Kesayeta ku di rojên fermanê de bû dengê rastiyê: Nûjiyan Erhan
Lêgerînera heqîqetê Nûjiyan Erhan, di nava bêdengiya fermanê de dengê heqîqetê bû. Di wan rojên reş û tarî de bû deng û rengê hêviyê. Hevrê Nûjiyan keçek leheng û bedew ji bajarê Rihayê warê Rêber Apo bû.
SUHAM ŞENGALÎ
Weke gelek jinên şoreşger û serhildêr rêhevala Nûjiyan Erhan di temenekî ciwan de tevlî têkoşîna azadiyê dibe. Nûjiyana ku çiya bi çiya geriya ji çiyayên Kurdistanê heta Êzidxanê meşeke bê rawestan berdewam kir. Li deşt, çiya, gund û bajaran têkoşînê meşand. Ji bo Nûjiyan Erhan her kêliya jiyanê têkoşîn û lêgerîna heqîqetê bû, jiyan dibistana xwedî zanebûna bêdawî bû. Rêhevala Nûjiyan hem gerîlayek jêhatî û zana bû, hem di ragihandina azad de şervaneke heqîqetê bû. Her dem xwedî hewldan bû. Dizanibû çi dibe bila bibe taqez divê rastî di nava tarîtiyê de nemîne û dengê heqîqetê her dem bilind bibe.
Hevala Nûjiyan û hevala Jînda dema hatin Şengalê min ew nas kirin. Cara yekem wexta çavên min bi hevala Nûjiyan ket, rûkeniya wê gelek bala min kişand. Ruxmî cara yekem bû min ew didît, min gelek jê hez kir û got ez ê bi wê re kar bikim. Wisa min dest bi xebatên ragihandinê kir. Em ji hevala Nûjiyan fêrî gelek tiştan bûn. Beriya her tiştî em fêrî jiyanê bûn, li gorî hevala Nûjiyan di jiyanê de serkeftin di xebatê de serkeftin bû. Weke jinên ciwan ên Êzidî, me fermanan dît. Em fêr bûn çawa ji birînên xwe re bibin derman, çawa êşa xwe ji civaka xwe û ji cîhanê re parve bikin, rojnamevaniya rast çawa ye. Em ji şêwaz û rêbazê hevala Nûjiyan fêr bûn. Her dem ji me re digot li benda kesê neminin, were êşa we ragihîne divê hûn bi xwe bibin ziman, deng û rengê civaka xwe. Karê rojnamevaniyê karekî fikrî ye û zanebûnê dixwaze. Ragihandina me li ser fikir û ramanên Rêber Apo ava bûye û bi pêş ketiye. Li ser mijara fikir û ramanên Rêber Apo gelek caran nîqaşên min û rêhevala Nûjiyan çêdibûn.
Fermanê ji cîhanê re ragihand

Di 03’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê fermana 74 an anîn serê civaka me. Hedefa fermanê qirkirina Êzidiyan bû. Fermanek ewqas giran bû di wê demê de wijdanê mirovahiyê hejand. Ferman, encama xiyanetek bi kîn û nefret a PDK’ê bû. Qetilkirina bi hezaran mirovan, koçberkirina bi hezaran mirovan, dîlgirtina bi hezaran keç û jinan û firotina wan li bazaran… Di nava wan kêliyan de cîhanê dît û bihîst ku li Şengalê qirkirin heye. Lê belê her kesê/a ku dît û bihîst nebû xwedî hewldana pêşîlêgirtina vê qirkirina li dijî exlaq û wijdanê mirovahiyê. Lê belê gerîla û şervanên azadiyê yên Apoyî ev bêdengî û zilm qebûl nekirin û weke şûrekî fermanê birîn û gotin bes e. Bi vê mudaxeleyê pêşiya fermanê hat girtin, çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê PDK’ê negihîştin armanca xwe. Ji ber ku mîna bi sedan gerîlayên azadiyê, hevrê Nûjiyan piştî fermanê hem weke gerîlayek çek di destan de hem jî rojnamevanek pênûs û kembera di dest de, berê xwe da Şengalê warê kevnar ê bav û dayîkan. Di nava hezar rojamevanên cîhanî de ku tenê li dîmenên fermanê dinêrin û tiştek nedikirin, hevala Nûjiyan temeşevaniya fermanê qebûl nekir û berê xwe da Şengalê. Nûjiyan çawa gihîşt Şengalê dest bi perwerdekirina jinên Êzidî yên ciwan kir. Bi taybetî hewl da jinên ciwan fêrî karê rojnamegeriyê bike û ew bi xwe êşa xwe bi dinyayê re parve bikin. Di dîroka civaka me de yekem car bû rêxistiniya ragihandina azad û ragihandina jinên Êzidî dihat avakirin. Her heqîqeta ku dihat gotin dibû kelemek di çavên xayîn û neyarên civaka me de.
