Pirtûka Rojê: Bingeha Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinê
Pirtûka “Bingeha Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinê” lêkolîn û analîza sosyolojîk a li ser jinan û civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera salên 2017 û 2020'an de hatine meşandin di nav xwe de dihewîne.

Navenda Nûçeyan – Akademiya Jineolojiyê xebatên li ser jinan û berhemên jinan didomîne. Yek ji van berheman jî, Pirtûka “Bingeha Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinê” ye. Çapa yekem a pirtûkê di zivistana 2021'an de bi zimanê Kurdî derketiye. Çîroka vê pirtûkê di heman demê de dibe çîroka sazîbûna xebatên Akademiya Jineolojiyê ya ku bi pêşketina Şoreşa Rojava re destpê kiriye.
Li ser vê esasê rêbazên lêkolînê û çar pirsên bingehîn hatine diyarkirin:
1. Bingeha dîrokî ya şoreşa jinê ya duyemîn li ser axa Kevana Zêrîn çi ye?
2. Çavkanî û cureyên pirsgirêkên civakê û jinan li Rojavayê Kurdistanê çi ne?
3. Bandora Şoreşa Kurdistanê û Şoreşa Rojava li ser jiyana jinan û civakê çawa ye?
4. Nêrîn, daxwaz û xeyalên siberojê çi ne? Jinên Rojava jiyana çawa, civakeke çawa dixwazin?
Ji bo ronîkirina van pirsan ji Efrînê heta Dêrikê, ji Kobanê heta Minbic, Tebqa û Reqayê zêdetirî 380 hevpeyvînên takekesî û nîqaşên komî li tax û gundan jinên Kurd, Keldanî, Aşûrî, Suryanî, Ereb, Çeçen, Çerkez û Tirkmen; jinên Misilman, Êzidî, Elewî û Mesîhî stran, çîrok, serpêhatî û nirxandinên jinan hatin guhdarîkirin. Jinên hemû nifşan dan zanîn ku êş û şahiyên xwe parve kirine, bandora şoreşê ya li ser jiyana xwe analîz kirine. Bi vê xebatê re berpirsyariya xebat û analîzên Jineolojiyê jî berbiçav bûye.
Bingeha dîrokî ya şoreşa jinan çi ye?
Bi kelecanekî mezin li şûnwarên Bakurê Sûriyeyê – ji Til Xelef heta Girê Endarê - şopên dîroka 12 hezar salan a mirovahiyê di tebeqeyên 14 hezar giran de hatin kifşkirin. Bingeha vê dîrokê ji peyker û sembolên jinê, ji nirxên çanda dayika xwedawend a ku civakîbûnê afirand pêk tên. Yek ji mînakên vê çanda hevbeşiya jiyanê peykerek ji sedsala 8 - 7'an a B.Z. ye ku li Til Xelefê hatiye dîtin. Ev peyker du kesayetên serwer, jin û zilamekî nîşan dide yên li ser kursiyan li cem hev rûniştîne. Mirov dikare vê yekê mîna nîşaneya rêveberiya hevbeş a jin û mêr ango pergala hevserokatiyê şîrove bike.
Di serdema desthilatdariya mêr de gelek nirxên çanda jinê yên xwe dispêrin pîvanên edaletê, ehlaqê azadiyê û lêgerîna jiyana xweş bi zordestî hatine şikandin, li bin kavilên mêtingehan û zibala şarestaniyê hatibûn binaxkirin. Zanyar û leşkerên dewletên serdest jî gelek peykerên xwedawendan revandin, daneyên arkeolojîk talan kirin. Daneyên 5 hezar salên şerên dagirkeriyê û berxwedana gelan ji bo jiyana bi rûmet hem di qetmanên giran de û gelek daneyên sereke weke peyker, wêne, çîrok û nivîsên kevnar de bi şikil û remzên jinan xuya dibin.
Gelek bermahiyên şoreşa yekem a jinan hene
Bermahiyên şoreşa yekem a jinan di gelek rêûresmên civakê de, di rêbazên çandiniyê û karên destan, di xeml, çîrok û zanînên dayîkan de îro hê jî zindî ne. Mînakên van şîfagerî, mêvanperwerî, pîrozbahiyên cejnên biharê, parvekirina êş û kêfxweşiyê, bi hev re karkirin, lidarxistina şevbihêrk û şêwrên di odayên gundan de ne.
