Peykerê Mary Seacole: Rêzgirtinek ji bo jina ku sînorên nijad û zayendê şikand
Peykerê Mary Seacole ku bi serbilindî li ber Çemê Thames radiweste, şahidê rêwîtiya jinekê ye ku cudakariyê red kir û mirovahiya xwe da pêş. Ew bû sembola wêrekî, wekhevî û biryardariyê.
Navenda Nûçeyan – Peykerê hemşîreya Jamaîkî-Brîtanî Mary Seacole bîrdariyek bronz a berbiçav e ku li baxçeyên Nexweşxaneya St. Thomas li Londonê ye. Peyker, di 30’ê Hezîrana 2016’an de hate vekirin. Ev yekem peykerê li Keyaniya Yekbûyî ye ku bi navê jineke reşik rêz digire, gavek ku wek guhertinek girîng di naskirina beşdariyên kesayetên kêmneteweyên etnîkî di dîroka Brîtanî de, tê binavkirin.
Nêzîkî 2.4 metre bilind e û bi tevahî ji bronz hatiye çêkirin
Peyker li Lambeth, li hember Çemê Thames û Parlamentoya Brîtanî ye û ji hêla peykersazek navdar ê Brîtanî Martîn Jennîngs ve hatiye sêwirandin. Bilindahiya wê nêzîkî 2.4 metre ye û bi tevahî ji bronz hatiye çêkirin. Hunermend Marîe Sequel nîşan dide ku bi bawerî dimeşe, çentê xwe yê bijîşkî hildigre, di heman demê de li pişt wê dîskek bronz a mezin heye ku sembola erdê ye ku di dema Şerê Qirimê (1853-1856) de lê meşiyaye û behsa rêwîtiya wê ya wêrek û rola wê ya mirovî di lênêrîna birîndaran de dike.
‘Dayîka ku şîfa dide’
Mary Seacole (1805–1881) di bîra dîrokî de cihekî taybet digire. Li Jamaîkayê jidayîk bû, wek “Dayîka ku Şîfa belav dike” dihat nasîn û bi şiyana xwe ya dabînkirina lênêrîna bijîşkî bikaranîna jêhatiyên xwe yên dermankirinê yên kevneşopî, li dijî cudakariya nijadî û civakî ya serdest a wê demê, navdar bû.
Di dema Şerê Qirimê de, wê di sala 1854’an de bi lêçûna xwe li nêzî eniyên şer "Otêla Brîtanî" ava kir piştî ku Ofîsa Şerê Brîtanî serlêdana wê ya ji bo xebata wek hemşîre red kir. Ji wir wê lênêrîn û piştgirî da birîndaran, rêzgirtinek mezin û naskirinek taybet ji bo hewldanên xwe yên mirovî qezenc kir.
Bû sembola berdewamî û wekheviyê
Ev peyker niha wek sembola têkoşîna li dijî nijadperestiyê û rêzgirtinek ji bo mîrata Mary Seacole tê dîtin, ku bû mînakek wêrekî û dilsoziya ji bo xebata mirovî. Ew her wiha 12 sal kampanyayên bingehîn û sazûmanî nîşan dide da ku beşdariyên wê bi awayekî ku li gorî destkeftiyên wê ye rêz bikin. Piştî mirina wê di sala 1881’an de, navê Mary Seacole bi hêz di bîra Brîtanî û navneteweyî de ji nû ve derket holê, bû sembola berdewamî û wekheviyê û çîroka wê hê jî îlhama nifşên nû yên hemşîre û xebatkarên tenduristiyê dide.