Ji Çiyayê Kurmênc rêwitiya azadiyê: Zelal Hêvî

Têkoşîna jinan a nîv esr e didin veguherî mîladekê. Yek ji rêwiyên vê riyê jî şoreşger Zelal Hêvî ye ku hemu jinan di dilê xwe de hembêz dikir. Em ê ji we re qala Zelal ango bi zelalî herikandina zemanê û bûyîna hêviyê bikin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Têkoşîna jinan a nîv esr e didin ji bo jinan veguherî mîladekê nû. Di vê mîladê de qehreman, efsane û pêşengên ku di nasnameya jinê de heliyan, çêbûn. Vayê yek ji rêwiyên vê riyê jî şoreşger Zelal Hêvî ye ku hemu jinan ji dilê xwe hembêz kir. Em ê ji we re qala Zelal Hêvî bikin, ango qala bi zelalî herikandina zemanê û bûyîna hêviyê bikin.

Li Çiyayê Kurmênc Fîdanek serê xwe radike

Zelal Hêvî bi nasnav Fîdan Fatê ji bo welatekî azad, jiyanekî wekhev ji Çiyayê Kurmênc serê xwe rakir. Berê xwe da rojê, dilê xwe da çiyayên Kurdistanê, evîna xwe da gelê berxwedêr, gelê tekoşînvan, ruhê xwe da şoreşa jin. Mîna her jineke azadiya xwe digere, beşdarî tekoşîna azadiyê dibê. Di nava hembeza gelekê ku giredayê axa xwe ye di sala 1973'an de li Çiyayê Kurmênc Efrînê ji dayîk dibe. Di nav malbatekê welatparêz a dilsozî welatê xwe û bi girêdana bi ax û daran ve navê dibe Fîdan. Ew vek Fîdanêk ku bizire we ketiyê nava axê mezin dibe.

Ji bo wê ax dibe dîrok, dibe erdnigarî, dibe felsefeya jiyanê. Di ruyê axê de welatê xwe dibîne. Ew vê welatê dike welatê jinan, jinên berxwedêr, jinên ku xwebûna xwe ava kirine.  Ew bajarê ji Efrînê ya ku li hemberî tu dijminan sutiyê xwe ne tevandiye bû. Ew navê Efrînê kiribû şoreşa azadiyê. Bû şahida tekoşîna heqîqeta gelekî berxwedêr, şerker.

Hevala hemû jinan

Jina şoreşger û hevala hemû jinan Zelal Hêvî hê di temenê buçuk de dikeve ferqa rastiya ku weke jin û gel tê de dijîn. Bi dîtina vê rastiyê di salên 1990’î dest bi xebatên şoreşa azadiya Kurdistanê dike ku weke şoreşa jinan tê nasîn. Di nava xebatê civakî de ked û xebatekî mezin dide. Ji salê 90’î heta 1999’an ji bo şoreşa azadiyê civakî, ji bo fikra û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku azadiya gelan û jine misoger dike bide fêmkirin gelek kar û xebat dimeşîne. Herî zêde Efrînê xebat dide meşandin. Êdi bi rêwitiya ku dest pê kiriye dibe şoreşgera gelê xwe û ya hemu jinan.

 Werçerxek: Komploya Navnetewî

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komploya navnetewî di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û di encama komployê de dîl hat girtin. Bi qasî ku ev komplo ji qedera Kurdan û gelê Kurdistanê de bû werçerxek, ji bo Zelal Hêvî jî ev yek dibe xala veguherandina tevahî jiyana wê. Bi dîtin û famkirina komploya ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gelan û jinan tê meşandin berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û êdî dest bi hesabpirsîna ji hêzên komplogeran dike.