Rastiya dîrokî ya neteweya demokratîk xwe dispêre nirxên hevbeş ên çanda komînal
Her wiha hevbeşî û cihêwaziyên dîrok, bawerî û çandên gelên Bakurê Sûriyeyê yên ku em dikarin wekî mozaîka gel û baweriyan pênase bikin balkêş in. Gelên Kurd, Aşûrî-Suryanî-Keldanî û Ermenî, Ereb, Tirkmen, Arnawut, Çeçen, Çerkez, Qewmên Mitirb û Mehelmî, mirovên ji hemû bawerî û olên Mezopotamyayê, Êzidayetî, Cihûtî, Xirîstiyanî, Îslamiyet, Elewîtî û Şîa bi sedan ango hezaran salan li ser heman axê jiyane. Her qewm xwedî dîrok, ziman û çandeke taybet e lê di heman demê de dîrokeke hevbeş û çandeke hevbeş a gelan hatiye avakirin. Wan gelek car bi hev re li dijî zordestî û êrîşên mêtingeran li ber xwe dane. Li bajar û gundên pirolî û pirneteweyî li Bakurê Suriyeyê hene ku şêniyên wan bi serbilindî behsa jiyan û nirxên hevbeş ên civakî dikin. Rastiya dîrokî ya neteweya demokratîk xwe dispêre nirxên hevbeş ên çanda komînal, pîrozdîtina xweza, ax, dilnizmbûn, xweşbînî û têkiliyên cîrantiyê. Li tevahî herêmên Rojava jinên extiyar bi piranî bi melûlî 'jiyana berê' weke bihuşteke ku hat windakirin, tînin bîra xwe. Dayik di çîrok û stranên evîn û dilêşiyê de jî qala vê yeke dikin. Digel ku zehmetiyên aborî û karên fîzîkî berê zêdetir bûn, ew dibêjin:
''Berê jiyan ji îro xweştir bû. Berê ti tiştê 'eyb' li cem me tunebû. Keç û xortan tevahiya şevan bi hev re stran digotin û govend digirtin. Jiyana me wê demê xweş bû. Lê dema ku ceyran, televîzyon, pere û telefonên destan ketin nava jiyana me, her tişt xirab bû.”
Girê Xêlî li Koçeratê yan jî Kevirê Bûkê li navçeya Recoya Efrînê vê rastiyê nîşan didin
Di encama zextên pergala baviksalar û mêtingeriyê de çanda civaka xwezayî û xwedawendan di gelek aliyan de hatiye cemidandin. Cihên ziyaretê yên wek Girê Xêlî li Koçeratê yan jî Kevirê Bûkê li navçeya Recoya Efrînê vê rastiyê nîşan didin. Lê klamên dengbêjî û çîrokên Egîd û Gulîmoran îsbat dikin ku lêgerîna azadî û heqîqetê ya lehengên jin û mêr her dem berdewam kiriye. Ev dîroka devkî bûye palpişta şoreşa jinan a hemdemî. Jin careke din rabûn da ku bên û werîsên jiyanê ku hatine veqetandin, ji nû ve bihûnin û bi hev ve girê bidin.
Çavkaniya pirsgirêkên jinan û civaka Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hişmendî û sazîbûna pergala mêr e
Di beşa duyem a lêkolîna sosyolojîk de derket holê ku çavkaniya sereke ya pirsgirêkên jinan û civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişmendî û sazîbûna pergala baviksalar û dewletperest e, ya ku bi dijberiya çanda şoreşa neolîtîk hatibû ferzkirin. Feraseta namûs û mulk, saziyên malbat, zewac û dewletê bûbûn dogmayên pîroz ku bindestiya jinan rewa kirine. Serweriya zilam di kevneşopî û têkiliyên eşîr, malbat, civak û dewletê de vîna jinan tepisand. Li nêrîn û daxwazên jinan heta yên der barê jiyana wan bi xwe de nedihat guhdarîkirin. Rist û çarenûsa jinan dibû îtaetkirin, anîna zarok û xizmetkirina malbatê. Wekî din her tişt ji bo jinan bû 'guneh', 'heram' û 'şerm' bû.