Jinên ku di jiyana xwe de derneketibûn pêşberî kamerayê ji Nûjiyanê re axivîn
Hevala Nûjiyan kesayeteke dilnizm û rûken bû, her mirovê/a ku carek jî hevala Nûjiyan didît di dilê wê/î de hêvî zindî dibû. Bi taybetî ji bo zarokên ku dijmin hêviya wan dizîbû, hevala Nûjiyan bû hêviya wan zarokan. Rêheval Nûjiyan digot pêşeroja civaka Êzidî ev zarokên ku ji çavên wan hêvî dibare ye. Ji lewre bi zarokan re weke zarok, bi ciwanan re ciwan û bi kesên temen mezin re jî weke wan tevdigeriya. Her dera ku berê xwe didayê her nîqaşa ku dikir pir bi zanîn û ji dil dikir ji ber wê, hevala Nûjiyan di dilê her Êzidiyek de cih girt û hat hezkirin. Mîna rêwiyeke bêdawî ket cîhana her jineke Êzidî. Di girtina her çîrokeke fermanê de bi dayîkên Êzidî re dibÛ rêhevala xem û êşên ji fermanê mayî. Di dilê Nûjiyan de her çîrokek jinûve welidîna jiyanê bû. Ji ber wê, tenê wek rojAmevanek ku biçe nûçeyek, bernameyek, an jî dosyayek çêbike nebû. Di dil de êşa jinên Êzidî hîs dikir û wê êşê parve dikir. Ji ber wê dayîkên ku di jiyana xwe de derneketin pêşberî kamerayê, ji kamereya hevala Nûjiyan re diaxivîn. Bi sedan jinên Êzidî yên ku dîl hatibûn girtin û di destên çeteyên hov ên DAIŞ’ê de rastî hemû kiryarên derexlaqî û dermirovî hatibûn, dema ku dihatin rizgarkirin hevala Nûjiyan yek bi yek li wan guhdarî dikir û êşa wan bi raya giştî re parve dikir. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de hevala Nûjiyan kêlî bi kêlî berxwedana gerîla, ya şervanên azadiyê û civaka Êzidî şopand. Di hemû pêngavên rizgakirina Şengalê de cih girt û mizgîniya azadiyê da civaka Êzidî û mirovahiyê.
Di êrîşa li ser Xanesorê de bi giranî birîndar bû
Di 3’ê Adara 2017’an de pêşmergeyên roj PDK’ê bi planeke qirêj êrîşî komelgeha Xanesorê kirin. Hê gundên me di destên çeteyên DAIŞ’ê de bûn û şer berdewam dikir. Pêşmergeyên ku xencera xiyanetê li pişta civaka Êzidî xistin, xwestin bi planeke nû armanca xwe ya qikirina Êzidiyan temam bikin. Hevala Nûjiyan dema ku bihîst pêşmergeyan êrîşî Xanesorê kirine, berê xwe da cihê şerê xiyanetê û berxwedana destanî ya gerîla. Dema ku rêheval Nûjiyan digihîje çeperên şer ji aliyê çeteyên bi navê pêşmergeyên roj ve tê hedefgirtin û ji serê xwe birîndar dibe.
Me şagirt û rêhevalên Nûjiyan Erhan pênûs û kameraya Nûjiyanê rakir û li ser şopa şehîdên ragihandina azad ku canê xwe di oxira heqîqetê de dane em xebitîn. Me soz da ku li ser van xakan êdî tu caran wê rastî di tarîtiyê de nemîne û dengê heqîqetê neyê bêdengkirin. Wê rastî di tarîtiyê de nemîne, wê heqîqet li her derê were gotin û dengê rastiyê bê bilindkirin. Ez hemû şehîdên ragihandia azad bi rêzdarî bi bîr tînim û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînim.