Li ser fîlmê ‘Jin û Zarok’ û çerxa tundiya civakî

Fîlmê Seîd Rustayî ya bi navê ‘Jin û Zarok’ trajediyên civakî û bandorên wê yên li ser jinan bi zimanekî xurt vedibêje. Lê belê ji bilî nîşandana krîzan, di pêşkêşkirina çareserî û rêyên rizgariyê de sînordar dimîne û pergala heyî careke din datîne holê.

Navenda Nûçeyan – Fîlmê Seîd Rustayî yê bi navê ‘Jin û Zarok’, trajediyên civakî û bandorên wê yên li ser jinan bi zimanekî xurt vedibêje. Lê belê ji bilî nîşandana krîzan, di pêşkêşkirina çareserî û riyên rizgariyê de sînordar dimîne û pergala heyî careke din datîne holê.

Fîlmê ‘Jin û Zarok’ ê derhêneriya wê ji aliyê Seîd Rustayî ve hatiye kirin, hewl dide tundî, pirsgirêkên malbatî û hinek pirsgirêkên civakî dîtbarî bike. Lê belê, fîlm di mijara nirxandina sedemên bingehîn ên van pirsgirêkan û nîşandana rêyek derketinê de bi qasî ku tê xwestin ne serkeftî ye. Di hinek dîmenan de, jin jî wek yek ji hêmanên ku tevkarî ji nû ve hilberandina tundiya navmalî dike, tê nîşandan. Di dawiya fîlmê de, bi vegera Mehnaz a ji bo Eliyar, karakter careke din dikşê nav çerxa tundî û têkiliyên ne rast.

Fîlm, jina ku bi pirsgirêkên navmalî re rû bi rû dimîne, di nava sê bijarteyên dijwar de dihêle; veşartina rastiyê, hevberdan an jî berdewamkirina jiyanê ya di bin şert û mercên heyî de. Hevberdan dikare ji bo jinê bêewlehiyên derûnî, fîzîkî û aborî biafirîne û mayîna di têkiliyek zirardar de jî encamên giran ên derûnî û fîzîkî dihewîne. Hiştina jinê ya di vê dîlemayê de, şiyana wê ya dîtina çareserî û rêyên derketinê yên bi bandor sînordar dike. Gelek caran jinê neçar dike ku yek ji vebijarkên nebaştir hilbijêre.

Nebûna parastina qanûnî û pergala perwerdehiyê ya têkçûyî

Di vê pêvajoyê de di nakokiyên navmalî de nebûna parastina qanûnî ya têrker a ji bo jinan jî, li pêşiya wan astengiyên nû diafirîne û carna jinan neçar dike ku biryarên naxwazin bigrin an jî bêxwest hinek gavan biavêjin. Fîlm, bi awayekî serkeftî vê rewşê nîşan dide.

Her wiha fîlm pergala perwerdê jî giran rexne dike. Fîlm, pergalekî ku nikare bi têra xwe pêdivî û qeyranên nifşê ciwan çareser bike, radixe ber çavan. Zarok û ciwanên di fîlmê de di hawîrdorek tê paşguhkirin û vederkirinê de mezin dibin. Ev rewş, bingeha gelek trajediyên di çîrokê de pêk tîne û nîşan dide ku paşguhkirina pêdiviyên hestyarî û civakî yên nifşên ciwan, dikare encamên bêveger biafirîne.

Ji dayîktiyê ber bi tolhildanê ve

Berteka Mehnaz a li hember mirina zaroka xwe jî, ji berpirsyariya dayîktî û hesta şîne zêdetir, dişibe lêgerînek kesane ya tolhildan û hewldanek ji bo revîna ji hesta sûcdariyê. Ev yek bi tenê bi baldariya rojane û demkî ya ku ew ji keça xwe ya heşt salî ku piştî mirina xwişk û birayê xwe travmaya derûnî ya giran dijî re, bêtir diyarker dibe. Lê tiştê ku berpirsyariya dayîktiyê tê hêvîkirin, hebûnek ku her tim li gel zarok e û piştgiriyê dide ye.

Şikandina nirxên exlaqî û berdewamiya pergala baviksalar

Her wiha Fîlm, li ser şikandina nirxên exlaqî ya di têkiliyên mirovan de jî disekine. Biryara Hamîd a ku piştî têkiliya du salan dev ji Mehnaz berdide û dixwaze bi xwişka wê ya biçûk re bizewice û qebûlkirina vê rewşe ya ji aliyê malbatê ve, wekî mînakek têkiliyên ku îrade û hêza mêr, rûmet û rewşa civakî ya jinê derbas dike û avahiyên baviksalar ji nû ve dihilberîne tê pêşkêşkirin.

Bi vê yekê re, li gorî hinek rexnegir, çêkerên fîlman û çalakvanên mafên jinan, yek ji rexneyên sereke ku dikare li dijî berhemên wiha bê kirin ev e ku vegotin tenê pirsgirêkê nîşan dide û karakteran di nava çerxek krîz û tundiyê de dihêle. Tê payîn ku ji bilî nîşandana sînemayê ya pirsgirêkên civakî, tekezkirina hewcedariya şert û mercên civakî, aborî û qanûnî yên ewletir a ji bo jin û ciwanan, wê ji bo guherina nêrînan û başkirina qanûnan tevkariyê bike.

Divê sînema tenê êşê nîşan nede, rêya guhertinê jî nîşan bide

Di encamê de, divê jin tenê di navbera hilbijartinên dijwar û zirardar de neyên hiştin û çarenûsa wan ji şert û mercên heyî re neyê hiştin. Divê berhemên ku pirsgirêkên civakî nîşan didin, ne tenê êş û qeyranan nîşan bidin, di heman demê de temaşevan areste bikin ku li ser koka van pirsgirêkan û guhertinên pêwîst bifikirin.