Jessie Tarbox Beals: Wênekêşa ku ji jinan re pêşengî kiriye
Wênekêşa navdar a Emerîkî Jessie Tarbox Beals ku wekî yek ji yekem rojnamevanên wênekêş di dîrokê de tê naskirin, bi jiyana xwe ya bi têkoşînê dagirtî û berhemên xwe şopek mezin di cîhana hunerê de hişt.
Navenda Nûçeyan – Jessie Richmond Tarbox di 23’ê Kanûna Pêşîn a 1870’an de li Kanadayê hat dinyayê. Tevî ku di malbateke dewlemend de mezin bû jî piştî karesatên darayî yên malbatê, neçar ma di temenekî ciwan de dest bi têkoşînê bike. Di 17 saliya xwe de dest bi mamostehiyê kir û bi kamerayek ku ji kovareke xelat girtibû, dest bi wênekêşiyê kir.
Ji amatoriyê ber bi pîşeyê ve
Serdana Pêşangeha Cîhanî ya Kolombiyayê di sala 1893’an de eleqeya wê ya ji bo wênekêşiyê zêdetir kir. Piştî zewaca xwe ya bi Alfred Tennyson Beals re di sala 1897’an de, di sala 1999an de yekem karê xwe yê profesyonel ji bo Boston Postê kir. Bi alîkariya hevjînê xwe aliyên teknîkî bi pêş xistin û bi wênekêşiya dadgehê û wêneyên Pêşangeha St. Louis a 1904’an bi nav û deng bû.
Serkeftina New Yorkê û zehmetiyên jiyanê
Di sala 1905’an de li New Yorkê studyoya xwe vekir; ji jiyana taxên xizan bigre heya portreyên kesayetên navdar gelek mijar kişandin. Piştî ji hevjînê xwe veqetiya, ji bo xwe û keça xwe Nanette bi gelek karan ve mijûl bû ku di nava wan karan de jonglîjî jî heye. Di salên dawî de gelek pirsgirêkên darayî û tenduristiyê çêbûn û di 31’ê Gulana 1942’an de koça dawî kir.
Jessie Rîchmond Tarbox yek ji kesayetên pêşeng e, di warê wênekêşiyê de pêşiya jinan vekir, cihê xwe di dîrokê de girt.