Portireya rojê: Dengxweşa rojhilatî Fetane Welîdî

Dengbêj Fetane Welîdî ji biçûkahî di polên xwendinê de hezkirina xwe ya hunerê nîşan daye û ji zarokên pola xwe re stran gotiye. Ev hezkirina wê heya zanîngeha Tahranê domiyaye û ew li pey hezkirina xwe ya hunerê bûye dengbêjek mezin li nava Rojhilatê Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan - Fetane Welîdî sala 1953’an li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbatek hunerhez de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Ev binhişiya malbatê ya girêdana hunerê, ji dayikbûnê bi Fetane re çêdibe û berê wê dide hezkirina dengbêjiyê. Di zarokatiya xwe de li polên xwendinê di nava xwendekaran de bi zimanê kurdî stran digot. Her ku didît kêfa xwenekaran ji dengê wê re tê, hîn zêdetir ji dengê xwe hez dikir û girêdana wê bi hunerê re çêdibû. Wê li dengbêjên kurd guhdarî dikir, stranên wan di bîra xwe de digirt û roja din ji xwendekarên pola xwe re digot. Ev hemû ji bo wê dibe ceribandinên destpêkê û cesareta çûyîna li pey hunerê zêde dike. Her ku dem derbas dibe Fetane bi dengê xwe yê kurdewarî tê nasîn û li ser daxwaziyan distire. Salên dibistanê heya zanîngehê bi vî şêweyî berdewam dike û ev yek tercîha wê ya zanîngehê jî diyar dike. Êdî diyar dibe ku dê Fetane li zanîngehê jî beşa hunera ciwanekan hilbijêre û hewl dide dengê xwe hîn zêdetir perwerde bike.
 ‘Sebra gulfiroş’
Fetane dibistana bilind a muzîkê li paytexta Îran Tahranê xwendiye. Di salên 1970’an de bi riya bavê xwe Mehemed Şerîf Welîdî û koma muzîkê ya Kamkar, muzîka cîhanê dinase. Strana destpêkê qeyd kirî bi navê ‘sebra gulfiroş’ bûye. Di wê demê de ev stran pir belav bû, hat guhdarîkirin û Fetane bi vê stranê pir hat nasîn.
Fetane 56 stran tomar kiriye
Di pêvajoyek rejîma Îranê dengê jinan qedexe kirî û dilê her kesê dixwest li nava koman dengê jinan jî hebe, Fetane derketiye. Wê di nava komên muzîkê de bi cilên kurdî û kofiya sineyî straye. Dengxweşa rojhilatî bi demê re tevli gelek bernameyên radyo û tv yan bûye û bi zimanê kurdî ji kûrahiya dil gotiye. Di radyoyên Sîneû Kirmanşanê de 56 stran girtiye bin qeydan. Li gelek deverên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dengê wê yê zelal hatiye guhdarîkirin. Fetane hezkirina welatê xwe bi dengbêjiyê aniye ziman ku çiqasî bi welatê xwe ve girêdayî ye. 
Teşîrês û dengbêja sîneyî
Di heman demê de Fetane evîndar bûye û hestên xwe yên evîniyê bi dengbêjiyê aniye ziman. Pir xweş teşî dirist û li ber ristina teşiyê jî gelek xweş stran gotiye. Di salên dawiya temenê xwe de ji ber evîna yekalî ya ku timî wê ber bi tenêbûnê ve biriye, bi nexweşiyeke derûnî dikeve û di mal de bi tenê dimîne. Di wê pêvajoyê de teyrek li gel xwe xwedî dike, timî bi wî teyrî re daxive û stranan jê re dibêje. Ji nexweşiya wê zêdetir mirina bavê wê li ser bandor dike. Piştî bavê wê di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest dide, bi yekcarî tenê dimîne û nexweşiya wê giran dibe. Ji ber nexweşiyê wê radikin Nexweşxaneya Behar a taxa Beharan a Sineyê. Heya niha jî li heman nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ye. 
Ji nava hemû kolan û kuçeyên bajarên Rojhilat timî dengê Fetane yê zelal bi stranên “Ey dilî xemîn im bo çî bê qerar î, le jîn bêzar im”, “lay lay dil im lay le baxî Sine me, ey le des yarim malwêran im”, “le ser rûyê qametî yar”, “kew mil kew mil  kew milke”, “hatewe yarim yarî wefadar im” û “bê tu bê malim bê dost û yarim” tê bihîstin.
 ‘Li heman dibistanê me bi hev re stran digot’
Hevala dengbêj Fetane, hunermend Şehîn Talabanî diyar kir ku hezkirina wê ya stranan û hunerê ji zarokatiyê tê û wiha dibêje: “Me li heman dibistanê bi hev re dixwend û bi hev re stran digot. Hemû demên rojê bi hev re bûn, ew timî xemgîn xwiya dikir. Ji ber wê demê em zarok bûn me pir wate nedida xemgîniyên wiha kûr li ser rûyê Fetane çima xwiya dike, tenê em di kelecanê de bûn ku em ê bi hev re carek din stranan bibêjin. Wê demê karê hunerê ji bo me keçan gelek zor bû, ji ber ku me bi rehetî nedikarî em bistrên. Dîsa jî me bi hev re gelek kar kir û em li pey hezkirina xwe ya hunerê çûn. Em bi hev re hatin dawetkirin û çûn Tahranê, em hefteyek li wê derê man. Bi vê hezkirina xwe ya dengbêjiyê xwe di dilê gel de mezin kiriye. Ew êdî dengbêjek hezkirî û naskirî ye…”
‘Di dehsaliya xwe de stran gotiye’
Hunermend Hoşeng Şigirft ê ku 45 sal in dostê malbatê ye û bi Fetane re stran gotiye jî der barê jiyana wê de dibêje: “Hê dehsalî bû dest bi stranbêjiya kurdî kiriye. Gelek bi kêf stran digot, wê kelecan û kêfa wê diyar bû çiqasî ji dengbêjiyê hez dike. Hestên wê di stranên wê de diyar bûn. Jinek hunermend a dilpak û dilsoz bû.”