Ji Sudanê çîroka du jinan û hêviya azadiyê
Fîlma Goodbye Julia bi serkeftina xwe ya li qada navneteweyî û bi vegotina çîroka du jinên ji Sudanê balê dikşîne ser guherînên civakî û têkoşîna ji bo azadiyê.
Navenda Nûçeyan – Di cîhana sînemayê de berhemên ku pirsgirêkên civakî û çîrokên mirovî bi rengekî hunerî tînin ziman her dem balê dikşînin. Di vê çarçoveyê de, fîlmê nû yê sînemaya Afrîkayê "Goodbye Julia" ku ji aliyê derhêner Mohamed Kordofanî ve hatiye amadekirin, weke yek ji berhemên herî girîng ên salên dawî tê naskirin. Fîlm bi naveroka xwe ya kûr û bi serkeftina xwe ya dîrokî di Festîvala Fîlman a Cannesê de cih girtiye û xelat girtiye.
Ev berhem çîroka Mona û Julia tîne ziman ku di nava nakokiyên polîtîk û pirsgirêkên civakî yên di navbera Bakur û Başûrê Sudanê de hewldana naskirina maf û azadiya xwe didin. Di nava aliyên herî balkêş ên vê berhemê de, perspektîfa kûr a jinan tê dîtin; fîlm çîroka polîtîk û civakî ya Sudanê bi çavên van du jinan vedibêje û kûrahiya bandora şer li ser jiyana rojane radixe ber çavan.
Di heman demê de, ev berhem serkeftineke dîrokî nîşan dide û weke yekem fîlma sînemaya Sudanê tê naskirin ku di qada navneteweyî de deng vedaye. Ji aliyekî din ve jî têkiliya di navbera Mona û Julia de babeta hevaltî û efûkirinê derxistiye pêş û nîşan dide ku çawa mirov dikarin di bin siya cudahiyên etnîkî û çandî de pireke hevaltiyê ava bikin.