Çanda jiyanê û rista jinan hat guhertin
Jin û jiyan, ax û hevpariya gelên Kurd, Suryanî, Aşûrî, Ermenî û Ereb hatine parçekirin. Di encama mêtingeriyê û xêzkirina sînorên netew-dewletê de riyên aborî, bazirganî û zozanan hatin qutkirin; bajar û gund ji hev hatin veqetandin. Koçer mecbûr man an li herêmên 'serxet' an jî 'binxet' derbasî jiyana niştecihî bibin. Bi vî rengî jî çanda jiyanê û rista jinan hat guhertin. Jinên ku berê di jiyana aborî û civakî de xwedî gelek peywiran bûn niha di gund û bajaran de piranî weke 'jinên malê' di nava çar dûwaran de bûn.
Bi projeya ‘Kembera Ereban’ Kurdên Rojava bê erd man
Şovenîzma dewleta Sûriyeyê bû sedem ku di 5'ê Cotmeha 1962'yan de piraniya Kurdên Cizîra Rojava ji welatîbûna Sûriyeyê werin derxistin. Jin û mêrên Kurd wekî 'mektûm' yan 'ecnebî' hatin binavkirin û ji mafên hiqûqî, siyasî, aborî û medenî bêpar man. Bi ser de rejîma Baasê di salên 1970'an de bi projeya nijadparest a 'kembera Ereban' Kurdên Rojava bê erd hişt. Jinên Kurd rave kirin ku 'zextên îstîxbarat û leşkerî hişt ku êdî civak ji siya xwe bitirse. Baweriya civakê bi civaka xwe re da şikandin. Wisa çêbû ku êdî bira bawerî bi birayê xwe nedianî. Bi hezaran Kurd hatin girtin û di zindanan de îşkence dîtin.' Jinên ji ber xebatên siyasî ji bo mafên xwe hatibûn girtin rave kirin ku 'zindanên Sûriyeyê eynika rewşa jinê' bûn. Wan di zindanên rejîma Baasê de bi îşkenceyên hovane yên fîzîkî û dêrûnî re rû bi rû dihiştin. Di heman demê de ew bûn şahidên sixurî, fihûş, bazirganiya li ser jinan û muxederatê çawa bi destên dewletê hatin birêxistinkirin. Jixwe li gorî zagonên medenî yên dewleta Sûriyeyê, jin 'nîv mirov' bûn. Li pêşiya dadgehê şahidiya du jinan weke ya zilamekî hatiye hesibandin. Para mîrate ya jinan jî nîvê ya zilam bû. Cihê jinan di nava siyaset û perwerdeyê de jî tunebû. Nijadperestiya dewletê û zayendperestiya civakî di heman demê de bûn sedem ku beriya Şoreşa Rojava ji nîv milyon jinên ku li kantona Cizîrê jiyane ji sedî 75 nexwendîne yan jî tenê di asta seretayî de xwendine. Rêjeya jinên ku zanîngeh xwendine jî tenê ji sedî 3 bû.
Siyaseta li ser aboriyê dewlemendiya xwezayê herimandiye bûye sedema bûyanîbûna ji axê re
Her wiha siyaseta aboriya navendî ya dewletê ya ku çavkanî û dewlemendiya xwezayê herimandiye di heman demê de bûye sedema biyanîbûna jinan a ji ked û axa xwe re. Gelek pirsgirêkên tenduristî û dêrûnî yên jinan bi vê yeke ve girêdayî ne. Her wiha tundiya zayendperest, şer û koçberiyê jî bi rengekî neyînî bandor li tenduristiya jin anû civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.
Di destpêka sedsala 21'ê de êdî pirsgirêkên zayendperestî, nijadperestî, siyasî, civakî û ekolojîk gihîştin wê asta ku jin û civaka Rojava zordestiyê nema qebûl bikin. Rabûna gelên Bakurê Efrîka û Rojhilata Navîn a sala 2011'an ber bi Sûriyeyê belav bûye. Pê re jinên Kurd jî hêvî û peywendiyên xwe bi jiyan, civak û siyasetê re ji nû ve zindî kirine.
Bi Tevgera Azadiyê re civaka Rojava li ser koka xwe şîn bû
Bi pirsa Şoreşa Kurdistanê û Şoreşa Rojava bandoreke çawa li ser jiyana jinan û civakê kiriye ve girêdayî jinên li hemû herêmên Rojava dibêjin ku bi hatina Rêber Apo û rêxistinbûna Tevgera PKK’ê ji sala 1979'an û şûnve guhertinên mezin di jiyana wan de çêbûne. Jin salên destpêkê yên Tevgera Azadiyê de li Rojava weke 'şînbûna civaka Rojava li ser koka xwe' pênase dikin. Gelek jinên ku pêvajoya Tevgera Azadiya Kurdistanê di salên 1980'an de ji nêz ve şopandin gotin; 'jinên Rojava di PKK’ê de çirûskeke dît û xwe pê girtin.'
