Li dijî zilma dewletê çirokek ya berxwedanê: Şukruye Yildiz

Dayika Aştiyê Şukruye Yildiz a bi gotina "Ez nikarim li cihekî ku ewqas ciwan jiyana xwe ji dest dane bijîm" ji Geverê çû Stenbolê, di 25’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Şukruye Yildiz li pişt xwe jî jiyaneke tijî têkoşîn hişt.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg – Dayika Aşitiyê Şukruye Yildiz a li Stenbola ku di dema qedexeyên derketina derve de neçar ma ji Geverê koç bike jiyana xwe ji dest, weke her jineke Kurd ji jiyana xwe re çirokek têkoşînê bi cih kir. Hacer Yildiz a jiyan û têkoşîna dayika xwe vedibêje, anî ziman ku dayika wê ya ku piştî qedexeyên derketina derva koçî Stenbolê kir, bi salan bi gotina “Ez çawa dikarim li axên ku gelek ciwan lê jiyana xwe ji dest dane bimînim” hesreta welat kişand.

Jiyanek ku di bin zext, îşkence û koçberiyê de derbas bû…

Şukruye Yildiz ku li Geverê ji dayik bû û mezin bû, di salên 90'î de ya dema hevserê wê di girtîgehê de bû, 8 zarokên xwe bi tena serê xwe mezin kir. Şukruye Yildiz a ku di salên cînayetên kiryar nediyar zêde bûn de, her sibe bi serdegirtina mala xwe ji xew radibû, di piraniya van serdegirtinan de li ber çavên zarokên xwe bi zorê panzêrê hat suharkirin û birin. Şukruye Yildiz a ku salên xwe di bin zilma dewletê de derbas kir, di salên ku hevserê wê di girtîgehê de bû, zarokên xwe bi pereyê ku ji hunerên destan û şîrîniyên ku çêdikir qezenç dikir re mezin kir. Hacer Yildiz, diyar kir ku ew her sibe bi şikandina cam û deriyên xwe dest bi rojê dikirin û di temenekî biçûk de bi zilma dewletê re hev naskirin, diyar kir ku her cara ku dayika wê li panzerê dihat suhar kirin û birin ew jî bigiriyan pey panzerê dibeziyan.

“Di serdegirtinan de dayika min bi suharkirina panzerê dibirin”

Hacer Yildiz diyar kir ku bavê wê qasî 20 sal di girtîgehê de maye û ew bi dayika xwe re mezin bûne, wiha axivî: “ Dayika min ne tenê yên me, dayika hemûyan bû. Dayika min her tim hewl dida bi tena serê xwe li ser piyan bimîne. Dema bavê min di girtîgehê de bû, dayika min 8 zarokên xwe mezin kir. Tenê serê xwe têkoşînek da. Hertim dibin zilma dewletê de jiyan dikir. Du zarokên dayika min, van zilman qebûl nekirin û çûn. Her sibe saet di çar û pêncan de derî û camên me dişikandin û dihatin hundir. Wê demê em zarok bûn û ew ji me re pir tirsnak dihat. Dayika me digirtin û dibirin, me pişt panzerê dibeziyan û dayika xwe dixwest. Dayika min hem ji ber zextên dewletê hem jî durketina civakê ya ji ber tirsa dewletê ya ji me, me bi destên xwe mezin kir. Her du birayên min ji ber tiştên ku dîtin, derketin serê çiyê û tevlî têkoşînê bûn.”

“Dayika min serî li zilma dewletê netewand”

Hacer Yildiz, anî ziman ku dayika wê tevî îşkence û zextên dewletê jî tu caran serî netewand û wiha got: “Dayika min wek fizîkî gelek îşkence dît, lê qet ji me re venegot. Ji aliyê psîkolojîk ve jî îşkenceyêk pir mezin dît. Ez her sibe bi êrîşên polîsan şiyar dibûm. Dema ez biçûk bûm, polîsan min dîtin û bi zorê dixwestin min bigirin, ew qirîna dayika min ya wê demê hertim di guhemin de ye. Dayika min ji bo na min bi gotina ‘Hûn nikarîn bibin' li ber xwe dida. Niha ez çiqas vedibêjm jî vala ye. Dayika min tevî hemû êşan û windakirina du zarokên xwe jî her tim li ber xwe da. Li dijî hemû zilmên dît, tu caran netirsiya û serî netewand.

"Dayika min bigotina ez nikarîm ev êşe rabikim, nedihat li vir”

Hacer Yildiz, anî ziman ku di dema qedexeya derketina derve de mala wan hatiye şewitandin û dayika wê neçar maye koçî Stenbolê bike, diyar kir ku dayika wê 7 salan jiyanek bi hesreta bajara xwe domand. Hacer Yildiz diyar kir ku dayika wê bi gotina "Ez çawa dikarim cihê ku wan ciwanan jiyana xwe ji dest dane bijîm" nikarîbûye were axên Geverê ya lê dayikbûye û mezin bûye û wiha axivî: “Êşa wê ya herî mezin xerakirina mala wê an jî ne tiştekî din bû, êşa wê ya herî mezin ciwanên ku di wan xaniyên hilweşandî de jiyana xwe ji dest dan bû. Bi salan li wan ciwanan, li van deran fikirî. Birîna wê ya herî mezin li vir û bîranînên wê jî li vir bûn. Ji bo ku careke din wê êşê jiyan neke nedihat li vir. Di got ez nikarim li cihekî ku ewqas ciwan lê jiyana xwe ji dest dane rûnim û rabikim. Ji ber ve jî bi salan ji axa xwe û li vir dûr ma. Bi hesreta axa xwe jiyana xwe ji dest da.”

"Bi bawerkirina têkoşînê li ser piya ma”

Bûka wê Kamile Yildiz bi van gotinan qala Şukruye Yildiz a ku 11 sal pê re jiya û jê re digot "Aba (dayik)" kir: “Di her warî de mirovek mutewazî û rast bû. Ez çi bibêjim, gotin kêm dîbine. Me gelek salan bi hev re jiyan kir. Em bi hev re keniyan, kêfxweş bûn û giriyan. Malbatek pir têkoşer bû. Bi her awayî baskê me ya hemûyan bû. Gelek êş kişand û her dem ji jiyanê dilşkestî bû. Du zarokên xwe winda kir û hevjîna wê jî hertim di girtîgehê de bû. Dayik bi baweriya bi vê têkoşînê li ser piya ma.”