinê. 
Ew hê 12 salî bû dema bi dehan caran rastî tecawiza kalemêrek hat. Di sala 1994'an de temenê Menda hê 12 salî bû dema komên mucahîdên ereban êrîşî qebîleya wan kirin, malên wan şewitandin û piraniya jin û zarokan revandin, ên dinê jî hemû kuştin. Menda jî dema direve û hewl dide xwe xelas bike, dikeve xefika mêrek temenê wî 50 salî. Kalemêr wê digire û direvîne. Dema ku bavê wê di nava daristanê de lê digeriya, dengê bavê wê diçûyê lê di bin gefên mêrê ereb de qet newêribû dengê xwe derxe. 
Menda di biçûkanî de ji sunetê, bigre heta kuştin, revandin, tecawiz, talan û wêrankirina warê qebîleya xwe hemû rewşên xirab bi çavên xwe dîtin. Hê biçûk bû wê sunet kirin, vê bûyerê trajediyek mezin li ser jiyana wê hişt, bi ser de jî gelek tiştên dinê jiya. Jixwe di dema êrîşên li ser qebîleya wan de jî tu kesê wê ji destên mêrê bi qasî kalikê wê bû xelas nekir. Dema êrîşkar wan dibin û bi rê dikevin mêrê ereb bi dehan caran di rê de tecawizê Menda dike. Ew êrîşkar berê xwe didin paytexta Sûdan Xertûmê. Li wê mêrê ku Menda revandiye û di rê de ew tecawizê wê kiriye Menda difiroşe malbateke sûdanî ya dewlemend ji bo weke xadim di nava mala wan de bixebite. Mendayê jiyana xwe ya zaroktiyê di bin agirê koletiyê de derbas dikir.
Hewldanên Menda yên ji bo revê
Ji ber zoriyên ji jina dewlemend a xwediyê malê didît Menda gelek caran hewl da bireve lê her carê dihat girtin û bi ser nediket. Ji aliyê xwediya malê jina bi navê Rebab ve gelek caran rastî lêdan û îşkenceyê dihat. Piştî 6 salan Rebab Mendayê dişîne Londonê ji bo xizmeta xwişka wê bike. Di destpêkê de xwişka Rebab bi rêzdarî nêzî Mendayê dibûn lê piştî demek kin wê jî weke xwişka xwe tiştên nemayî bi serê wê de anî. 
Li wê jî gelek caran hewldana revê kir lê bi ser nediket. Li gel hemû têkçûnan jî dest ji xeyalên xwe yên azadiyê bernade û timî diceribîne, di hewldanekê de mêrek sûdanî dinase û ew mêr wê digihîne cihek bi ewle. Mêrê sûdanî alîkariya Mendayê dike û dibe sedem ku penaberiya siyasî li Birîtanyayê bi dest bixe. Wê demê Menda ji rojnamevanê înglîzî Damîn Lûyîs daxwaz dike ku çîroka jiyana wê binivîse. Ji bo ku nivisîna vê çîrokê bibe delîlek di destên Mendayê de û karibe bi saya wê hemwelatbûna brîtanî bi dest bixe. Piştî ku li Brîtanyayê xwe bi cih dike, bi malbata xwe re diaxive agahî dide wan ku hîn sax e û ew li deverek bi ewle ye.
Pirtûka kole
Pirtûkên Menda yên bi navê “Kole” û “Vegera Malê” di nava pirtûkên herî bi bandor û tên xwendin de tên dîtin. Di pirtûka xwe ya bi navê “Kole” ya ku biyografya wê ye de çîroka jiyana xwe ji zarokatiyê girtiye dest. Ji Paytexta Sûdanê heya Londrayê ew çîroka koletiya sedsala 21’an Menda ango Xezala çiyayê Nûbayê ye. Di vê pirtûkê de çend rêzik ji diyalogên navbera xanima malê Rahab û Mendayê de wiha ne…
Xanima malê Rahab ji Mendayê re dibêje: “Tu xwe kî dihesibînî? Bisekine ku ez te bidim nasîn. Tu evdek î, ango koleyek î. Tu dizanî wateya ebd çi ye newisa? Tu carî ji bîr neke ku tu ebdekî yî!...” Min bersiv da û got: “Na ez Menda me.” Ji ber der barê gotina ebd de qet agahiyên min nebûn. Ji ber ku li çiyayê Nûbayê navê keçikekê ebd bû, ji bo wê difikirîm ku navê min bi yê wê keçikê re tevlihev dike. Paşê jî Rahab bi şêweyê biçûkxistinê keniya û got: “Ez dizanim navê te Menda ye. Lê ji wê zêdetir tu ebdek î. Gelo tu dizanî ev tê çi wateyê?” Lê min careke din bi gotina: “Na ez Menda me” bersiv dayê. Hema di wê kêliyê de vegotinên bavê min ên der barê êrîşên ereban ên bi ser gundê wan ê Shimi yê dikeve çiyayê Nûbayê girtin û keçên wan ên revandîbûn bi awayê kola bi kar dianîn hat bîra min. Erê ez nû ketim ferqa gotina Rahab tê çi wateyê. Ez koleya Rahabê me!
Ji êşên jiyayî û vegotinên xwe yên di pirtûka Kole ya biyografya xwe de tecrubeyên baş digire û vedigere çiyayê zarokatiya wê lê derbasbûyî Nûbayê. Li wê derê çîrokên jinên sudanî berhev dike û di pirtûka xwe ya Vegera Malê de diweşîne. Her ku van çîrokan dinivîse hîn zêdetir tiştên berê jiyaye tê bîra wê û bi nav dike. Ji ber rastiya trajediyên hatin jiyîn ên di her du pirtûkên xwe de rave kiriye, pirtûkên wê bi gelek zimanan hatine wergerandin û li gelek deverên cîhanê rastî eleqeyek mezin hatine. Ew rondikên di oxira dîtina çiyayê Nûbayê rijandî niha bûye xeyala azadiya jinên Sûdanê.
‘Xulam û pirsa azadiyê’
Çîroka jiyana Menda ya di pirtûkên bi navê “Kole” û “Vegera Malê” de hatine nivîsîn li gel eleqeya mezin bûye mijara şano û filîman jî. Di sala 2010'an de bi ser çîroka wê fîlmê bi navê (Ena Ebda) ango ‘Ez kole me’ li ser televîzyonan bi zimanê ingilîzî hat pêşkêşkirin. Ji bilî wê du şanoyên bi navê ‘Xulam û pira azadiyê’ jî ji hêla Şirketa Fel Cud ve hatin amadekirin û ketin weşanê.