Jina ku dev ji kulîlkdayînê berneda: Colette
Nivîskara Fransî Sidonie Gabrielle Colette ya bi edebiyat û performansên xwe yên şanoyê li dijî qalîbên civakî yên serdema xwe derket, azadiya jinan xist navenda berhemên xwe.
Navenda Nûçeyan – Sidonie Gabrielle Colette ya bi nivîs û performansên xwe yên şanoyê li dijî qûralên exlaqî yên civakî derket, di tevahiya jiyana xwe de rêya xwe xêz kir. Di cîhana wêjeyî de wekî Colette hate nasîn. Nivîskara Fransî ya çapemenî wekî "qralîçeya skandalan" bibîrtîne, azadiya jinan xist navenda berhemên xwe û huner û jiyana xwe li derveyî sînorên ku ji aliyê civakê ve li ser wê hatine ferzkirin ava kir. Ev gotinên nivîskar di bîranînan de ma:
"Di vê jiyanê de çi nîşandan hebin, min di tevahiya jiyana xwe de herî zêde dil da vebûna kulîlkan… Her serê sibehê dema ku ez şiyar dibim, cîhan li ber çavên min nûjen dibe, ez ê tenê ji bo mirinê dev ji kulîlkdayînê berdim.”
Sidonie Gabrielle Colette, di 28’ê Çileya 1873’an de li bajarokê Saint-Sauveur-en-Puisaye ya li başûrê Fransayê hate dinê. Sidonie Gabrielle Colette ya li gel bavê xwe yê leşkerê teqawîtbûyî û dayîka xwe ya bi kesayetiya xwe ya resen û bêhempa dihat naskirin mezin bû, ji salên zarokatiya xwe ve karakterekî ku tu carî serê xwe li ber dogma û pîvanên sepandî netewand pêşxist. Kesayetiya dayîka wê ya xwedî şêwazekî taybet ku him zarokên xwe pir hez dikir û him jî kesekî jê dihat şermkirin, di cîhana fikrî ya Colette de cihekî pir girîng girt.
Bavê wê yê ku di gelek pevçûnan de şer kir, di rastiyê de di tevahiya jiyana xwe de her tim dixwest binivîse, lê di vî warî de bi ser neketibû. Li pey xwe gelek lênivîsên vala ku tu caran hibir nedîtibû, hişt û koça dawî kir. Ev lênivîsan, di salên pêş de dê bi peyv û gotinên herikbar ên Colette tijî bibûya.
Di bin şert û mercên dijwar de ket cîhana nivîskariyê
Sidonie Gabrielle Colette, di 20 saliya xwe de bi rojnamevan, nivîskar û rexnegir Henry Gauthier-Villars re, zewicî. Sidonie Gabrielle Colette û hevjinê xwe yê bi leqeba Willy tê nasîn, berê xwe dan Parîsê. Li gorî hinek çavkaniyan, piştî ku Willy jêhatîbûna Sidonie Gabrielle Colette ya ji bo nivîsandinê dît, wê di odeyekê de girt û neçarê nivîsandinê kir.
Berhema wê ya ewil ku di bin van şert û mercan de hat nivîsandin, lê bi navê Willy hatiye weşandin, rêzenivîsa romanên "Claudine" bû. Ev berhem, gavên ewil ên Sidonie Gabrielle Colette ya di cîhana wêjeyî de ye, destpêka berhemên ku wê di salên pêş de bi navê wê bê nivîsandin, pêk anî.
Sidonie Gabrielle Colette, di sala 1905’an de ji Willy ku xiyanet lê kiribû, veqetiya. Piştî vê hevberdanê, pirtûka wê ya ewil “Diyalogên Ajalan" ku bi navê wê hat weşandin. Sidonie Gabrielle Colette ku demek li salonên muzîkê stran got, di vê heyamê de berhemên "Sirgûna Hestiyarî", "Avare” û "Rûyê Din ê Muzîkxaneyê” nivîsand.
Sidonie Gabrielle Colette ku jiyan û nivîsên wê ji aliyê avahiya civakî ya serdema wê ve hat redkirin, rexneyên li dijî xwe paşguh kir. Sidonie Gabrielle Colette, bi kenek bêxem û muzawir bersiva rexneyan da. Di van salan de têkiliya wê ya bi Sophie Mathilde de Morny re jî di çapemeniya demê de deng veda.
Bi performansên wê yên li ser sehnê re exlaqê civakî lêpirsîn kir
Sidonie Gabrielle Colette ya piştî ezmûnên xwe yên li muzîkxayê, berê xwe da sehneya şanoyê, di sala 1906’an de li Mathurins bi tûnikek kurt û du qiloçên li ser serê xwe re derket pêşberî temaşevanan. Di lîstikê de rola jineke hov ku jinên ciwan dixapîne û wan dikişîne nav tariya daristanê, zindî kir.
