Petra Herrera: Li dijî polîtîkayên Pancho Villa yên zayendperest, artêşa jinan ava kir

Petra Herrera, ji bo ku di eniyên pêş ên Şoreşa Meksîkayê de şer bike, bi salan nasnameya xwe ya jinbûnê veşart. Piştî ku serkeftinên wê ji ber zayendiya wê hatin redkirin, wê artêşeke taybet a jinan ava kir û navê xwe di dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsî.

Navenda Nûçeyan – Ji figurên jin ên ku di Şoreşa Meksîka de bal kişandî, Petra Herrera, ji ber sekna demê li beramberî jinan, neçar ma demek dirêj li dijî nasnameya mêr şer kir. Petra Herrera ku navê ‘Pedro Herrera’ bi kar tîne, bi erkê di eniyan de girtî, di demek kurt de derket pêş.

Petra Herrera, ku di salên şoreşê de di yekîneyên jinan ên bi navê "Soldaderas" de xizmet dikir, bi taybetî bi serkeftina xwe di operasyonên leşkerî de dihat naskirin. Petra Herrera, ku di mîsyonên stratejîk ên wekî hilweşandina piran de roleke girîng lîst, her wiha çavdêriya fermandarî û kontrola gelek leşkeran jî dikir.

Ne dîtina nasnameya jin

Petra Herrera ku nasnameya wê piştre hatin eşkerekirin, di Muharebeya Torreon a duyem ku di 30’ê Gulana 1914’an de pêkhatî de, di destpêka yekîneya ku nêzî ji 400 şervanên jin pêktê beşdarî pevçûnan bû. Performansa wê ya di vê muharebeyê de, bû yek ji navên destpêkê ên di şoreşê de derketî pêş.

Lê belê serkeftinên ku di eniyê de bi destxistine, pîşeya wê ya leşkerî weke dihat xwestin nehate teyîsîn. Hate diyarkirin ku ji lîderên şoreşê Pansho Vîlla, nexwest ku serkeftin bibe ya jinekê û ji ber vê bilindbûna asta fermandariyê ya Petra Herrera erê nekiriye.

Yek ji kesayetên herê girîng

Piştî vê biryarê, Petra Herrera, ku ji artêşa Villa veqetiya, biryar da ku têkoşîna xwe bi awayekî serbixwe bidomîne. Petra Herrera yekîneyeke xwe ya leşkerî ava kir ku bi tenê ji şervanên jin pêk dihat û wekî yek ji kesayetên herî girîng di dîrokê de cihê xwe girt ku nîşan da ku jin jî dikarin di pêşengiya Şoreşa Meksîkayê de bin.