Parka Dîrokî ya Mafên Jinan a Neteweyî li Seneca Falls a li Eyaleta New Yorkê
Parka Dîrokî ya Mafên Jinan a Neteweyî ku li Senece Falls a eyaleta New Yorkê ye, yek ji cihên girîng ên dîrokî tevgera parastina mafên jinan e.
Navenda Nûçeyan – Di sala 1848’an de ji bo lidarxistina konferansa mafên jinan bû cihê destpêka tevegera rêxistinkirî. Parka ku zêdetir mekanên dîrokî dê de hene, di nava yên herî girîng de Dêra Wesleyan ku konferans lê hat lidarixstin û mala Elîzabeth Cady Stanton lê ye. Her wiha li parkê, cihên din ên ku nîşan didin tevgerê çawa destpê kiriye hene. Her wiha di parkê de navendek ku agahî pêşangehên ku dîroka têkoşîna ji bo mafên jinan hat kirin tê vegotin heye.
Di sedsala 19’an de jin rastî qedexeyên gelek mezin hatin. Mafê wan ê dengdanê tunebû, piştî dizewicîn li ser milkên xwe ne xwedî kontrol bûn û beşdariya wan a jiyana siyasî dihat astengkirin. Ji ber vê Konferansa Seneca Falla, bi armanca çareserkirina van pirsgirêkan û daxwaza çareseriyê hat lidarxistin. Ev konferans bûbû destpêka têkoşîna demdirêj ku di sala 1920’an de bi naskirina mafên jinan ê dengdanê bi encam bû.
Ev park xwedî cihekî gelek girîng e
Yek ji taybetmendiya herî girîng a vê tevgerê, aştî bû. Xwe spartibû diyalog, hişyar û rêxistinkirinê, serî li tundiyê nedabû. Ji ber vê park di roja me de weke sembola têkoşîna aştiyane ya ji bo maf û wekheviyê hatibû kirin dihat qebûlkirin.
Di roja me de park, di aliyê fêrbûn û fikirînê de weke cihek girîng tê dîtin. Serdanvan ji bo fêrî dîroka mafên jinan bibin û ji vê ders derbixin tên vê derê. Park di heman demê de bi bîr dixe ku ji bo edalet û wekheviyê her dem sebir û hewldan lazim e.
Parka dîrokî ya mafên jinan a li Senece Falls, yek ji cihên herî dîrokî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye. Ji ber ku ev park, nûnertiya destpêka tavgerên rêxistinên der barê parastina mafên jinan de dike. Park rasterast têkiliya wê bi Konferansa Mafên Jinan a di sala 1848’an de hat lidarxistin heye û ev bûyer di têkoşîna wekheviyê de xala werçerxê ava kiriye.
Dîroka avabûna parkê
Park di sala 1980’an de, bi biryara Kongreya DYE bi fermî hat avakirin. Di sala 1982’an de ji bo serdavan hat vekirin. Ji aliyê Xizmetên Paran a Emrîkaya Neteweyî (National Park Service) ve dihat birêvebirin. Armanca avakirina vê parkê, parastina cihên ku tevgerên mafên jinan li destpê kirine û vê bûyera dîrokî bidin jiyîn bû.
Sedemên avabûnê
* Di dîroka Emerîkayê de, bîranîna tevgera yekem e rêxistina mafên jinan e
* Fêrkirina dîroka têkoşîna mafên medenî, wekhevî ji bo nifşên nû
* Parastina avahiyên dîrokî yên girêdayî konferansê
* Balkişandina ser rola jinan a di guherîna siyasî û civakî de
Konferansa Seneca Falls (1848)
Di navbera 19-20’ê Tîrmeha 1848’an li Kilîseya Wesleyan a li bajarokê Seneca Falls hat lidarxistin. Nêzî 300 kes beşdarî konferansê bûbû. Ji van nêz 40 jê mêr bûn. Piranî ji jinan pêk dihat. Ev rewş, nîşan dida ku ev çalakî ji bo mafên jinan civîna yekem a beşdariya girseyî bû. Di konferansê de nîqaşkirina pirsgirêkên jinan bû yek ji xala destpêkê ya herî girîng. Di konferansê de mafê bikaranîna dengê jinan hat daxwazkirin, ev daxwaz di wê demê de şoreşgerî bû. Daxwaza wekheviyê, mafên jinan ên mal û milk, perwerde, xebat, ol, azadiya îfade û beşdariya siyasetê hatin nîqaşkirin. Di vê konferansê de hemû mafên jinan hat erêkirin. Ji ber wê konferans bûbû destpêka guherînê.
Navê parkê
Navê parkê wek ‘Parka Dîrokî ya Mafên Jinan a Neteweyî’ hat diyarkirin, ji ber, ev cih ji destpêka tevgera mafên jinan re şahidî kiriye. Xwedî sembolên azadî, wekhevî û mafê medenî ye.
Di roja me de girîngiya parkê
* Navendek girîng a perwerdeyê ye
* Sembola gerdûnî ya têkoşîna ji bo maf tê dayîn
* Ji bo tevgera jinên nûjen çavkaniya îlhamê ye
Parka Mafên jinan a li Seneca Falls, ne tenê cihekî dîrokî ye, di heman demê de sembola gerdûnî ya destpêkirina têkoşîna wekhevî û edaletê ya jinane. Konferansa 1848’an, bûbû destpêka têkoşînek demek dirêj domiya û ji bo bidestxistina gelek mafan pêşengî kiribû. Vê pêvajoyê nîşan dida ku guherîn bi fikrek destpê dike û bi têkoşînê bi encam dibe.