Mîrasê azadiyê: Dilpak
Belê me di xeleka borî de behsa wê barana hûr a bi rengê Dilpakî kiribû. Barana ku li ser hunera hestên bêrîkirinê dibarî. Wê baranê hunera xwe li ser penûsa dil û hişê me dabû teyîsandin.
JÎN EVÎNDAR
Di xeleka duyem a îro de jî em ê hinekî din berê xwe bidin kêliyên dîroka ku bi fermana du xwişkan hatiye hûnandin.
Her du xwişkan bi ruhê xwe yê şerker berê xwe dabûn qadên berxwedanê. Dema ku em jî weke yekîne li pey şopa wan dimeşiyan, me sira wê hevrêtiya ku ji xwînê wêdetir bi baweriyê hatiye hûnandin, nas dikir. Gerîla Têkoşîn dema behsa wan kêliyan dikir, di nava zemawenda hestên rengîn de dibişkivî. Mîna kaniyek diherikî ser wan kêliyên ku janeke nenas li dilê me pêçayî. Em nikaribûn nav li wan hestên ku me bi xwe re dikirin rêwiyên Zagrosan bikin.
Di vegotina wan de teswîra lehengiyê
Ya rast, ji me nehatibû pirskirin ku naskirina wan du xwişkên çiyayî wê bi bi me re çi bide guhertin. Me di vegotinan de deyndarî, bêrîkirin û dilxweşiya xwişkbûna Dilpakê didît. Me weke yekîne Dilpaka Têkoşînê bi fizîkî nedît lê di her hevoka Têkoşîna Dilpakî de, me bîranînên wan ên pîroz weke mîrasê azadiyê dît. Me ew sînorên ku hatine qetandin û du bedenên ku di ruhekî de xwe spartine doza gelekî, nas kiribû.
Her wiha di vegotina hevriyên Dilpaka dozê de, me di teswîra lêhengiya wê de zehmetiyên ku dihatin jiyîn jî hîs dikir. Dibêjin: "Teswîrkirina wê zehmet e." Gerîla Nalîn Dilpak di parvekirinên xwe de mezinahiya ruh û hestên hevalbendiya bi Dilpak re, mîna xalîçeyeke ku bi hezar rengî hatiye hûnandin, raxistibû ber çavan.
Me di wê hevokê de ne kêmbûna peyv û şibandinê, Dilpaka ku bûye parçeyek ji ruhê wan û ew êşa ku di dilê wan de mîna birîneke zindî û qalik negirtî ye hîs dikir. Weke yekîne, me jî sekna sade û bi heybet a Dilpaka Têkoşînê bi hestên bi heyecan ên naskirinê hembêz kir. Rûmeta naskirina Dilpaka Têkoşînê, me serfiraz kiribû. Dilpak ji bo me weke helbestek bi rîtm û tabloyeke bi ked şênber dibû.
Bi helbesta Dilpaka Têkoşînê em ê wê xwendevan û temaşevanan bi hev re bihêlin. Da ku her yek ji wê jî wan hestên Dilpakî nas bikin. Em bi hêvî ne ku bernameya Starên Azadiyê ji we re bibe henaseyek bi wate ji rastiya azadiyê.
"Dibe ku bi êş be, dibe ku bi zehmetî be,
Û dibe ku zehmetir jî bibe
Dê rojêk were em ê cangoriyan bidin
Ji nû ve di berdela azadiyê de
Û em ê darbestek jî çenekin
Em ê lêhengan bispêrin axê
Lê dê venemire ronahiya çavên me
Em dizanin di wexteke bi berbangê de
Em ê li welatê xwe azadiyê bijîn…”