Şanoya "Xewna Misrî" ku li Moulin Rouge hate pêşkêşkirin û Colette rola mumyayê zindî kir jî bû sedema nîqaşeke mezin. Sidonie Gabrielle Colette bêyî ku ji qedexe û bertekên neyînî bêzar bibe, cilên xwe derxist û di lîstika xwe ya "Goşt" de memikên xwe eşkere kir. Waliyê Maritimesê, bi hinceta ku "zirar dide exlaqê giştî" bi qedexekirina lîstikê gef xwar. Piştî danûstandinan, destûr dayîna ku Sidonie Gabrielle Colette tenê memikek xwe nîşan bide, hat rojêv e. Lê Sidonie Gabrielle Colette ev sînordarkirinê jî red kir.
Nivîskara ku piştî gera xwe ya Fransayê vegeriya Parîsê, ji nû ve rastî êrîşên derûnî yên Willyê ku di tevahiya zewaca xwe de jiyan kir, hat. Willy, di daxuyaniyên çapemeniyê de îdia kir ku Sidonie Gabrielle Colette jiyana wî xira kiriye. Sidonie Gabrielle Colette jî bibîrxist ku nivîskara rast a rêzepirtûka "Claudine" ew xwe ye û vê bersivê da: "Ew ji bo têrkirina kîn û qehra xwe ya kesane, mijûl bû ku çend cinas, gotinên mustehcen û amiyane bixe nav metna min."
Bû yekem nivîskara jin ku ji Akademiyê re hat qebûlkirin
Sidonie Gabrielle Colette, di sala 1912’an de bi edîtorê rojnameya Le Matin Henri de Jouvenel des Ursins re zewicî. Di zewacê de keçek a binavê Jouvenel çêbû. Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem re Henri berê xwe da siyasetê û Sidonie Gabrielle Colette jî bû rêvebera edîtoriya Le Matin. Di vê heyamê de berhemên "Rêwîtiya Xweperest" û "Mala Claudine" nivîsand.
Sidonie Gabrielle Colette ya di zewaca xwe de rastî xiyanetê hat, ji Henri veqetiya. Sidonie Gabrielle Colette, têkiliya jiyan kir jî di pirtûka xwe ya "Chéri" de tevlî xebata xwe ya wêjeyî kir.
Sidonie Gabrielle Colette, di tevahiya jiyana xwe de zewicî, veqetiya, evîndar bû, şaşîtî kir, êş kişand û ji nû ve dest pê kir. Lêbelê biryarên li ser jiyana xwe, bi xwe da. Dema ky jiyana xwe li derveyî sînorên ku ji aliyê qûralên exlaqî yên qebûl nedikirin ve domand jî qet dev ji nivîsandin, pêşandana li ser dikê û stranbêjiyê berneda.
Sidonie Gabrielle Colette ya di sala 1930’an de bû endama akademiyên Belçîka û Goncourt û yekem nivîskara jin a ku li Akademiya Goncourt hate qebûl kirin.
Sidonie Gabrielle Colette, di sala 1935’an de bi karsazê cihû Maurice Goudeket re zewicî bû û di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de li Operaya Parîsê wekî balerînek xebitî. Di salên dagirkirina Fransayê ya Elmanya de, hewl da ku hevjîn û hevalên xwe yên cihû biparêze.
Sidonie Gabrielle Colette ya di sala 1944’an de di 72 saliya xwe de, bi romana xwe ya "Gigi" serkeftinek mezin bi dest xist. Berhem piştre bû fîlm û li Broadwayê wekî mûzîkal hate pêşandan.
Tu caran dev ji kulîlkdayînê berneda
Sidonie Gabrielle Colette ya di berhem û şanoyên xwe de piranî li ser azadiya jinan diseknî, di 3’ê Tebaxa 1954’an de li Parîsê koça dawî kir. Sidonie Gabrielle Colette gelek berhemên ku şopa jiyana xwe li pey xwe dihêlin hiştin. Jiyana wê bû mijara sînemayê û bandora wê li ser cîhana wêjeyî bi nifşan dom kir.
Sidonie Gabrielle Colette ya rolên ku civakê ji wê re diyar kiribû red kir û evîn û hunera xwe bi îradeya xwe jiyan kir, di tevahiya jiyana xwe de berdewam kulîlkveda. Wekî ku ew got, tenê ji bo ku bimire dev ji kûlilkdayînê berda.