Mîr Xanzad: Jina Kurd a ku bi şûrê xwe mîrektiyek li ser piyan girt
Evliya Çelebî dibêje ku “Mîr Xanzad wek hikumdareke wêrek, rûyê xwe bi perdeyekê nixumand û wê bi xwe li qada şer fermandariya artêşa xwe kir.”
Navenda Nûçeyan – Îro em bi qasî 400 salan paşve herin û çîroka Mîr Xanzad a Kurd bidin zanîn. Her çiqas navê wê di dîroka Kurdan de pir caran nayê behskirin jî, Mîr Xanzad ne tenê jinek serwer bû. Di heman demê de fermandar, stratejîst û dewletmedar bû jî. Ew di serdemeke ku mêr lê serdest bûn de, hilkişiya ser textê mîrnişînekê û navê xwe di dîroka Kurdan de nivîsand.
Riya ber bi text ve
Di destpêka sedsala 17’an de, Mîrnişîna Soran yek ji mîrektiyên girîng ên Kurd ên li herêma derdora Hewlêrê ya îro bû. Dema ku birayê wê yê mezin Mîr Silêman ango serwerê mîrnişînê hat kuştin, rêveberî bi krîzek mezin re rû bi rû ma. Di vê demê de bû ku Mîr Xanzad derket holê.
Li gorî çavkaniyan, kesayetiyên pêşeng ên mîrnişînê, bi baweriya xwe bi jêhatîbûna wê ya siyasî, rêveberiya mîrnişînê spartin wê. Bi vî awayî, Mîr Xanzad bû yek ji wan kêm serwerên jin ku serokatiya Mîrnişîna Soran kir.
Heyf û tola birayê xwe stend
Yek ji çîrokên herî berbiçav ên ku di kevneşopiya devkî ya Kurdî de têne vegotin, li ser fermandar Leşkerî ye. Fermandar Leşkerî berpirsiyarê mirina birayê Mîr Xanzadê bû. Li gorî efsaneyê, Mîr Xanzad bi pêşniyara zewacê baweriya wî bi dest xist. Di civîna li Herîrê de, Leşkerî û zilamên wî hatin bêbandorkirin. Her çend ev vegotin di kevneşopiya dîrokî de cihekî girîng digre jî, hûrguliyên wê bi belgeyan bi awayekî teqez nayên piştrastkirin.
Tenê şer nekir, rê û avahiyên parastinê jî çêkir
Serkeftina Mîr Xanzad ne tenê di warê leşkerî de bû. Di dema serweriya wê de, herêma Herîrê hat xurtkirin. Rê û avahiyên parastinê hatin çêkirin. Keleha Xanzadê ku îro jî li ser piyan e, navê wê stendiye. Avahiya îdarî ya mîrnişînê ji nû ve hat organîzekirin. Ew di hêla siyasî û cîvakî de jî xwedî taybetmendiyên girîng bû. Di heman demê de di otorîteya siyasî û pêvajoyên rêveberiyê de jî xwedî rolekê bingehîn bû.
Ji perspektîfa Evliya Çelebî
Gerokê sedsala 17’an Evliya Çelebî bi heyraniyê qala Mîr Xanzad dike û van agahiyan dide: “Mîr Xanzad wek hikumdareke wêrek, rûyê xwe bi perdeyekê nixumand û wê bi xwe li qada şer fermandariya artêşa xwe kir.”
Navê wê li kelehek hat danîn
Ji ber ku Mîr Xanzad di dîroka Kurdan de ne tenê wekî ‘jinek’, di heman demê de wek hikumdarekî dewletê jî tê bîranîn, kesayetek girîng e. 100 sal berê, wê mîrnişînek birêve bir, dîplomasiyê birêve bir, biryarên leşkerî da û avahiyên ku navên wan heta îro jî dijîn li pey xwe hiştin. Dîrok navên piraniya jinan ji bîr kiriye. Baweriya berfireh ew e ku keleha ku navê wê ‘Keleha Mîr Xanzad’ e, di dawiya sedsala 16’an de bi fermana wê hatiye avakirin. Keleha Mîr Xanzad, li bakurê rojhilatê Hewlêrê, li nêzîkî Herîrê û li ser riya Şeqlewa ye.