Jiyannameya Rojê: Parazvana mafê mirovan, Dîdar Şensoy
Dîdar Şensoy a 'xwişka Dîdar' a girtiyan û malbatên wan e, li Tirkiyeyê sembola têkoşîna mafên mirovan bû.
Navenda Nûçeyan- Dîdar Şensoy li Tirkiyeyê bi têkoşîna xwe ya mafên mirovan a salên dirêj, hat naskirin. Di sala 1986’an de bû yek ji damezrînerên Komeleya Mafên Mirovan.
Dîdar Şensoy, di sala 1934’an de li Yûgoslavyayê ji dayik bûye. Li Yûgoslavyayê spîkeriya radyo û mamostehiyê kir. Bi girtina birayê xwe Hasan Şensoy re koçî Tirkiyeyê bû. Ev di jiyana wê de bû mîladek û ji bo başkirina şert û mercên girtîgehan û têkoşîna mafên mirovan xwe feda kir.
Ew li dijî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê ku li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan tune bûbûn, bû yek ji pêşengên têkoşîna gel. Ew bû dîtoşîna xwe bû Dîdara ku bala xizmên girtiyan dikişand û di heman demê de yek ji sîmgeya têkoşîna li dijî derbeya 12’ê Îlonê bû.
Dîdar Şensoy ku ji bilî girtiyan bû sembola têkoşîna malbatên girtîgeha Metrîsê jî di 1'ê Îlona 1987'an de ji bo ku şert û mercên girtîgehê bên başkirin daxwazaname bide meclisê, bi sê otobusên xizmên girtiyan û hevalên xwe yên têkoşîne re derketin rê.
Li pêşiya meclisê wiha got: “Heta hûn zarokên min bernedin, ez ji vir naçim, tenê hûn dikarin cenazeyê min ji vê derê rakin.” Dîdar Şensoy ku di encama êrîşa polîsan de ket komaya şekir jiyana xwe ji dest da.