Şoreşa Jinan

Di sala 2012’an de bi destpêkirina Şoreşa Jinan a Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re Zelal Hêvî car din vedigere Rojavayê Kurdistanê. Di avakirina şoreşa ku ji tevahî jinan û cîhanê re bû îlham de cihê xwe girt. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi hemu hêza xwe êrişî Kobanê dike, Zelal Hêvî li gel wan berxwedêran re ye ku dibêjin ‘Dê Kobanê nekeve’ û bi wan mewziyan rûmeta mirovahiyê diparêzin. Zelal Hêvî di van salên şoreşê de li seranserî Rojavayê Kurdistanê xebatên têkoşîna azadiyê dimeşîne. Bi tevlîbûna xwe ya ji dil, sade û girêdayî nirxên gelê xwe, di nava dilê civakê de cihekî mezin girt.  

Pira di navbera Çiyayê Kurmênc û Çiyayê Şengalê de

Zelal Hêvî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî jinan, gelan û baweriyan qebûl nakê. Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a DAIŞ’ê bir ser Ezidiyên li Şengalê ji bo wê gelek giran tê. Di sala 2016’an de ji bo êşên di çavê her zarokekî Êzidxanê de hîs bike, qêrîna her jinêk  Êzidî di nava dilê xwe de bipêçe berê xwe dide Çiyayê Şengalê. Têkoşîn dike ku birîna jin û civaka Êzidî derman bike. 7 salan bê rawestandin di nav civaka Êzidî de kar û xebat dimeşinê.  Di derbaskirina birînên fermanê de ji civakê re ji zarok, ciwan û jinên Êzidî re dibe hêvî û di dilê civak û jinan da ji cihek wê ya kûr a bi hezkirin çêdibê.

Herê zêde jî dibe rehevala jinan. Ji wan hez dike, bi wan ve tê girêdan. Ew giradana xwe bi felsefe û fikrê Apogerî girt dest. Di avakirina Tevgera Azadiya Jinên Êzidî de kedekî mezin da. Bi hêviyek mezin mal bi mal geriya, jinan bi rêxistin kir. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li ser mîrate, ked û tekoşîna Zelal Hêvî û rêhevalên wê xwe ava kir, bi rêxistin kir. Êşa gelê xwe yê Efrînê bi êşa civaka Êzidî re kir yek û ji bo derbaskirina wan êşan kedekî mezin da. Ew bû pira heqîqeta di navbera çiyayê Kurmênc û çiyayê Şengalê.

Şoreşgera rihê zemanê

Piştî dagirkirina bajarê wê Efrîn û çiyayê Kurmênc di sala 2022’an de carek din vedigere Rojava. Berê xwe dide Şehba ya warê koçberî û berxwedanê.

Dema ku gelê Efrînê, jinan û zarokan li konbajarên ku ava kirine dibîbe dilê wê giran, hêrsa wê mezin dibe. Soza xwe ya rawestandina li dijî şerên dijmin ên dagir dike nû dike. Xwe bi şoreşê ve kilît dike. Şev û roj, bê ku bêje sar û germ e xebat dimeşîne. Ji bo êşa di dilê jinan de sivik bike û Efrînê azad bike bi zêdetir karkirinê re dibe şoreşgera hêvî û têkoşînê.

Di riya şoreşê de ew dizanibû ku wê jinan çawa bigire gel xwe û bê rawestan çawa ber bi azadiyê ve bimeşe. Herî zêde ew dizanibû ku bûyîna zaroka gelekî ku di pencê qirkirinê de tê girtin tê çi wateyê. Ji bo jinan nenaskirina mafê hebûn û jiyanê ew di xwe û tevahî jinan de bi jiyanê hîn bû. Ji bo şikandina pencên qirkirinê, jinan bi şoreşa jinan re anîna ba hevdû; rihê zemanê, hêza wateyê ya Apogerî ji kûr ve xwend û bû şoreşgera wê. Di paradîgmaya Apoyî ya wateyê zeman û jinan de xwe dît.