Pêşengên jin feraset û kevneşopiyên zayendperest hejandin
Ji dawiya salên 1980'yî ve lêgerîna bersiva pirsên 'Em çawa bijîn?' û 'Jina azad kî ye?' bûne rênîşana têkoşîn û rêxistinbûna jinên Rojava. Bi armanca rizgariya jinan û ya welat, avakirina çareseriya pirsgirêkên malbat û civakê, her diçû zêdetir jin tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê bûn. Tevlîbûna jinên pêşeng weke Fîdan û Rûken ji Efrînê, Dîcle û Şîlan ji Kobanê, Warşîn, Sozdar û Şervîn ji Dêrikê, Adalet ji Qamişloyê û Berçem ji Dirbêsiyê bi têkoşîn û helwestên xwe gelek feraset û kevneşopiyên zayendperestiya civakî ya 5 hezar salan di nava civaka Kurd de hatibûn rûniştandin hejandin.
Tecrube û zanebûna têkoşîna birêxistinkirî ya 30 salan, dibû bingeha pêşengiya jinan di Şoreşa Rojava de. Ji pêngava Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an heta avakirina pergala xweseriya demokratîk û şerên dijwar li dijî zordestî û hişmendiya DAIŞ'ê, jinan li tevahiya bereyan bi fikir, helwest û keda xwe reng û ruhê jinan dan şoreşê. Di şerên parastinê yên li dijî êrîşên desthilatdariya Baasê de, li dijî qirkirinên DAIŞ'ê û dagirkeriya Tirkiyeyê de jinên Rojava bi berxwedana şervanên Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê re nasnameyeke nû ji xwe re ava kirin. Bi şêwaza xwe ya fermandarî û siyasetê, nasnameya nû ya jinên Rojava wekî têkoşerên azadiyê hatiye avakirin û di dinyayê de deng vedaye. Her wiha li ser bingeha ceribandin û zanyariya xwe li ser analîz û perspektîfên Rêber Apo, jinên Kurd bûn hêza pêşeng di avakirin û parastina neteweya demokratîk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Wan hêz, îlham û bawerî dan jinên pêkhateyan hemûyan da ku tevlî siyasetê, avakirina pergala xweseriya demokratîk û meclîsên jinan bibin. Jinan xwe da ber ristên nû di nav xebatên siyasî, civakî û xweparastinê de. Bi her gava nû ku jinan di jiyana xwe de avêt, wan pê re civak jî da fikrandin û guhertin.
Bi Şoreşa Rojava ve jinan xebatên xwe bi pêş xistin
Di pêvajoya şoreşê de tevgera jinan Kongra Star bi taybetî hewl da rê û rêbazên çareseriya pirsgirêkên jinan û civakê di çarçoveya rêgezên bîrdoziya azadiya jinan û civaka exlaqî û polîtîk de bi pêş bixe. Pêkanîna pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev a jin û zilam di sazî û rêveberiyên xweseriya demokratîk hemûyan de bûye pêngaveke girîng ji bo hejandina serweriya zilam di siyaset û civaka Rojava de. Gelek pirsgirêk û nakokiyên civakê yên wekî zayendperestiya civakê, tundiya li dijî jinan di têkiliyên malbatê de, êrîş û ferasetên mêtinger, olperest û nijadperest; pirsgirêkên siyasî, aborî, ekolojîk, perwerde û tenduristiyê yên civakê û nexasim pirsgirêkên hişmendiyê hemwext dibûn mijarên têkoşînê. Ji bo rawestandina qirkirinên li dijî jinan û lipeyxwehiştina desthilatdariya zilamî di jiyana malbat û civakê de ji destpêka şoreşê ve xebatê Malên Jinê û ragihandina qanûnên jinê bûne palpiştek ji bo pêkanîn û parastina mafê jinan. Jinên ciwan jî bi avakirina birêxistinbûna xwe ya xweser, bûn xwedî vîn û çalakî.