Dijmin şoreşgera ku li ser wateya paradîgmaya azadiya gelê xwe û şoreşa jinan de xwe helandiye hezim nekir. Ji wê, ji rihê wê, azweriya wê, girêdana wê ya ku bi jinan re daye avakirin, ji girêdanbûna wê ya bi axê re û herî zêde jî ji têkoşîna wê ya azadiyê tirsiya. Dijmin jê tirsiya lê ew di vê riyê de ber bi azadiyê ve meşiya, ne tirsiya û ne jî dûdilî jiyan kir. Dijmin ji vê wêrekiya wê tirsiya, mîna her timî ji nîşandana dijminatî û hovîtiya xwe paş de nesekinî. Tevî 2 rêhevalên wê Zelal Hêvî li Şehbayê ku bayê Çiyayê Kurmênc hat qetilkirin. Zelal Hêvî di 9'ê Cotmehê de di êrişa balefirên bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk de tevî du hevalên xwe Mezlûm Antep û Alaf Murad li Şehbayê tevlî kerwanên pakrewanên azadiyê dibe.

Rewiya Çiyayê Kurmênc

Gelê koçber ê Şehbayê ango gelê Efrînê ku rihê şoreşger ê Zelal bandorê li hemuyan kir bi meşekî girseyî Zelal û hevreyên wê di nemirbûna çiyayên Kurmênc de oxir kirin. Ew roj êşa ku li ser singa jinan kom bû bi hêrsekî mezin re veguherî qêrînê. Şehba mîna lehiyekê mezin a hestan şoreşger û rêhevalên xwe Zelal oxir kirin. Zelal li ser wê axê ji dayik bû û li ser wê axê hat oxirkirin. 

Di dilê her jinekê de Zelal bû

Jinên ku îlhamê ji têkoşîna Zelal wergirtin xwestin qala wê bikin. Bi gotina “Dibe ku pêvy nikaribin qala wê bikin” dest bi axaftina xwe kirin.

Fatimê Dewod dibêje “Ew her tim li kêleka jinê bû.” Bi qasî ku ev gotin pênaseya gelek tiştan dike jî Fatimê Dewod wiha didomîne: “Tekoşêr Zelal her di nava civakê de kar û xebat dida meşandin bi gel û malbetan re nîqaş dikir, her wiha fikir û îdiyolojiya rizgariya jin bi nîqaşên xwe bi civakê dida nasîn. Axaftin û gotinên wê her di bîra me de ye û agahiya şahadeta wê bandorek mezin li ser me kir. Em bawer nakin ku ew ji nav me barkir û çû, her tim di dilê me de dijî. Ew gelek nêzî civakê û bi taybet jinan bû. Hewil dida fikir û felefeya Rêber Apo bi hemû jinan bide naskirin. Gel gelek ji tekoşêr Zelal hez dikir. Di merasîma wê de ev yek xuya bû ku bi hezaran gel û bi coşek mezin berê xwe dan cihê merasîmê. Em şopdarê xetê Zelalê ne û şahadeta em êşandin lê belê emê bibin şopdarê riya wê.”

‘Em ê şopdarê xeta wê bin’

Rûken Elo jî bi gotina “Rêheval Zelal xwedî vînek mezin bû, hebûna min di nava xebatê de bi saya  tekoşêr Zelal bû” dest bi qalkirina wê dike û berdewam dike: “Wê kedek mezin daye û her hewil dida li kelêk min bisekine. Ez ê tu caran keda hevalê xwe Zelal ji bîr nakim. Me rojekê tekoşêr Zelal wek fermandarekê hîs nekir, ew hevala me bû. Eger me zehmetî di xebatê de bidîta me xwe dighandin heval Zelal. Şahadeta wê ji bo me ne hêsane. Em ê di rêyê tekoşêr Zelal de bimeşin û xwedî li doza ku wê dida meşandin derkevin. Di kesayeta heval Zelal de hemû jinên pêşeng tên hedef girtin em bi bîrtînin, dijmin ji pêşketina jinê di tirse, bi hezaran wê riya rêheval Zelal bigirin û xebatê wê bidin meşandin."