Hewldanên ji bo bipêşxistina jiyana ekolojîk û tendurist jinûve zindîkirina şîfageriya jinan
Tevî avakirina komîn û rêxistinbûna jinan di qadên polîtîka, civakî, çand, huner, ziman, perwerde, tenduristî, aborî û xweparastinê de gavên mezin hatine avêtin. Gelek jin bûn xwedî vebijêrkên nû yên jiyanê. Jin bi xebatên çand, huner û wêjeyê, ruh û têkoşînê şoreşa jinan diteyîsinin. Hewldanên nû ji bo bipêşxistina jiyana ekolojîk û bi tenduristî bi jinûve zindîkirina şîfageriya jinan hatine destpêkirin. Her wiha bi avakirina projeyên aboriya komînal, kooperatîfên jinê û rêxistinbûna jinên kedkar jî jin dixwazin xwe ji zextên aboriyê xilas bikin û debara xwe bi xwe bikin. Di warê perwerde û zanistê de jin hem wek mamosteyên civakê hem jî weke avakerên pergala dibistanên neteweya demokratîk, akademiyên jinan û Jineolojiyê bi risteke pêşeng radibin. Bi taybetî di bipêşxistina şoreşa ziman, perwerdeyên komîn û meclîsan de jinan ji destpêka şoreşê ve kedekî mezin daye.
‘Em hê di nîvê rê de ne xebat û têkoşîna me gihîştiye astekê lê têr nake’
Gelek destkeftiyên jinan çêbûn lê belê pirsgirêkên vejandina civaka ehlaqî û polîtîk hê jî didomin. Têgeh û ferbûnên pergala baviksalarî û dewletê di hinek aliyan de hatin eşkerekirin û teşhîrkirin. Lê daneyên çendanî û şîroveyên li ser bûyer û cureyên tundiya li dijî jinan destnîşan dikin ku bandora zihniyeta desthilatdar hê jî dibe astengiya herî mezin li pêşiya avakirina hevjiyana azad, têkiliyên demokratîk di malbat û civakê de û li pêşiya siberoja azad a jinên ciwan. Bi zanebûna ku hê jî riyeke dirêj û erkên mezin li pêşiya wan hene, hewldanên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Ew dibêjin: "Em hê di nîvê rê de ne. Xebat û têkoşîna me gihîşt astekê lê têrê nake. Têkoşîna azadiyê têkoşîneke bêdawî ye."
Pirsên der heqê xeyal û daxwazên siberojê de yên ku me di hevpeyvîn û nîqaşên bi jinên Rojava re pirsîne, ji bo piraniya jinan pirsên herî giran bûn. Ji ber di bin gefên şer, qirkirin û aloziyên domdar de li Sûriyeyê pêşdîtina siberojê pir zehmet e. Li aliyê din jî jin di pergala baviksalariyê de fêr nebûne ku bikaribin bibin xwediyê çarenûsa xwe.
Pêdiviya jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi asayîbûn û îstîqrarê heye
Encamên lêkolînê diyar dikin ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya her tiştî pêdivî bi asayîbûn û îstîqrarê dibînin. Piraniya wan hewl didin di bin şertên ku tu misogerî çênebûye de jî jiyana xwe bi rengekî 'adil' yan jî 'asayî' saz bikin. Hinek din jî bi riya koçberiyê 'jiyana rehet' ji alozî û şerê li Sûriyeyê dûr digerin. Lê piraniya wan ketine riyên koçberiyê jî piştre poşman bûne, bêriya welat, malbat û civaka xwe dikin. Li beramberî vê yekî beşeke girîng a jinên Rojava jî xwe ji bo parastina hebûn û rûmeta xwe, ji bo avakirina siberojeke azad berpirsyar dibînin. Lewma ew tevlî xebatên komîn û saziyên jinan, înşakirin û parastina pergala xweseriya demokratîk dibin. Ew bi ruhê şoreşê dijîn.
Lê di dawî de daxwazên dayikên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di van mijaran de digihîjin hev. Hemû dibêjin: “Hema bila şer û kuştin tunebe! Bila malbat dîsa werin cem hev û bi hev re bijîn! Bila zarokên me bê tirs mezin bibin û perwerdeyeke baş bibînin!” Endameke Kongra Star ji bajarê Hesekê ezmûn û rastiya şoreşa jinan bi van peyvan anî ziman: "Bi her gava ku jinan di vê şoreşê de avêt, hêza wê û guhertinên mezin çêbûne. Em ê her dem li ber xwe bidin û her dem em dibêjin: Siberoja me tijî hêvî ye. Baweriya me heye ku jiyana me û ya hemû jinan û civaka me wê xweştir bibe. Belkî em ê gelek caran bikevin lê em ê rabin jî weke zaroka ku fêrî meşê bibe."
Em